'Bê şoreşa zihnî û wijdanî, dev ji şoreşgeriyê berde mirov nikare bibe kesên hestewar û bi exlaq jî'

Pîvan, hilanîn û danîn, bi nemerdî û xayinî li Efrîkayê ez avêtim welatê mirovxuran. Xwedêgiravî ez xapandim û bi hostayî hatim pakêtkirin û li Îmraliyê di darbestekê de hatim bicihkirin.

Pirsgirêka Kurd ku esasê doza min jê çêbûye, ji çêbûna rastiyeke civakî ta bi pêşveçûna wê ku di nav rêsentiya xwe de, pêvajoya wê ya belavbûneke bi pir alî ye, bi geşedanên li şaristaniyê, têkilî û nakokiyên wê re têkildar e.

Ji ber nirxandinên ku bi çînî û neteweyî tên kirin, derfeta famkirina ji rastiya Kurd namîne. Nirxandinên li ser vî awayî bên kirin jî, eseh e ku ev ê razber bimînin û rê li ber gelek encamên şaş ên polîtîk vebikin. Ji ber ku pirsgirêkê zor daye sînorên Rojhilata Navîn, di serî de Ewropa, bi bûyîna rojeva hêzên hevçax re, dike ku divê mirov di çarçoveya dîroka şaristaniyan de bi pirsgirêkê de bikeve. Pênaseya binyada pirsgirêk ji ber diqewime, rast neyê kirin, wê rê li ber çêbûna encamên hiqûqî yên rast jî bê girtin.

Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, saziyên hiqûqê yên demokratîk in ku şaristaniya Ewropayê ava kirine. Rastiyek e ku nûnertiya serwer û bîrewer a şaristaniya niha bi pîvanên hêjahiyên Ewropayê tê diyarkirin. Kurd ku bi awayekê îronîk li ber deriyên Ewropayê ji pirsgirêkên xwe re li cih û çareseriyê digerin, di esasê xwe jêderka vê şaristaniyê ne. Dayika pîrbûyî ji ewladên xwe yên ku bi hezarê salan di dergûşa xwe de mezin kirine û hema bibêje êdî dayika xwe nas jî nakin, hêviya dadweriyê dike.  Wê mafê vê dayika şaristaniyê bê dayîn? Pirsgirêk hinek jî wiha bûye girêk û maye.

Hêza civakîbûyînê û ya takekesbûyînê li hemberê hev in. Erdnîgariya Rojhilat û Rojava, Asya û Ewropa, Anatoliya û Grekan, eniya paş a şanoya Îmraliyê ye ku tê lîstin.

Kesekê ji rêzê ku bikare bi baldarî binihêre jî wê înkar neke ku neçar maye bikeve pey bersiva pirsên; senaryoya vê şanoya darizandinê kê nivîsiye, rolên sereke çawa hatine parvekirin, lîstikvan û fîguran kî ne, xwestin kîjan peyaman bidin bîneran?

DMME, bi awayekê teng û bi takekesî li doza min dinihêre û wisa dinirxîne. Ji wê boneyê di piştguhkirina gelek rastiyan de fikara ku bikeve rewşa perdeya dawîn a şanoyê heye.

Ji bo neketina vê rewşê, biryareke adilane û rêvebirî di saziyên hiqûqê yên demokratîk de ku berhemên bertekiyî yên geşedaneke dîrokî ya pir bi xwîn, êşkence û êş e, pêk neyên jî, bi baweriya ku wê rê li ber nirxandineke bi serbestî vebike, ronîkirina dîroka qirêj, xwînî û bêbext a li pişt doza xwe wek erkeke bingehîn dibînim.

Divê bê zanîn ku nirxandinên ez dixwazim wek beşên bingehîn bikim, ji ber ku ji aliyekî ve ji bo kirina parastinê, ji aliyê din ve jî ji ber derfetên kêm û zeîfiya hafizeyê ku ji ber mayîna bi tena serê xwe di hicreyekê de qewimiye, wê gelek kêmasiyên xwe hebin.

Pêwistiya kirina nirxandinên dîrokî yên van dozên dîrokî, ji ber van boneyan e. Ev doza êş û jidestçûnên xwe gelek in ji bo dersên pêwist û ku bi mirov bidin karkirin bide jî, berpirs divê erka xwe ya ravekirinê bi serfirazî bi cih bînin. Tişta pêwist û layiqê dozên dîrokî jî ev e. Ev erk, çiqas bi wate bi cih bê anîn wê doz bixwe jî ewqas bibe layiqê wesfê dîrokîbûnê.

