Bibe mekîneya zarokanînê!

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê bi nasnameya xwe ya îslamî ya nerm a Îxwanî ya birayên Misilman tê zanîn, careke din jin weke amûreke ya zarokanînê da nîşandan û ji jinê xwest ku zarokan tenê bîne dinê.

Erdogan ê faşîst ê ku xwe weke lîderê dawî yê Osmaniya Nû dibîne û dixwaze mîrateya Osmaniyan bi versiyona xwe li Rojhilata Navîn bide pêkanîn, dîsa bi gotinên xwe yên sosret û ecêb di rojevê de ye. Erdogan ê di merasîmeke ya qebûlkirina endamtiyê de ji hevjîna Mehmed Alî Çelebî ku nû tevlî partiya wan bûbû pirsîbû ‘çend zarokên te hene?’ li ser vê pirsê bersiva ‘yek heye birêz’ Erdogan jî ev gotina sosret û zayendperestî ya ‘Nabe, divê tu zarokan bînî; binêre PKK’î 5, 10, 15 zarokan tîne’ gotibû. Tevî ku ew jin diyar dike ku dixwîne û dixwaze asta zanista xwe bilind bike, lê Erdogan vê ji nedîtî ve tê, li ser ya xwe israr dike. Erdogan zanabûna jinê ji bo xwe metirsî dibîne û ji bo vê ji jinê ditirse. Dibîne ku têkçûna wê jî wê bi destê jinê be.

Li ser vê yekê gelek helwestên ji aliyê kesayet û hêzên muxalefet ve nîşanî Erdogan hatin kirin. Erdogan ji her kesî baştir dizane ku gerîlayên Tevgera Azadiyê nazewicin û ti zarokên wan nîne. Bi vê yekê gelê Kurd tev dixe hedefê û destnîşan dike. Li vir hişmendiyeke rizî ya li ber jinê nîşan da û jinê weke amûreke ya zayînê pênase kir. Her wiha li vir zarok weke leşkerên siberojê ji bo desthilata xwe bide kuştin û bixe di bin xizmeta xwe de.

Ev hişmendiya Erdogan a Osmaniya nû û dîsa nasnameya xwe ya baweriyê ya Sune û Îslamiya birayên Misilman dide nîşandan bê ka meyzîna wan a li jin û dayikê çawa ye. Di rêveberiya Osmaniyan de jî jin weke amûreke zayînê hatiye dîtin û leşkeran ji bo artêşê bîne dinê hatiye nirxandin. Her wiha di îslamiya nerm a radîkal de jî jin, girtî û di malê de weke xizmetkarê mêr hatiye girtina dest, erkê wê anîna dinê ya zarokan e, xizmetkar e.

Eger bi çavê îslamî jî li vê babetê bê nêrîn çiqasî zarok bê dinê, ewqasî ol û bawerî belav dibe û zêde dibe. Bi çaveke hejmar û belavbûna ol li vê mijarê tê nêrîn. Bikare zêdetir ola xwe belavî cîhanê bike. Hikûmraniyeke olî li ser herêmê bide avakirin. Ev jî bi serê xwe nêzîkatiye şaş a li jin û dayikê ye. Jinê ji bo vê mijarê girtina dest bi serê xwe sosrete mezin e.

Di demeke wiha de di civîneke koma partiya xwe de Erdogan vê vekirî anîna ziman bi xwe serê xwe peyameke giştî ye. Bi vê yekê hem peyam da hemû endamên partiya xwe ya li salonê û hemwext hemû alîgirên xwe. Ev gotineke hema ji rêzê nîne, hişmendiyeke rizî ya kûr li pey e. Em bînin bîra xwînerên xwe berî niha jî Erdogan bi mijara zarokan bi rengeke din ketibû rojevê ew jî gotina ‘Divê her kes ji sê zarokan zêdetir neyne dinê’ ji bo bikare xwedî bike. Erdogan êdî ji her tiştî daxive û xwe weke lîdereke hem olî hem siyasî yê welat ku li ser her tiştî fetwa bide derdixe pêş.

