Berxwedana li dijî qirkirin û komployê

Hebûna Kurdên azad di şexsê Rêber Apo û PKK'ê de şênber bûye. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ev rastî baş dît, lewma li dora Rêber APo û PKK'ê civiya û li dijî komployê û komplogeran têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind dike.

Bi rastî jî ji bo peydakirina çareseriyê, beriya her tiştî divê bê zanîn ku pirsgirêka Kurd çi ye, kengî û ji aliyê kê ve hatiye afirandin û îro di kîjan rewşê de ye. Bêguman ji bo hin berjewendiyan divê mirov bi vir de û wê de neyê birin.

Weke ku tê zanîn pirsgirêka Kurd pirsgirêka tunehesibandina gelê Kurd û tunekirina bi her cûre rêyên qirkirinê ye. Yanî ya ku li Kurdan tê ferzkirin qirkirin e, jenosîd e. Biryareke qirkirina Kurdan e, plankirin û bicihanîna vê biryarê ye. Ji ber ku Kurd li dijî vê biryar û pratîkê li ber xwe didin, weke pirsgirêk li pêşiya hêzên qirker tê dîtin û ji ber vê jî navê 'pirsgirêka Kurd' lê hatiye kirin. Naxwe yên ku pirsgirêk afirandine û pirsgirkê in Kurd nîne, berevajî; ew kesên ku ji bo berjewendiyên aborî û siyasî Kurd tune hesibandine.

Qirkirina Kurdan bûyereke plankirî ye ku bi her aliyan tê bicihanîn. Komkujiya fîzîkî, guhertina demografiyê, tehcîr (Koçberkirina Kurdan ji Kurdistanê) û asîmîlasyon (Yanî qirkirina çandî) bi rengekî piralî û bi bandor tên meşandin. Li gel zexta fîzîkî û komkujiyê, rêbaza herî bi bandor a tê bikarnîn jî komplogerî ye. Y anî hêzên qirker ji bo Kurdan bigirin û qetil bikin, gelekî derewan, fenan û lîstikan dikin.

Tevî ku di dîrokê de dewleteke demdirêj û bi bandor ava nekirine jî heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn, hebûna gelê Kurd nedihate înkarkirin. Ji xwe di pêşketina civakê ya dîrokî de şert nîne ku her gel dewletekê ava bike. Bi dehan gel di bin serweriya dewletekê de dikarin bimînin. Kurd heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn nedihat înkarkirin, lê belê bi zext û mêtingeriyê di bin serweriya dewletên cuda de hatin hiştin.

Ya rast heta nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dawiya wê, tiştekî bi navê înkar û tunekirina gelê Kurd tune bû. Berevajî, Kurd ji aliyê siyasî û leşkerî ve timî dihatin hesabkirin. Ji xwe piştî şer, di Peymana Sewrê de jî ku Osmanî teslîm girt û parçe kir, înkara Kurdan tune bû. Berevajî, peymana navborî di bin 'statuya manda' de avakirina Kurdistanekê datanî ber xwe. Mûstafa Kemal û hevalên wî yên li ber vê peymanê rabûn, xwe weke tevgera hevpar a Tirk û Kurdan pênase kiribûn. Di çarçoveya Peyman Sewr û îtirazên dijî wê de mijara zelalkirina rewşa Kurdan ji Cemiyeta Akvamê (Piştre bû Neteweyên Yekbûyî) hate hiştin û li ser vê bingehê referandûmek hatibû destnîşankirin.

Pêvajoya ku rê li ber înkarkirina gelê Kurd û û hewldanên ji bo tunekirina wê vekir, di destpêka salên 1920'î de bi 'Konferansa Qahîreyê' dest pê kir. Di vê pêvajoyê de Îngilistanê piştî ku dît Kurdên Mûsilê (Başûrê Kurdistanê ya niha) li gorî siyaseta wan wê deng nede, kirina referandûmê ya ji aliyê Cemiyeta Akvamê asteng kir. Di dema Peymana Lozanê de Kemalîstan xwestin ku heta ji wan bê Kurdan zêde nekin mijar nîqaşê û cihekî zêde nedin Kurdan. Di sala 1921'ê de bi Fransayê, di sala 1926'an de jî bi Îngilistanê re peyman çêkir û kirin ku sînorên siyasî yên heyî yên ku Kurdistan parçe kiriye bê xêzkirin. Bi vî rengî di nava dewletên hatin avakirin de Kurdistan parçe kirin û gelê Kurd jî ji aliyê siyasî ve bêstatu hiştin.

Li gorî Rêveberiya Îngilistanê ya wê demê, "Kurd ne di wê astê de ne ku çarenûsa xwe diyar bikin." Ji xwe Kemalîst jî ji Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ye, neteweperestên netewedewleta Tirk in. Dema ku ev nêzîkatiya Îngilistanê ya li Kurdan dîtin, hesabê wê kirin ku jê sûdê werbigirin û Kurdan di nava netewe dewleta Tirk de bihelînin. Pirsgirêka Kurd ku tê wateya parçekirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan bi vî rengî afirî.