LI ÎMRALIYÊ EZ XISTIM TABÛTEKÊ

Bi destpêkirina pêvajoya darizandinê li DMME’yê, kirina van dahûrandinan ji bo min wateyeke xwe ya din jî heye. Hêj ku li Rojhilata Navîn xwîn dirijiya, rast e ku ji bo lihevkirina bi emperyalîzmê re ku serkut dike, min berê xwe da Ewropayê. Ketina hewilê ji bo dîtina derfeta çareseriyeke maqûl bi pîvanên wan ên demokratîk, ji berpêbûyîneke li serê çiyayan ku wê bibe sedema canê gelek kesan, ji min re pêşdetir hat. Lê belê çiya her tim xemlên rastîn ên xewnên min bûn. Ji bo derketina serê çiyayan min çil sal sebir kir. Lê nedibû ku ez bi takekesî çûneke serê çiyayan tercîh bikim ku wê bêhtir bibe sedema kişandina êşê ya heval û gelê me. Exlaqê min ê berpirsyariyê û fam û feraseta wê rê nedaya vê. Rast e ku min texmîn nekir ku wê ketina bi rêya Ewropayê bi van fikiran, wê bi trajediyê bi encam bibe. Ew jî rast e ku min hesab nekir ku wê xiyanet û berjewendîparêzî li ber vê rewşê wiha rabibin û ji aqlê xwe yê selîm bêpar bibin.

Pîvan, hilanîn û danîn, ez bi nemerdî û xayinî li Efrîkayê avêtim welatê mirovxweran. Xwedêgiravî ez xapandim û bi hostayî pakêt kirim û li Îmraliyê di tabûtekê de hatim bicihkirin. Bi vî awayî berjewendiyên wan ên ketibûn talûkeyê hatin mîsogerkirin. Ev rewş, eger hebe, li dijê hiqûqa Ewropayê ye. Dîtina helwesta dadgehê wek pîvaneke şaristaniyê, ji min re giringtir e. Lê tiştekê jê biwêdetir ku min giring didî jî ew bû ku, eger mirov wek kesekê radestê Ewropayê bûye biçe, wê bikare cihek ji xwe re bibîne. Li gor ku ev ê ji bo min pêk nehata, encax bi dîtina antîtezekê, wê danîna min a têkiliyê bi Ewropayê re mimkûn bibûya. Ev jî girêdayê wê yekê bû ku Rojhilata Navîn li dijî şaristaniya Ewropayê xwe bi bingeha dîrokî ya antîteza xwe ve girê bide. Ketim hewila çareserkirina û nîşandana vê. Hindik be jî ez bawer im ku bi ser ketim. Ez bawer im ku min bi giştî bersivek da ji bo dîtin û rexneyên gelek heval û hogiran ku bi name û ji ber bêderfetiyan nekarî ragihînin. Ev pêwist bû. Gelek kêmasiyên xwe hebin jî, baweriya min ew e ku ez bi berpirsyariya xwe rabûm.

Dîtin û rexneyên ku min pêşkêş kirin e wek parastinekê ne û di pergala yek odeyî de hewil hatiye dayîn ku di bin bandora komployeke giran de bê pêkanîn. Ev beş jî wê bi piranî li ser pirsgirêkên rêbazî yên dîroka Kurd, têkiliyên Kurd û Tirkan, çareseriya demokratîk, pêkhatina komployê, wateya wê, hiqûqa Ewropayê û hêjahiya DMME’yê be. Rexne ku bên kirin wê ji min re bibin hêz. Giring e ku mijarên bi wan de dikevim, neyên berovajîkirin û dûrbûn ji feraseta zanistî nebe. Min bi piranî behsa aliyên mirov jê hîn dibe kir. Ketim hewila dayîna geşeyê bi rêbazê. Hewcedariya bi mêjiyên dizanin bifikirin bêhtir e. Mijarên bi ya min giring in ez bêhtir li ser wan sekinîm pê bawer im ku wê encama wê bi erênî be.

Di mijara ol û Xwedê de dibe ku hin nirxandinên min bên berovajîkirin. Lê divê ji niha ve bidim xuyakirin ku ez herî pir di vê mijarê de xurt im û di berfirehkirina şoreşa îdeolojîk de bi biryar im.  Bi ya min şoreşa zihnî giringtir e. Divê diyar bikim ku baweriya min bi çêbûna wijdanekî azad heye ku bizane bibihîze. Bêyî şoreşa zihnî û wijdanî, dev ji şoreşgeriyê berde, mirov nikare bibe kesên hestewar û bi exlaq jî. Bi vî awayî divê bidim zanîn ku, dilê min rehet bû ku min bi qasê eleqeya her kes û gelê me bersiv da.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.) 

Wê dewam bike…