Berxwedana gerîla misogeriya serketinê ye

Dibe ku hestiyên mirov piştî demekê bihele û biçe, lê îradeya mirov her daîm mayînde dibe û ji tevahî mirovahiyê re dibe mal.

Bi hatina sed sala lozanê re careke din, sîstema qirkirin û îmhayê ya li ser gelê kurd xwe ferz dike. Bi taybetî hêzên dagirker vê yekê weke fersetekê dibîne û dixwaze peymana Lozanê careke din nûjen bike. Bi pêşengtiya dagirkeriya tirkiyê dixwazin careke din desthiladariya xwe bidomînin. Ango bikaribin di Rojhilata Navîn de, hîn zêdetir serweriya xwe bidin avakirin. Weke tê zanîn ev hefteyeke li qadên berxwedanê, qadên gerîla şerekî dijwar heye. Li Herêmên Parastina Medyayê, li Rojhilat û Rojavayê Zapê, li herêma Şehîd Delîl, Girê Cûdî, Girê Bihar şerekî giran heye. Li seranserê van qadan berxwedaneke dîrokî tê bi rêvebirin. Li vir mirov dibîne ku  gerîla tenê li ber xwe nade ango ne di rewşeke ku tenê xwe diparêze de ye. Îro em dibînin ku gerîla bi çalakiyên xwe û îdiayên xwe yên têkbirina dagirkeriya artêşa Tirk şer dike û encam digire. Weke her roj di çapemeniyê de jî xuya dibe ku gerîla di nava van çend rojan de çiqas çalakiyên bi bandor lidar xistine. Û di encamên van de, çiqas dagirker hatine kuştin û derbeyên giran li wan hatiye xistin.

Em dibînin ku gerîla bi taktîkên lêdanê, serdegirtin û sekvaniyê encamên bi bandor bi dest dixe. Bi hêz û baweriya xwe ya bi serketinê, bi ser sengerên dijmin de diçin û şer dikin. Bi taybetî bi pêşengtiya gerîlayên jin, asta têkoşîn û berxwedanê mezin kirine. Gerîla bê ku  di şertên dijwar ên vê demsalê de bisekine, bi şev û rojên xwe di nava şerekî de ye. Pêwendiya vê yekê teqez bi bîrdoziya Rêber Apo re heye. Ji ber tişta ku îro wan bi rêve dibe, ev rih e, ev bawerî ye. Gerîla jî bi vê bawer dike û hêza xwe ji vê digre. Li gel şerê dijwar ê ku bi salane rêve diçe hêviya gerîla ya serketinê her diçe bihêztir dibe,  girêdana wan a bi armancê ve zêdetir dibe. Îro jî bi heman mebestê di wan tunelên berxwedanê, tunelên şer de bi îdiayeke mezin bersiv dide dagirkeriyê. Li hemberî vê îradeyê dewleta Tirk, ango artêşa wê bi tu awayî vê rewşê tehemûl nake. Weke ku artêşa Tirk di daxuyaniyên xwe de dibêjin; 'ji bo gerîla tune bikin em bi îdîa ne'. Lê ew bi vê yekê xwe dixapînin. Mirov dibîne ku rastiya şer û rewşa ku ew niha li qadên berxwedanê ye, berovajî vê yekê ye. 

Rastiya artêşê jî li ber çavan e, ma mirovên ku tam ne di ferqa xwe û armancên xwe de bin wê çawa bikaribin bibin xwediyê vê axê û xwedî lê derkevin. Em dibînin ku hîn nikare xwe ji germahiya vê demsalê biparêze, ma pêkane ku bikaribe bibe hêza tehemûla hemû şertên dijwar ên jiyanê. Ev yek jî ji ber xwe ve nayên gotin, rastiya şerê wan û encamên êrîşên wan de xuya dibe ku çiqas bê îrade ne. Hemû baweriya wan ev teknîka ku niha di çavê gerîla de beredayî ye. Lê dîsa jî her ku derban ji destên gerîlayan dixwin berê xwe didin teknîkên xwe yên pêşketî. Bi rastî dewleta Tirk di rewşeke xitimî de ye. Encamên şerê ku dike jî vê yekê hîn baştirîn dide diyarkirin. Em bêjin tenê di vê pêvajoyê de, li qadên Zap, Metîna, Xakurkê û seranserê qadên berxwedanê rojane bi dehan caran bi balafirên xwe yên şer û helîkoptêrên êrîşê, bi top û tankan ve qadên gerîla têne bombardoman kirin. Lê bi tu awayî nikare çeperên berxwedanê bişkîne û biçe encamê. Çi ji destê wana tê li van qada li ser gerîlayan bikar tîne. Lê belê rastiyeke wisa jî heye, teknîk jî wê heta cihekî bikaribe bixebite, lê  gerîlayên azadiya Kurdistanê bi îrade û berxwedana ku li wan qadan didin meşandin, ji îro bigre heta bi milyonan salan jî wê  bi vî ruhê jiyan bike. Ji bo vê dibe ku hestiyên mirov piştî demekê bihele û biçe, lê îradeya mirov her daîm mayînde dibe û ji tevahî mirovahiyê re dibe mal.