Mijara vîrûsa koronayê nîşanî hemû gelên Tirkiyê û cîhanê de ba ka şêwaza siyasetê ya Tirkiyê çawa ye. Şerê taybet ku berê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê dihate rêvebirin niha li dijîgelên Tirkiyê jî tê kirin. An jî berê jî li dijî gelên Tirkiyê şerê taybet dihate kirin lê niha bêhtir aşker bû. Ji dema ku vîrûasa koronayê li Çînê derket û heta niha desthilata AKP-MHP'ê hemû gelên Tirkiyê û cîhanê dixapîne.
Derewa dî û şerê dî yê taybet ew bû ku gotin li Tirkiyê vîrûs nîne. Dema ku nema karîn ser bigirin, gotin heye lê kêm e. Li hemû devera cîhanê li dijî vîrûsê têkoşîn bi şefafî dihate rêvebirin lê nehate gotin li Tirkiyê vîrûs çendî berbeav e. Dema ku bajarên mezin ên weke Stenbol, Enqere û Izmîrê pir berbelav bû nema karîn ku ser bigirin. Hin daxuyanî dan û gotn vîrûs herî pir li kûderê heye.Piştî ku gotin vîrûs ehye û li hemû deverên Tirkiyê berbelav bûye gotin pergala tendiristiyê ya li Tirkiyê baş e û li dijî vîrûsê têkoşîneke baş dikin, dest bi van derewan kirin.
Li Tirkiyê di nav wan welatên Yekîtiya Ewopayê de ji hêla bûdçeya ku ji bo tendiristiyê vediqetîne li gel ku di rêza dawî de ye û serê kesekî doktor, hemşîr û personelên tendiristiyê li gel ku ya herî kem e jî çawa dibe ku pergala tendiristiyê baş be. Bi gotinê her tişt dikare were gotin. Lê hijmar û dane rastiyê dibêjin. 90 ji 100'î yên dermanên ku li Tirkiyê têne hilberandin bi patenta xwe Ewropî an jî DYE'yî ne. Niha jî rabûbe û demagojiya hilberandina derzî û dermanê millî dikin. Li ge ku nêzî 100 ji 100'î yên dermanên têkilî nexweşiyan ji hêla welatên din ên cîhanê ve hatine keşfkirin jî, niha popagandaya wê dikin bê ka çawa xebatên keşfkirina dermanan dikin. Li Tirkiyê malzemeyên deerman, tendistiyê bi piranî yan ji derve hatine an jî patendta xwe yên welatên din. Dibe ku maske, kolonya, madeya dezenfektanê, kursî û maseyên li nexweşxaneyan li Tirkiyê têne hilberandin. Lê hemû malzemeyên hesas piranî ji derve têne hilberandin.
Bêguman li Tirkiyê weke li hemû dewletên din nexweşxane hatine çêkirin. Dibistanên doktorî û hemşîretiyê hatine vekirin. Nexassim li bajarên wekî Stenbol ,Enqere, Izmîr, Edeneyê li nexweşxaneyan dibistan çêbûne. Lê demagojiyek e ku mirov bibêje pergala tendiristiyê ya Tirkiyê li gorî ya Ewropa, DYE û welatên din baş e, bi ser de ku mirov bibêje di asta ya wan de dîsa dibe demagojî.
HER ŞEV DEREWEK
Hema hema her roj Tayyîn Erdogan, wezîrê tendiristiyê dertên pêşberî kamerayan demagojiyê dikin û bi hezaran derewan dikin. Hewl didin wiha nîşan bidin ku hikûmet serkeftî ye. Heke mirov dêhnê xwe bide ser behsa kes û deverên cuda dikin. Hingî wiha lewçetiyan dikin da ku ser rastiyan veşêrin. Peywira ku demagojiyê bike û civakê pûç bike dane vî zilamî. Peywira vî zilamî li Qesrê hatiye tespîtkirin. Çarçoweya ku her roj wê çi biaxive tê diyarkirin, ev zilam jî weke ku pispor be demagojiyê dike, li dawiyê jî bi dayina hin hijmaran fikra weke ku rastiyê dibêje tê çêkirin. Di nav axaftinê de hin rastiyên ku ji hêla her kesî ve hatine qebûlkirin dibêje û tê xwestin ku derew û şaşiyan bi civakê bidin qurpandin.
