Asta çînayatî, bajarîbûn û dewletbûnê: Pençeşêrîbûn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Asta çînayatî, bajarîbûn û dewletbûnê ji hêla hemû derdorên karîger ên zanistî ve, bi rengê pençeşêrê (pençeşêra biyolojîk jî bi vê ve têkildar e) tê nirxandin

Têgiha şaristaniyê zêdetir civaka li ber qonaxa çînayatî, bajar û dewletê ya têgeha çanda giştî vedibêje. Çînayatî, bajarîbûn û dewletbûyin kategoriyên sereke yên şaristaniyê ne. Civaka li vir li çînan dabeş bûye, bûye bajarî û dewletî. Bi halê berbiçav û geşedana dîrokî çînayatiya li civaka nav klana wekhev û qebîleyê, bajarîbûna li ser civaka çandinî-gundewarî û dewletbûyina dihembêza civaka hîyerarşîk de, şaristaniyê karakterîze dike. Civaka şaristaniyê li gel têkiliya simbiyotîk a bi çarçoweya sirûşt-civakê, piştî ku têkiliya serweriyê ya di nav sirûşta civakî de ji yek alî ve her ku dibe nakokiyeke tund, berbiçav dibe. Avaniyên cihê yên li nav civakê, mane hîsên exlaqî û estetîkî çêdike.

JI BO ÇEWISANDIYAN BOBELAT Û JIDESTÇÛNA UTOPYAYA BIHIŞTÊ YE

Li ser tê nîqaşkirin bê ka şaristanî ji bo civakê geşedaneke baş e an xirab e. Ji bo yên ku dîrok bi rengê mêtingeriya serwer ava kirine şaristanî geşedaneke mezin a dîrokî ye, jê wêdetir dîrok bi xwe ye. Ji bo yên ku xwe wekî yên zext li ser wan heye û têne mêtin pênase dikin mîna bobelat û jidestdana utopyaya bihiştê ye. Li nav civakeke wiha ku vê nakokiyê ji kûr ve dijîn, li nav civakê raman, hîsên exaqlî û estetîk ji hev cihê dibin û ev jî bi bingeha sirûştiya civakî ye. Li ser şaristaniyê saziyên parçeyî, bi hev re bi naokî û cîhana maneyan ava dibe. Şer herî pir vê rasteqîniyê vedibêje. Hebûna çalakiyên civakî yÊn mîna şer ku tinekirina fizîkî pir lê pêk tê, tenê civaka ku ji kûr ve hatiye dabeşkirin vedibêje. Parçebûna maneyê jî şerê îdeolojîk vedibêje, ev jî bi qasî şerê fizîkî yê li nav civaka şaristanî, şerekî karîger ê hegemonîk e. Aliyên xwedî nakok ên civaka şareza cihêtiya xwe bi rengê şerê îdeolojîk û fizikî û sazûmanî nîşan didin, her wiha ji aliyê dî ve jî xwe weke avaniyên hîmî û yekparetiya maneyên serwer û domdar vedibêjin. Îdîa dikin ku civaka rastî ji wan pêk tê, civak bi vî rengî xwe heyî dike. Di nav xwe de her çendî bikeve nav serdem, sazî û maneyên cihê jî, rastiya sereke ya şaristaniyê ev e.

ÇÎNAYATÎ, BAJARÎBÛN, DEWLETBÛN Û PENÇEŞÊRÎBÛN

Diyardeyeke sereke ya ku di geşedana civaka şaristanî de xwe dide der ew e ku civaka ku di hembêza wê de geş dibe, bi amûrên zorê û mêtingeriyê her ku diçe diqurpîne, dihelîne û têkilî vê diyardeyê, têkiliya di navbeyna Sirûşta Pêşî û ekolojîk-sîmbîyotîkê de ji hev difeşkilîne, wê tenê vedugerîne ser kanê, dimije û pê re pê re dimezêxe. Pirseke aktuel e bê ka di vê rewşê de civak wê bi nakokiyên navxwe ji hev belawela bibe an bi nakokiyên ekolojîk. A rast jî ew e ku heke şaristanî guherîneke ji bin ve û baş pêk neyîne, sirûşta pêşî û duyan a bi serweriya herdu nakokiyan wê ji bobelatan nikaribin xwe xilas bikin. Nirxandinên wekî, civak bê şaristanî nikare bijî, civakên bi şaristanî dijîn civakên zengîn û xurt in, îdeolojîk in û bêhtir paradîgmaya elîteke yekdest a tehekûmparêz û mêtinger nîşan didin. Asta çînayatî, bajarîbûn û dewletbûnê ji hêla hemû derdorên karîger ên zanistî ve, bi rengê pençeşêrê (pençeşêra biyolojîk jî bi vê ve têkildar e) tê nirxandin. Li ser vê mijarê têra xwe şanîdêr hene. Çekdarbûna nukleerî, hilweşîna derdorê, bêkariya ji avaniyê, civaka mezaxtinê, pir zêdebûna nifûsê, pençeşêra biyolojîk, nexweşiyên zayendî, qirkirinên ku zêde bûne, di serê van şanîdêran de ne.

