Astengiyên li pêşberî şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û pêşeroja wê

Divê derfet ji aliyên siyasî û hêzên cemawerî yên dixwazin di pêşengî kirina ji civakê de rol bilîzin re bê dayîn, bi vî rengî şoreşa gelan li Rojhilat û Îran ji aliyekî ve dikare astengiyan rake û ji aliyê din ve jî pêşerojeke geş ji bo siberojê çêbikin.

Em di du mehên şoreşa gelên Îranê de ne, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bêyî cudahiya çîn, zayend, olî û mezhebî şoreşeke girseyî tê lidarxistin. Bê navber xwepêşandan û nerazîbûnên girseyî ku di asta serhildanê de ne, niha qonaxek bi serketî derbas kirin û derbasî pêvajoyeke nû bûne.

Civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê civakeke geş û xwedî liv û tevgereke siyasî û demokratîk e, ji ber wê jî ji ber ku xwepêşandan bi awayekî dilxwez destpê kirin, lewre heta niha jî tenê bi îradeya kolanan û bi biryara civakan bi xwe berdewam dikin. Di dema borî de, hem dewleta Îranê û hem jî hêzên opozisyona klasîk hewl didan ku bi dilê xwe bera xwepêşandanan bizivirînin, lê weke ku me dît, xwepêşanderan zû xapandin û lîstokên dewletê û opozîsyona klasîk dîtin, ji ber wê jî tenê bi tiştên ku bawer dikin berdewam kirin.

Rojhilata Navîn bi guhertinên mezin re rû bi rû ye ku hin ji wan bi Bihara Neteweyan ku di sala 2011’an de li Bakurê Efrîqayê destpê kir, hatin afirandin. Civaka bakurê Efrîqa û rojhilata Erebî ji ber ku di aliyê paradîgmayî ve xwe amade nekiribûn, lewra şoreşa gel ji aliyê hêzên hegemonîk, hêzên mezhebî û kevneperest ve hat dizîn û bera wê ber bi aliyeke ne diyar ve araste kirin, weke mînak rewşa îroyîn ya Lîbyayê, Tûnis, Misir û heta Sûriyeya di bin desthilatdariya Esed û qaşo muxalefeta Sûriyê. Dewleta Esed û bi navê opozîsyona Sûriyê. Lewma hişmendiya gel dikare pêşî li destwerdana derve bigire, her wiha pêşî li xwe ferzkirina hêzên klasîk û kevneperest bigire. Weke mînak şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di domandina pêngava pêşveçûnxwaziya şoreşa demokratîk a gelan de bi ser ketiye.

Dirûşmeya şoreşa gelên Rojhilat ku “Jin, Jiyan û Azadî” ye, bi awayekî serketî hat parastin û roj bi roj geş dibe, jin, mêr, ciwan, zarok û kal û pîr bêyî cudahî û bi hemû baweriya xwe vê dirûşmeyê berz dikin. Ligel vê dirûşmeyê jî dirûşmeya “Bimre dîktator” û “Ti cudahiyek zaliman nîne çi padîşah be yan jî rêber be” jî lê zêde kirin. Ango xwepêşander gav bi gav xwe ji bo şoreşeke girseyî ya neteweyî amade kirin.

Dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, ji ber encama paradîgma û felsefeyekê ye û di şexsê rêxistina jinên azadîxwaz ên Kurdistanê de bûye Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, di heman demê de em dikarin bibêjin ku ev dirûşme bûye îdeolojiya azadiya jinê li Kurdistan û Rojhilata Navîn. Lewma jî yên ku dibêjin ev dirûşme ji rêze helbestek a Mamosta Hemin (Helbestvan) hatiye, yan jî weke ku şahbanû Fereh Pehlewî ev gotin analîz kiriye!! Ji vane kûrtir e. Ji bo fêhmkirina cewher, kûrahî û ruhê vê dirûşmeyê divê wêjeya 30 salên Rêber Apo bixwîne, belge û nivîsên têkoşîna jinên azad a Tevgera Azadiya Kurdistanê jî binirxîne. Ligel vê yekê jî divê ev dirûşme bibe parçeyek ji ruh û têkoşîna we ya rojane.

Dewleta Îranê weke berê nêzî vê şoreşê dibe. Hewl dide ku wê bike pirsgirêka Kurd û Farisan, lê nekarî, hewl da ku wê bike dijminê Xwedê û olê, lê bi ser neket. Hewl da ku bi alîkariya Tirkiyeyê partiyên Rojhilatî bombebaran bike, lê bi ser neket. Ji ber vê yekê guman tê kirin ku dewleta Îranê ji bo vegerandina rewatiyê û ji bo dirêjkirina temenê xwe her cure zext û zordariyê bikar bîne, helbet ne diyar e ka kolanên xwepêşander wê derfetê bidin wê yan na?

Partiyên Kurd ên klasîk, neteweperestên Faris ên “Desthilatxwaz” û yên Şîe yên mezhebgera “Mucahidînê Xelq” heta niha bi ser neketin ku xwe li ser şoreşa gelên Îranê ferz bikin. Di serdema Meşrûte de, di destpêka sedsala 20’an de, di reformên Muhemed Musedêq ên di nîvê sedsala 20’an de û dîsa di Şoreşa Gelên Îranê ya sala 1979’an de, jin pêşengiya guhertinên civakî kirin. Lê belê, ji aliyê hêzên hegemonîk ên global û kevneperestên navxweyî ve hatine beralîkirin û dîsa bûne asteng li pêşiya pêşketina demokratîk a civakê. Gelê Îranê bi fêrbûna ji dîroka xwepêşandaên girseyî yên berê, wê bizanibe ku çawa biryarê li ser çarenûsa xwe bide.

Bi dirûşmeya nûjen û azadîxwaz û li ser bingeha felsefeya modernîteya demokratîk a Rêber Apo, divê manîfestoya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” derkeve holê û guhertinên radîkal ên ku divê şoreş li Rojhilat û Îranê bike çi ne diyar bike. Bi vî awayî divê hemû gelên Îranê bêyî cudahiya neteweyî, bawerî, ol, mezheb û çînî, ji bo Îraneke demokratîk ku tê de maf û azadiya jinan, çareseriya demokratîk û xwerêveberiya gelan têde cih digire, li dora vê şoreşê bicivin. Her wiha dabînkirina azadiya ferdî û azadiyên civakî jî divê di çarçoveya bûyîna hemwelatiyê/a azad de di destûreke bingehîn a demokratîk de bên garantîkirin.

Ji bo ku manîfestoya şoreşê bibe bingeha guherînê û di heman demê de hemû civak bikarin bê cudahî ji paşeroja xwe û gel, netew û ol û baweriya xwe piştrast be, pêwîste li gorî vê yekê derfet ji aliyên siyasî û hêzên cemawerî yên ku dixwazin di pêşengî kirina ji civakê de rol bilîzin re bê dayîn, êdî bi vî rengî şoreşa gelan li Rojhilat û Îran ji aliyekî ve dikare astengiyan rake û ji aliyê din ve jî pêşerojeke geş ji bo siberojê çêbikin.