Çi kesê ku ji gotinên vê desthilata li Tirkiyê û lewçetiyên wê bawer bike an kes an ehme q e û an jî alîgir e û lêvekar e ku bawer bike. Jixwe çi yên li nav Tirkiyê û çi yên li derveyî cîhanê ji gotinên desthilata AKP-MHP'ê bawer nakin.. Tirkiye welatekî wiha ye ku bi derewan tê rêvebirin.
Tiştekî dî yê nû li demagojiyên xwe zêde kirine. Xwedêgiravî lijneyek ava kirine û ev lijne ji zanyarên sosyal ava bûye. Li hemû welatên cîhanê ev lijneyên wiha têra xwe hene. Hê ji niha ve ev lijne xebateke zêde dikin. Li gel ku rastî wiha ye jî dibêjin cara pêşî li nav me lijneyeke wiha tê avakirin, ev gotin jî nîşan dide bê ka ev desthilat çendî desthilata derew û demagojiyê ye.
KESÊN KU RASTIYÊ DINIVISÎIN DAVÊJIN ZINDANAN
Di rêveberiya derewîn de du amûr têne bikaranîn. Ya pêşî amûrên çaoemeniyê û propagandayê 95 ji 100'ê wê bi dest xistine. Bi van amûran têgihiştin têne çêkiin û hewl didin ku Tirkiyê rê ve bibin. Di rêveberiyê de ya bi derewan amûra dî û ya ku bi esasî bi kar tînin zext, zordarî û zilm e. Heke ne ji vê zextê be ti amûra zextê nikare van derewan veşêre. Li Tirkiyê ji bo ku rastî nayên gotin derew weke ku rast bin têne dayin. Li gorî rêjeya nifûsê li cîhanê herî pir li Tirkiyê nûçegihan û siyasiyên girtî hene û ev jî dibe delîla vê rastiyê. Çi kesê ku li dijî pergala faşîst a AKP-MHP'ê îtîraz dike, li dijî vê perglê dinivisin, diaxive, siyasetmedar û nûçegihan têne girtin. Heke Tirkiye ne bi derew û demagojiyê bihata rêvebirin çima wê ev qas nûçegihan û siyasetmedar girtî bin?
Di rojên vîrûsa koronayê de zext bêhtir zêde bûne. Kesek newêre rastiyan bibêje. Ji ber ku kesên ku rastiyê dibêjin wê di dema koronayê de bi ser wan de biçin û wan bavêjin zindanan. Çi kesê ku derewên vê desthilatê bibêje, bixwaze bibêje, wê were sûcdarkirin ku civakê dixe panîkê û wan bikin zindana. Jixwe hijmara ku didin ne rast e, bi rêyeke rast bi vîrûsê re natêkoşin, li her alî nexweşî heye lê test nayên kirin, tedawiya mirovan nakin, nexweş li naverastê maen, ji ber ku tevîr di demeke xwe de nehatne standin vîrûs berbelav bû, kesên ku wiha dibêjin têne destgîrkirin. Mirov nikarin bi tweetekê hikûmetê rexne bikin. Li Tirkiyê pergaleke tirsê hatiye avakirin. Di televizyon û rojnameyan de kesek nikare bi azadî biaxive. Kesên ku ji wan wey ku bi azadî diaxivin û dinivisin jî bi azadî nikarin biaxivin. Çi kesê ku ji xwe re dibêje ez muxalîf im, demokrat im jî xwe sansûr dikin. Bi kurt û kurmancî rojname û televizyonên ku rastiyê dibêjin an bi qasî tiliyên destekî hene an jî qet nînin. Ji ber ku tê dîtin çapemeniya ku ji xwe re dibêje muxalîf jî, tê dîtin ku xwe sansûr dike û rastiyan nayîn ser zimên .Bi vî rengî rûyê desthilata ku xwe li ser derew û demagojiyê ava kiriye nayê teşhîrkirin.