RIZGARIYA HÎMÎ Û GIHANE LI JIYANA AZAD

Şaristanî-modernîteya demokratîk ku wê şaristaniya nakok û bi pençeşêrê ji xisletê wê yê tehakkûmparêz û mêtinger derxîne û veguherîne, bi rengê rêya jêderketinê her ku diçe xwe dike alternatîf. A rast ew e ku mirov hilweşîna şaristaniya berê mîna hilweşîna hemû mirovahiyê bibîne, mirov wekî geşedana şaristaniya demokratîk û serekebûna wê bibîne. Girîng e ku mirov bizanibe di vê rewşê de çandên civakî zêdetir mayinde dibnin, çand xwedî wê hêzê ne ku şaristaniyan veguherînin, şaristaniyan hem ji hev cihê dike û hem jî geş dike û hem jî bi wê zîrektiyê ne ku ddikarin ji bin ve biguherînin.  Li şûna ku mirov li ser hilweşîna şaristaniyê ya li nav civakê weke windabûne mezin bibîne, heke rê li ber vekiribe ku çand ji hêla avaniya xwe ve û wateyî ve geş bibe, divê mirov vê hilweşînê weke geşedaneke pir baş bibîne. Heke rê li ber veguherîna şaristaniyê vekiribe, mirov dikare vê geşedanê weke rizgariya hîmî û gihane jiyana azad şîrove bike.

(…)

BOBELATA CIVAKÎ

Pirsgirêkên ku têne jiyîn, krîz û kaosa ku civak kirinê ne tenê ji ber qanûna karê zêde ya kapîtalîzmê ye; bi qirkirina çandî ya netew-dewletê re parçebûna civakî ya ku endustrîyalîzmê rê li ber vekiriye, bi hemû saziyên jêravanî û joravaniyê hejariyan, nebûnan, bêkariyan, bêperwerdebûnan, bêtendiristiyan û windahiyên hişmendiyê jî di nav xwe de vedihewîne. Rewşa ku tê jiyîn ji pirsgirêkê wêdetir bi asta bobeleta herî mezin a civakî ye.  Ji ber xwe ve, wêdetirî derketina ji civakîbûnê hatiye parçekirin, navendên xwe yên hêrisê ji dest dane û veguherandina ser parçeyên nebihistyar.

(…)

NETEW DEWLET

Tenê diyardeya netew-dewletê jî têra wê dikir ku rastiya civaka dîrokî piranî rast bike. Bi ser de, mirov dikare bibêje, xwe disparte metafîzikeke pir sivik ku ji bo raman û hîsên hilberên nedibû potansiyel. Netew-dewlet ji hêla potansiyelê ve, di qonaxa dawî de ji bilî hilberandina faşîzmê nikarîbû encameke dî bi xwe re bîne. Tekana rola pergalên karê zêde mezaxtina civakê û derdora wê bû. Li ser endustriyalîzmê jiyaneke biyolojîk û civakî nabe. Modernîte tenê normkirin û meşrûkirina zanistên xwe bû.

(…)

Sosyalîzm tenê dema ku heq ji milliyetgiriya kapîtalîzmê û netew-dewletiya wê ya ku rê li ber vekriye derkeve, dikare xwe bike alternatîf û bi rengê pergalê xwe ava bike. Rêya vê neteweya demokratîk û ekonomiya piyaseyê ya sosyal a bê kar e; li dijî endustrîyalîzma bi armanca karê zêde ya kapîtalîzmê, endûstriya ekolojîk e.

…..

Ji parastina  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a bi navê, ''Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk (Di Dorpêça Qirkirina Çandî de Parastina Kurdan) '' hatiye berhevkirin.