Gotineke wiha vê demê jî balê dikişîne ser xwe. Di rewşeke welê de ku jin li tevahî cîhanê di dem û qonaxê herî hestyar de weke hêza herî aktîf cih digire, pêşengtî ji guherîn û veguherînê re dike. Ji bo wê ye ku dixwaze vê hêza aktîf pasîf bike, ji cewhera wê derbixe.

Dîsa li aliyê din rastî û heqîqeta jina Kurd a pêşeng ku îro di kesayetiya gerîlayên YJA Star û dîsa YPJ’ê de biçûk bixe, reş û bê exlaqî bide nîşandan. Eger em li dîrokê binêrin nimûneya herî şênber Elîşêr û hevjîna wî Zarîfe Xatûn rext û çek li xwe pêçaye û li dijî dagirkeriyê têkoşiyaye. Yek ji nimûneyên din Leyla Qasim ku li ber rejîma Baas a dîktator serî hilda û bû sembola têkoşîna jinên Başûrê Kurdistanê.

Bi taybet di Tevgera Azadiya Kurd de ji Bêrîvanan bigire heta Zîlan, Zekiye, Rewşen, Sarayan û heta tê Bêrîtan û digihêje Delalan û yek ji xeleka herî dawî ya vê Rûken û Sarayan ên li Mêrsînê ku bi fedayî di demê herî xedar de bereya têkoşînê guherandin û bûn rêya têkoşîn bê ka çawa tê kirin û derb çawa li dijmin tê dayîn.

Di kesayeta gerîlayên YJA Sterê de ku di bin her cûre êrîşên çekên qedexe û kîmyewî de li ber xwe didin, dixwazin vê heqîqeta jina Kurd a şoreşger û têkoşer mil bi milê mêr li ber xwe dide, bi rengek reş berovajî bike. Her wiha heqaret li dayikên Kurd dike û dixwaze weke makîneyek ya zarokan bidin nîşandan.

Her wiha req û kîna civaka Tirkiye bi vê hişmendiya feodalî ya ji hevketî li ber Kurdan mezin bike, ji vê sûdê bigire û zarokan weke çek bikar bîne. Ji xwe ya tê dîtin jî Erdogan dixwaze zarokan weke çekek xurt ji bo desthilata xwe bikar bîne. Îro em dibînin di têkoşîna gerîla de bi sedan leşker heta niha van 6 mehên borî li Zap, Avaşîn û Metîna hatine kuştin, ji raya tiştî tê veşartin. Li ser kuştina zarokên Kurd û Tirk siyasetê dike. Dayikê jî dixwaze bike şirîkê vê hovîtiyê. Hem dayikê bixîne û hem jî ji berhema wê ya herî hêja û bedew sûdê bigire, bike amûrek. Bike robotek yê şer.

Hemwextî wê Erdogan baş dibîne ku guherîn û veguherînên li Rojhilata Navîn çêdibe û taybet raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê dest pê kir û texta rejîma îslamî ya Xameneyî dihejîne. Wê ew felsefeya kûr a li pişt dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belavî hemû Îranê, Rojhilata Navîn û cîhanê bibe. Bi vê yekê dixwaze derbê li vê felsefe û ramana kûr a Rêber Apo bide. Jinê bike robot û mekîneya zarokan; wê ji çalakî û qadan, ji kuçe û kolanên berxwedanê bigire, tenê wezîfeya zarok çêkirin û mezinkirinê bibîne.

Her wiha dizane ku guherîna li welatê wî jî bibe, wê li ser esasê pêşengtiya jinê be. Ji bo wê dixwaze di serî de jinê ji vê hêzê bike û bi vê hişmendiya mêrserwer bike xizmetkar û amûra zarokan. Rê nede ku li ser maf, hebûn û nasnameya xwe ya jinbûnê bifikire, pêşî bigire ku nebe parçeyek ji têkoşîn û vegûherîna şoreşeke jinê ya li cîhanê.

Li ser vî bingehî ev gotin, ne ji rêzê divê bê nirxandin, polîtîkayeke zirav a kolekirinê ya bi rengek din li pey e. Erdogan jî vê dizane û ji bo wê pir bi hosteyî û ziravî dixwaze bixe meriyetê, her her cih û platformê dixwaze van gotinên xwe bide pêkanîn.