'Aqûbet li serê te!'

Bi gotineke dîtir wisa diyar dibe, ji bo ku Iraq ber bi valatiyeke destûrî ve neçe Ednan Zûrfî, ji ber neçariyê ango formalîteyî hatiye erkdarkirin

Demeke dirêj e li Iraqê qeyraneke kûr heye û dawî lê nayê. Ligel hemû ‘hewldanên’ hundirîn û derveyî jî li Iraqê rewşeke aram pêk nayê û dewlet û pergala dewletê nakeve rêkûpêkiyeke nîzamî. Beriya niha ji ber sedemên bêrêtî, gendelî û karên tarî yên desthilatdarî û hikumetê gel nerazîbûn nîşan da û daket qadan. Gelê daketî kolan û qadan bi mehan çalakiyên xwe yên protestoyî domandin. Di van çalakiyan de hêzên dewletê bi sedan kes qetil kirin, bi hezaran kes birîndar bû û ewqas jî hatin girtin. Ev qeyran derkete asteke wisa ku serokwezîrê demê Adil Evdilmehdî neçar ma îstîfa bike. ligel îstîfaya Evdilmehdî jî xwepêşandanên civakê yên ku dijî nelêrîtî û gendeliyê dawî nebûn û li meydana tehrîrê çalakiyên xwe domandin.

Ji aliyê desthilatdariyê ve jî qeyrana heyî dewam kir û ji ber van aloziyan çend mehan serokwezîrekî nû nehat hilbijartin. Piştî wê bi pêşengiya serokkomar Berhem Salih, li gorî pêwîstiyên zagonî serokwezîrê nû yê Iraqê Muhemmed Tewfîq Ellewî hat erkdarkirin. Lê belê Ellewî jî rastî heman nerazîbûna civakê hat û nekarî ji daxwazên girseyên li qadê re bibe bersiv û rewşeke aramî pêk bîne. Ji bo ku hikumeta Ellawî nekarî piştevaniya aliyên Kurd, Şîa û Sûnne bigire, nekarî hikumetê ava bike. Ango van eniyên navborî ji ber sedemên cur be cur ên siyasî, bîrdozî û berjewendiyên aborî ji dil piştgirî nedan ku Ellawî hikumeteke xwedî înîsiyatîf ava bike.

Piştî nerazîbûnên zêde yên hûndirîn û derveyî, serokkomarê Iraqê Berhemn Salih careke dîtir bi armanca ku hukumetê ava bike Ednan Zûrfî, (16-03-2020) erkdar kir.

Ednan Zûrfî ji eslê xwe xelkê Necefê ye. Bajarê Necefê, cih û navendeke ku kesayetiyên olî, mezhebî lê tên perwerdekirin û gihandin e. Li Rojhilata Navîn du bajarên sereke ku herî zêde îstîxbarata dewletên Erebî û dewleta Îranê xwe li ser bingeha olî û mezhebî lê rêxistin dikin, yek bajarê Qomê yê Başûrê Îranê ye, yê dîtir jî bajarê Necefê yê Başûrê Iraqê ye. Ev her du bajar li Îran û Iraqê di warê têgihadin û kemilandina kesayetiyên olî de xwedî risteke girîng in.

Ev jî xuya dike ku Ednan Zûrfî li gorî nasnameya wî ya me li jor diyar kirî ji aliyê hin navendan ve hatiye bijartin. Diyar dibe ku bi eslê xwe ji bajarê Necefê ye, ji wir ji dayik bûye û Endamê Hizbî Daweya Îslamî ye, dîsa li vê derê Zanista Olî ya Fiqha Îslamî xwendiye, lewre hatiye bijartin.

Dîsa Zûrfî, di navbera salên 2004-2005’an de dema ‘hikumeta intiqalî(demkî)’ parêzgehê/waliyê Necefê bûye. Piştre salên 2006-2009’an ji bo Alîkarê Wezareta Hundirîn a Iraqê tê peywirdarkirin û di çarçoveya kar û barên îstîxbaratê de hatiye ser kar. Di sala 2009’an de Zûrfî careke dîtir dibe waliyê Necefê û heta  sala 2015’an li ser kar dimîne û walîtiyê dike. Zûrfî niha jî weke Serokê Franksiyona Hevpeymanî ya Nesr a Parlemena Iraqê ye. Weke tê zanîn Eniya Nesr, girêdayî Heyder El Ebadî ku ji sala 2014’an heta 2016’an serokwezîriya Iraqê dikir.

Ev daneyên di derbarê Ednan Zûfî de hatî dayîn jî nîşan didin ku Zûrfî, nêzî kesayetên mîna Muqtedir el Sadr ku lîderê payebilind ê Şîayan e. Ango Ednan Zûrfî kesayetiyeke neteweperest, olperest û  mezhebparêz ê Iraqê ye. Lewre Zûrfî, niha ji bo pêkanîna hikumetê hewl dide pişta xwe bi kes û kesayetên serbixweparêziya Iraqê divên qahîm bike û di desteya xwe ya wezîran de bike xwedî erk û peywir, bîne ser kar. Nexasim ev kesên ku bibijêre divê xwedî hişmendî û feraseteke siyasî ya serbixwe be; bi siyaseta navneteweyî ve (Îran, Tirkiye, DYE û YE) girêdayî nebin. Lê ji ber realîteya Iraqê ev tişt zêde gengaz naxuyê pêk bên.

Lewre Çavdêr û şirovekarên siyasî yên Iraq û herêmê diyar dikin ku dê çarenûsa Ednan Zûrfî jî ji ya Ellewî cudatir nebe. Ango dê aqûbeta Muhemmed Tewfîq Ellewî bê serê wî jî! Lewre Ellewî jî weke selefê xwe Adil Evdilmehdî, ji ber vê hişmendiya li jor hatî destnîşankirin nekarî bigihêje armanca xwe û di nava qewl û maweya jê re hatî dayîn de hikûmetê ava bike.

Ji xwe tê şîrovekirin ku ji bo valatî nekeve destûra bingehîn a Iraqê ji nişka ve Ednan Zûrfî weke surprîzekê, ji bo hikumetê ava bike hate diyarkirin. Bi gotineke dîtir wisa diyar dibe, ji bo ku Iraq ber bi valatiyeke destûrî ve neçe Ednan Zûrfî, ji ber neçariyê ango formalîteyî hatiye erkdarkirin.

Lê belê weke li jor jî hatî diyarkirin di rewşa heyî de li Iraqê ti hêz û derdorên xwedî xeteke siyasî û bîrdozî ya serbixwe naxuyê û ji ber xisleta kaotîk a welêt jî ev gengaz naxuyê. Lewre li Iraqê ne ji eniya Sunne, ne ji eniya Şîa ne jî ji eniya Kurdan kesekî xwedî siyaseteke serbixwe nîne. Ev jî nîşan dide ku dê aloziya Iraqê ya heyî beredewam bike, heta dê di asteke jor de  kûrtir bibe. Her wiha di rewşeke wiha alozî û qeyrana timî de ku ji her aliyî ve ber bi hilweşîna civakî ve diçe de, nîşaneyên wê hene dibe ku Neteweyên Yekbûyî destwerdan li rewşa Iraqê bike û rewşa Iraqê ya heyî ber bi form û formolasyoneke cudatir ve biqulibe!