DERDÊ WAN EW E KU HIJMARA RAST A MIRIYAN NEDIN
Di nav wan welatan de ku mirovên bi vîrûsê ketine şepirze didin pêşî Tirkiye tê. Ên ku rewşa wan a aborî baş e testa wan tê kirin. Ên ku herî pir bi nexweşiyê ketine pir kêm dikarin testand bikin. Ji bî alî ve li Tirkiyê kesên ku bi vîrûsê ketine û testa wan nehatiye kirin pir zêde ne. Ev jî nîşan dide ku di pêvajoya pêş me de mirin wê zêde bibin. De qey ev desthilata li ser derew û demagojiyê di nav wan hesaban de ye bê ka wê çawa van mirinan veşêre. Weke ku niha tê kirin mirina ji ber vîrûsê wê weke ku ji ber sedemên din be were nîşandan. Jixwe ji bo ku civakê ji rastiyên Tirkiyê dûr bixin dim dibêjin li filan welatî mirin zêde ne, li filan welatî ev tengasî hene, bi vî rengî propagandayê dikin.
Li Tirkiyê beşekî berfireh ê civakê ji hijmara miriyên ku didin bawer nake. Li cîhana derve jî tê gotin li Tirkiyê bi hezaran mirî hene. Hijmra miriyên li Tirkiyê ne kêmî ya welatên Ewropayê ye. Tê gotinê li Stenbolê hr mirovek dibêje ji derdora wan hinek nexweş ketine û mirine. Malbatên kesên ku ji wan mirine jî ji tirsa newêrine biaxivin. Malbat jî bi rengekî tê bêdengkirinê.
Li Tirkiyê nêzîktêdayina li kedkaran jixwe li ber çavan e. Dibêjin bila her kes li mal bimîne lê kedkar ne di nav de. Her kes bi derdê rihê xwe ketiye lê ev desthilat hê jî li pey wê ye ku mêtingeriyê çawa bidomîne. Li Ewropayê hemû dewlet desteka aborî dide kedkar û xebatkaran li Tirkiyê jî bi vîrûsê re dixebitin an jî bi biryara dawî ku desthilata faşîst standî tê teşwîqkirin ku karker bê heq destûrê bistînin.
KAPÎTALÎZM JI HER HÊLÊ VE QELS BÛYE
Hin hêz dibêjin ev nexweşî herî pir yixtiyaran dikuje û guh nadiyê. Di nav yixtiyaran de jî yên herî qels dikıje û ji ber vê hinek jê vê baş jî dibînin. Di serê van de jî desthilata AKP-MHP'ê heye. AKP-MHP ji serî de li bara vîrûsê bi vê helwest û hişmendiyê ye. Gotina ku heta duh digotin tenê yixtiyar dimirin vê nîşan dide. Bi vî rengî dibêjin di têkoşîna dijî vîrûsê de problem nîne lê xweragiriya yixtiyaran qels e, ji ber vê dimirin. Lê dema ku derkete holê bi esasî yên ku vîrûsê digerînin ne yixtiyar in niha dev ji vê gotinê qeriyane.
Hin kes dibêjin kapîtalîzm ji mirina yixtiyaran kêfxweş e. Bi rastî jî di serî de Tirkiye dema ku mirov li pratîka hin welatan dinere tê fêhmkirin ku ev rastiyek e. Rengê hilberandin û rêveberiyê ya kapîtalîzmê kir ku ev vîrûs derkeve û berbelav bibe. Niha dema wê ye ku kapîtalîzm bi rengê sûcdaran were mehkûmkirin û miov jê bibihure. Lê qelsiya helwesta gelan tê dîtin, di vê rewşê de ya ku vîrûsê bi xwe re aniye, dixwazin hegemonyaya xwe xurt bikin û mêtingeriyê zêde bikin. Ev rewş keteiye nav rojeva nîqaşê jî.
Lê em bawer dikin li bara pirsgirêkên giran ku vîrûsê bi xwe re aniye wê bîreweriyek çêbibe, heke pêşengiya polîtîk derkeve holê, rêxistiniya civakê bike, kapîtalîzma ku ji her alî ve li ber şikestinê ye û qels ketiye wê were qevazstin û ber bi sosyalîzma demokratîk ve geşedan çêbibin.