8'ê Kanûnê bi hilweşîna rejîma Esad re li Sûriyeyê hevsengiya siyasî û leşkerî derbasî asteke nû bû. Di ser vê yekê re meh derbas bûne, lê rewşa ne diyar a li welêt hîn jî dewam dike. Hilweşîna rejîmê nehat wateya bidawîbûna şer. Civaka navneteweyî têkilî bi aktorên nû re danî û kete nava lêgerîna li pêvajoya dîplomatîk a ji bo avakirina Sûriyeya nû.
Lîderê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Colanî ku valahiya desthilatdariyê tavilê dagirt, berê bi karên xwe yên çekdarî yên radîktal bê naskirin jî di dema dawî de hewl dide xwe weke fîgurekî siyasî nîşan bide. HTŞ a bi serkêşiya Colanî rêveberiyeke demkî ava kir û hewl dide di asta navneteweyî de xwe rewa bike.
Lê belê bûyerên destpêkê yên di pêvajoya derbasbûnê ya rêveberiya HTŞ'ê de qewimîn cihê hêviyê nînin. Bi taybetî agahiyên li ser komkujiyên li herêmên peravî yên li hemberî sivîlên Elewî hem li nava Sûriyeyê hem jî li qada navneteweyî bûn sedema nerazîbûneke cidî. Bêdengiya rêveberiya nû ya li ser van êrîşan, kir ku fikar li ser bendewariya ji bo paşerojeke aştiyane çêbibin.
Li aliyê din Tirkiye ku piştevanê herî mezin ê HTŞ'ê ye û komên wê yên çekdar, hîn jî hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine. Hebûna dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li van herêman li ser aramiya Rêveberiya Xweser gef e û paşeroja Sûriyeyê hîn bêhtir tevlîhev dike.
'DIVÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ YA LI SÛRIYEYÊ BÊ ANÎN'
Ji Çep a Komarger a Katalonyayê Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya (Esquerra Republicana de Catalunya /ERC) Adrià Guevara gefên li ser Rojava û girîngiya sîstema Rojava ya ji bo Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Adria Guevara destnîşan kir ku hebûna dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li nava xaka Sûriyeyê li ser paşeroja Rojava hîn jî gefek e û got, "Weke partî em di wê baweriyê de ne ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikevin ber sûcên li dijî mirovahiyê û şer. Tirkiye hîn jî stratejiya xwe ya ji bo dagirkirina vê herêma gelê Kurd dewam dike. Li gorî me divê ev dagirkerî bi dawî bibe. Divê civaka navneteweyî hovîtiya dewleta Tirk a li Rojava bibîne û piştgiriyê bide gelê Kurd."
'MODELA ROJAVA RÊ NÎŞAN DIDE'
Adria Guevara diyar kir ku sîstema li Rojava hatiye avakirin ji bo paşerojê rê nîşan dide û destnîşan kir ku pêwîstiya paşeroja Sûriyeyê bi modeleke bi vî rengî heye. Adria Guevara bi dewamî got, "Li gorî me, sîstema li Rojava gelekî baş e; ji ber ku ev sîstem pirrengî ye ku hemû gel û çandên cuda û olên herêmê di nava xwe de vedihewîne, hurmnetê nîşanî hindikahiyan dide û wan vedihewîne. Pratîka rêveberiya Rojava gelekî erênî ye. Rewşa herî baş diafirîne ku cihêreng dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Divê em bi baldarî bişopînin bê dema bê, wê çi biqewime. Hevsengiyên ku têne guhertin divê zerarê nedin Rojava."
'HTŞ NE CIHÊ BAWERIYÊ YE'
Adria Guevara destnîşan kir ku desthilatdariya nû ya li Şamê ku HTŞ serkêşiyê jê re dike, ji bo paşeroja Sûriyeyê ne cihê hêviyê ye û anî ziman ku civaka navneteweyî divê hîn bi baldarî nêzîk bibe. Adria Guevara got, "Hikumeta Sûriyeyê ya nû ji bo me hîn jî cihê fikaran e. Ji ber ku desthilatdarî xwedî avaniyeke Îslamiya radîkal e. Desthilatdariyek xwedî bingeheke bi vî rengî wê ber bi ku ve biçe, wê mafên cihêrengiyên li welêt çawa bi cih bîne, wê mafên herêmên weke Rojava çawa biparêze, ev yek hîn ne diyar e."
'HELWESTA YEKÎTIYA EWROPAYÊ DIVÊ ÊDÎ BIGUHERE'
Adria Guevara diyar kir ku ji bo parastina Rojava divê welatên Ewropayê êdî bi berpirsyarî rabin û got, "Di êrîşên li ser Rojava de gelek welat bêdeng dimînin. Li Katalonyayê bi salan e em piştgiriyê didin doza Kurdan. Li Parlamenta Katalan ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û gelê Rojava re me gelek belavok qebûl kirin. Lê belê eşkere ye ku gelek welatên Ewropayê ev nekirine. Bi dîtina min sedema vê jî bandora mezin a Tirkiyeyê ye. Di navbera Yekîtiya Ewropayê û hikumeta Tirk de li ser koçberan û gelek mijarên din peyman hene. Dibe ku ji ber vê yekê hin welatên mezin ên Ewropayê piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re bi rengekî eşkere nîşan nadin, lê belê ev helwest divê êdî bê guhertin. Weke gelê Katalan bi helwesta xwe me rê nîşanî van welatan dan. Divê bidin ser şopa me û biryarên me yên têkildarî Rojava. Ji bo oparastina mafên mirovan û mafên gelan divê em bi hev re tevbigerin."
'EM BI HEV RE HÎN BÊHTIR XURT IN'
Berdevkê Têkiliyên Navneteweyî yên ERC'ê Adria Guevara herî dawî bi bîr xist ku êşên gelên Katalan û Kurd ji aliyê dîrokî ve weke hev in, têkoşîna wan jî dişibe hev û got, "Gelê Katalan û gelê Kurd dostê hev in, xwişk û bira ne. Em ji bo heman tiştî têdikoşin; azadî, mafê rêvebirina xwe bi xwe ya li derveyî destwerdana derve, parastina ziman û çanda xwe. Divê em bi hev re tevbigerin, ji ber ku em bi hev re hîn bêhtir xurt in û rêya bidestxistina mafên xwe jî ev e."