Bandora madeyên kîmyewî li ser zindiyan

Teqemeniyên TNT, TNB, DDF, TNP ên tevî madeyên kîmyewî têra artêşa Tirk nekir, niha giran daye ser kîmyasalê. Li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer, sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Destpêka her şerî heye. Her şer xwedî pîvan û exlaqê ye. Tê zanîn ku rastiyeke mîna şer jî xwedî hin pîvanên diyarkirî ye.

Şerên di dîrokê de hatin kirin hemû di çarçoveya hin pîvanan de bûn. Dewlet û rayedarên ku sûcê şer kirin hatin darizandin. Lê belê ji bo dewleta Tirk a ku di vê serdemê de êrîşî tevgera PKK'ê dike, mirov nikare qala van pîvanan bike. Di şerê artêşa Tirk a dagirker de ku li çiyê li dijî gerîla dike, ne pîvan heye ne jî elxaq. Bi binpêkirina hemû pîvanan di şexsê PKK û gerîla de li dijî gelê Kurd ê bi rûmet şer dike, qetil dike.

Dema ku şer tê gotin, du fikrên dijber tê bîra mirovan ku sîng bi sîng li hemberî hev têdikoşin. Hêzên gerîla ku li hemberî vê yekê li ber xwe dide û her carê nîşan dide ku bi berxwedanê wê bi ser bikeve, ne tenê li hemberî çeteyên artêşa Tirk a dagirker şer dikin, di heman demê de li hemberî teknîka herî mezin a NATO'yê têdikoşin. Teknîk û çek nema ku li hnemberî xwezaya Kurdistanê û gerîlayên Kurdistanê nehatine bikaranîn. Nîşaneya herî şênber a bêçaretiya artêşa Tirk a dagirker e ku ewqasî teknîkê bi kar tîne. Dewleta Tirk her carê di medya xwe de dibêje 'Çiya ji terorîstan hate paqijkirin, li çiyê terorîst nemaye' û hewl dide raya giştî ya cîhanê bixapîne. Hingî maf heye ku bersiveke bi vî rengî jê re bê dayin: Eger li çiyê gerîla nema be, hingî ewqas operasyon, êrîşên hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî ji bo çi ye?

SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN

Dewleta Tirk vê rastiyê înkar bike û qebûl neke jî ev rastî hate ispatkirin û bi raya giştî re hate parvekirin. Dewleta Tirk a faşîst mêtinger li hemberî berxwedana azadiyê ya bêeman a gerîlayên azadiyê gelek caran têk çû. Dewleta ku nikare xwe li vê têkçûnê rabigire, her carê hewl da bi bikaranîna çekên kîmyewî lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd têk bibe. Di serî de bombeyên napalmê yên ne qanûnî ku di 23 û 24'ê Cotmeha 2011'ê de li Geliyê Tiyarê yê li Çelê hatin bikaranîn, dewleta Tİrk gelek çekên kîmyewî xiste dewrê û 36 gerîla şehîd xist.

Vê rêbaza hovane hîn jî bi kar tîne. Di salên 2021-2022'an de di şerê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de li Avaşîn, Zap, Metîna û Amediyê li gelek qadan gelek caran çekên kîmyewî bi kar anî. Li gorî bîlançoya ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve hate eşkerekirin di navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Cotmeha 2022'an de bi giştî 2 hezar û 467 caran çekên qedexekirî, bombeyên termobarîk ên nukleer û bombeyên fosforê hatin bikaranîn.

Artêşa Tirk bi her cûreyî êrîşî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dike. Gerîlayên Kurdistanê ku di her şert û mercî de çalakiyan dikin û artêşa tirk têk dibin, li gel zor û zehmetiyê jî derfetan diafirînin û artêşa Tirk li çiyê perîşan dikin. Neviyên Osmanî ku li hemberî taktîkên gerîlatiya pispor a serdema nû tengav bûne, li çiyayên Kurdistanê bêyî teknîkê nikarin bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Teqemeniyên TNT, TNB, DDF, TNP ên tevî madeyên kîmyewî têra artêşa Tirk nekir, niha giran daye ser kîmyasalê. Li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Halbûkî bi Peymana Cenevreyê re ya ku sala 1925'an hate îmzekirin, bikaranîna gazên kîmyewî di şer de hate qedexekirin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bikaranîna gazên kîmyewî sûcê şer e. Artêşa Tirk a faşîst li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer dike. Gelo dem nehatiye ku bê rawestandin?

GAZÊN KU DIŞEWITÎNIN, DIFETISÎNIN, XWÎNÊ BI JEHR DIKIN Û DITEVIZÎNIN

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku em lê rast hatin, dema qala madeyên kîmyewî yên hatin bikaranîn kirin, gotin ku hinek ji wan bi rengê zer e, hinek jê kesk e, hinek tehl e û hinek jî dişewitîne. Gelek cûreyên gazên kîmyewî hene. Hin ji wan ew gaz in ku mirovan difetisînin, gazên sinirê ye, gazên ku xwînê bi jehr dikin, gazên dişewitînin, gazên ku didin verişandin, gazên ditevizînin. Ji navê wan jî tê fêhmkirin ku bi kêrî çi tên.

Beriya niha ji Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek hevalên me yên rojnamevan agahî ji gerîlayên HPG û YJA Starê wergirtin ên ku gazên kîmyewî li hemberî wan hatin bikaranîn û encamên wê jî bi raya giştî re parve kirin. Bandora van madeyên kîmyewî ya li ser zindahiyan, ku hevalên me yên rojnamevan di nûçeyên xwe de bal kişandin ser, wê ji aliyê mirovên xwedî wijdan ve rastiya wê destnîşankirin.