Bi kurtasî pirsgirêka Kurd pirsgirêka parçekirina Kurdistanê ye, pirsgirêka qirkirina Kurdan e. Pirsgirêkekeku nêzî sed sal in dewam dike. Bi esasî di encama nakokî û lihevkirina Îngilistan, Fransa û Tevgera Kemalîst ji aliyê van hêzan ve hate afirandin. Bêguman herî dawî DYE û dewletên Cemiyeta Akvamê yên wê demê ev yek qebûl kirin.

Rêveberiya dewleta Tirk a wê demê dema ku fêhm kir ku Kurd wê ji nêzîkatiya 'tunehesibandinê aciz bin' û ji bo guhertina vê yekê li ber xwe bidin, beriya ku Kurd xwe bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê, wan xwe amade kirin û ji bo tepisandina welatparêzên Kurd êriş kirin. Yanî li dijî Kurdan rêbazeke komployê da ber xwe. Komploya destpêkê jî li dijî Şêx Seîd û hevalên wî di 13, 14, 15'ê Sibata 1925'an de li sêgoşeya Amed-Xarpêt-Çewlikê da dest pêkirin. Lİ ser vê bingehê di encama êrişa komployî de pêşketina welatparêziya Kurd a wê demê eciqand.

Wekî ku tê zanîn kirineke wekî vêya di serê salên 1930’î de li Agiriyê û di salên 1937 û 1938’an jî li Dêrsimê hatiye kirin. Li parçeyên Başûr û Rojhilat ên Kurdistanê nêziktêdayîna dewleta serwer û kirinên wê ne dûrî vê tiştî ne. Li her derê feraset û siyaseta qirkirinê bi metodên komployî ketine meriyetê.

Tê zanîn ku ev pêvajo piştî salên 1975’an li Bakurê Kurdistanê heta pêşketina PKK’ê wisa domiyaye. Di Çileya 1975’an de bi Peymana Cezayîrê re dema PDK têk diçe û Kurdistanê diterikîne, hêzên qirker dibêjin qey ew ji berxwedana Kurdan rizgar bûne. Lê dema li Bakurê Kurdistanê geşedana PKK’ê dibînin, wê demê şaş dibin. Li hemberî nêziktêdayînên teorîk, stratejîk û taktîkî yên Rêber Abdullah Ocalan û tarza wî, di warê astengkirina berxwedana Kurdan de tengijîne. Ji ber vê jî êrîşên qirker Rêber Apo û PKK ji xwe re kirine hedef.

Vê carê yekser DYE ketiye dewrê. Wekî pêşengê pergala kapîtalîst a global ku qirkirina li ser Kurdan ji xwe re kirine esas, peywira qirkirina li ser Kurdan jî dane DYE’yê. Serokê wê yê demê DYE Bîll Clînton îmze kiriye û plana komployê ya li dijî Rêber Apo ketiye meriyetê. Çawa ku pêşengê Dêrsimê Seyîd Riza ji bo ‘Hevdîtinê’ gazî Erzîncanê kirine û piştre ew girtin û darvekirin. Ji bo ku bi Rêber Apo re ‘Li ser doza Kurdan biaxivin’ ew gazî Ewropayê kirine û piştre xwestine wî îmha bikin. Dema ku ev plan bi ser neket, vê carê di 15’ê Sibata 1999’an de ew revandine û xistina nav pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê. 22 sal in ev polîtîka didome, dixwazin di warê îdeolojîk û siyasî de Rêber Apo têk bibin û qirkirina li ser Kurdan bigihînin encamê.

Di nîveka Sibata 1925’an de jî li dijî Şêx Seîd û hevalên wî êrîşeke komployê hatibû kirin. Rêber Apo ev êrîşa li ser Şêx Seîd û ya li ser xwe kiriye yek, 15’ê Sibatê wekî ‘Roja qirkirina li ser Kurdan’ îlan kiriye. Rêber Apo, PKK û gelê Kurd 22 sal in li dijî vê êrîşa komployê û qirkirinê li ber xwe didin. Ji bo vê herî kêm bîst hezar şehîd hatine dayîn û jiyan hatiye sekinandin. Di şexsê Rêber Apo û PKK’ê de têkbirina vê komplo û qirkirinê, tê wateya hebûna azad a gelê Kurd û mîsogeriya jiyana wê.

Di vê rewşê de hebûna Kurdan di Rêber Apo û PKK’ê de şênber bûye, qirkirina li ser Kurdan jî bûye amûra îmhakirina Rêber Apo û PKK’ê. Hêzên mêtinger vê rastiyê baş dibînin û hemû êrîşên xwe yên bi plan li gorî vî tiştî dikin. Ji ber vê jî hewldanên noker û hevkarên dijmin wê bi ser nekevin. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ev rastî dîtine, li dora Rêber Apo û PKK’ê bûne yek, li dijî komplo û komplogeran têkoşîna azadî û demokrasiyê geş dikin. Vê têkoşîna ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re kiriye armanc, di pêngava ‘Dema azadiyê de’ wê pêş ve biçe, faşîzma AKP û MHP’ê têk bibe û yek ji serfiraziya herî mezin a dîrokê bi dest bixe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA