Şoreşgeriya demên krîtîk

Di demên krîtîk de mirov ji bo ku karibe encamê werbigire, divê bi culhet be, xwe lê biqewime û çalak be, ji aliyê din ve jî divê mirov baldar be û bi tevdîr tevbigere. Şoreşgeriyeke wisa dikare destpêkêke nû pêk bîne û encamê ji tekoşînê werbigire.

Wekî di jiyanê de di nav jiyana têkoşîna şoreşger de jî li ser xeteke rast bi pêş ve naçe. Bi gotineke din serberjêr û serberjord dibe. Bi qasî pêşveçûnan paşveçûn jî çêdibe, wekî ku derfetên zêde çêdibin, carina bêderfetî jî çêdibe. Bi qasî pêvajoyên aram û bi îstîkrar, pêvajoyên gelekî krîtîk jî hene. Mirov nizane wê çi demê çi pêk werin. Dibe ku her cure pêşketin çêbibe. Dijwarî û bêderfetî zêde ne. Ji demên wisa re demên krîtîk tê gotin.

Demên krîtîk di destpêk û qedandina pêvajoyên têkoşîna şoreşgerî de pêk tê. Di destpêkê de tiştên ne diyar gelek in û ev tişt pêvajoyê dixe rewşeke krîtîk. Piştre pêvajoyeke dawîn pêk tê û rewşa serkeftina pêvajoyê dibe ku pêk were. Ev jî tê wateya ku mirov rîskeke mezin werbigire û bi lez tevbigere. Ji dema normal wêdetir helwest û tevger hewce dike. Yan na ne mumkun e ku mirov bi ser bikeve û di pêvajoyê de serkeftî be.

Nexwe wekî demên asayî mirov nikare nêzî xebat û têkoşîna demên krîtîk bibe. Şoreşgeriya dema krîtîk nabe wekî şoreşgeriya dema normal. Di demên krîtîk de mirov ji bo ku karibe encamê werbigire, divê bi culhet be, xwe lê biqewime û çalak be, ji aliyê din ve jî divê mirov baldar be û bi tevdîr tevbigere. Şoreşgeriyeke wisa dikare destpêkêke nû pêk bîne û encamê ji tekoşînê werbigire.

Em çima qalan van tiştan dikin? Ji ber ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê di pêvajoya stratejîk a şerê gel a şoreşgerî de ketiye rewşeke krîtîk ji ber wê. Berê jî di pêvajoya stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk de, demên taktîkî û krîtîk jiya. Sermesele dema ku hêzên komploger ên navneteweyî piştî sala 2003’an dema ku AKP kirine desthilatdar û bi piştgiriya nokerên Kurd, di pêvajoya provokatîf û tasfiyeyê jî pêvajoyeke gelekî krîtîk bû. Dixwestin ku PKK ji xeta Apoyî were qetandin, di nav pergala modernîteya kapîtalîst were hiştin û were helandin.

Wekî ku tê zanîn Rêber Apo li dijî êrîşa îmhayê ya wisa, bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Parastina Gelekî’ ya ku qala guherandina paradîgmayê dikir, bersiv da û li ser vî esasî tasfiyekarî tasfiye kir. Fêmkirina vê xeta nû û têkoşîna ku tasfiyekarî tasfiye kir ji bo şoreşgeriya Kurdistanê peywireke sereke bû. Ji ber ku tasfiyekar di warê pratîkê de bêtir xwerêxistinkirî bûn û di pozîsyoneke bi bandor de bûn. Vî tiştî jî pêvajo bêtir krîtîk dikir. Di rewşeke wisa de fêmkirina zû ya xeta Apoyî û pêkanîna wê ya serkeftî gelekî girîng e. Şoreşgerên wisa tevî Rêber Abdullah Ocalan kolektîvîzmeke partiyê ava kirin û tevlî nav têkoşînê bûn a ku tasfiyekarî tasfiye kirin.
Yek ji şoreşgera mînak a ku peywira xwe ya dîrokî li ser vî esasî meşandiye jî Şîlan Kobanî bû. Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê bû û yek ji damezirînera YAJK’ê bû. Li Rojava dema ku ji bo tasfiyekariyê bêbandor bike, tevî çar hevalên xwe di 29’ê Mijdara 2004’an de li Mûsûlê ji aliyê çeteyên faşîst hatin kuştin. Bi vê wesîleyê di salvegera 16’an a şehadeta wê, em wê bi hurmer bi bîr tînin û diyar dikin ku bîranîna wan di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de dijî. Heke ked û hewldana Şîlan Kobanî û ya hevalên wê nebûya, di wê pêvajoya krîtîk de wê şoreşgeriya Kurdistanê bi ser neketa.

Mînakeke wekî wê pêvajoya sala 2007’an e. Rêveberiya Bûsh a ku di hilbijartina Mijdara 2006’an de têk çû, dev ji pêvajoya agirbestê berda û berê xwe da polîtîkayeke şer a nû. Bi eşkere piştgirî didan Rêveberiya Tayyip Erdogan û dixwest Artêşa Tirk û PKK şer bike. Ji ber vê jî him DYE û him jî TC ketibûn nav pêvajoya şerekî nû. Di hevdîtina Bûsh û Erdogan de ya di 5’ê Mijdarê de ev encam kirin planeke hevpar û di 20’ê Sibata 2008’an de pêşiya vî tiştî vekirin ku li Zapê êrîşî PKK’ê kirin. Di tifaqa DYE, TC û PDK’ê de biryar dan ku Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê bibe qadeke êrîşeke leşkerî.

Ji bo têkoşîna azadiyê demeke krîtîk bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdan pêngava siyasî ya ‘Êdî bes e’ xistibe rojevê jî, li dijî êrîşa faşîst û qirker têkoşîna siyasî ne bes bû. Di pêvajoyeke wisa krîtîk de, pêdivî bi şoreşgeriyekê hebû û ev şoreşgerî di Cotmeha 2007’an de li Çiyayê Gabarê û li Oremarê derket holê. Fermandariya HPG’ê ya Gabarê di 11’ê Cotmehê de derbeke giran li artêşa Tirk xist, pêvajoyeke nû ya berxwedanê da destpêkirin û nehişt ku plana Erdogan û Bûsh bi ser bikeve. Di 4’ê Kanûna 2007’an de fermandarên berxwedanê Adil û Gulbahar şehîd bûbûn. Di salvegera 13’emîn a şehadeta wan de, em wan bi hurmet bi bîr tînin.

Mirov bala xwe bidiyê, vê pêvajoyeke ku em tê de ne, demeke krîtîk e. Di pêvajoya stratejîk de ya ku di 1’ê Hezîrana 2010’an de hate destpêkirin, tê de gelek demên taktîkî û krîtîk pêk hat. Sermesel destpêkirina wê gelekî krîtîk bû. Ji ber ku gelek tiştên ne diyar hebû. Şerê gel ê şoreşgerî nehatibû formulîzekirin, kadro û gel li ser vê bingeha stratejîk nehatibûn perwerdekirin, plansazî û rêxistinkirina stratejîk nehatibû kirin. Piştî 13’ê Tebaxa 2010’an jî pêvajoya agirbestê pêk hat û ji bo Tevgera Azadiyê jî derfet çêbû ku ev kêmasî were çareserkirin.

Wekî vê pêvoya 2020’an û bi taybetî pêvajoya payiza 2020’an jî tê wateya encameke wisa. Rêveberiya Tayyip Erdogan ji sala 2017’an û vir ve bi MHP’ê re tifaqek çêkiriye, bi vê tifaqê re ji bo ku li ser pêyan bisekine dîktatoriyeke faşîst ava kiriye, li derve jî bi metodên cihê bi piştgiriya rêveberiyên Trûmp û Pûtîn û PDK’ê li ser PKK’ê û li Başûr û Rojava êrîşên dagirker dike, hewl dide encamekê bistîne. Armanca wê ev e ku di plana îmha û tasfiyeya PKK’ê de bi ser bikeve.
Sala 2020’an dema dawîn a êrîşên wisa plankirî dimeşîne. Di sala 2020’an de jî êdî her kes dibîne ku tifaqa DYE, TC û PDK’ê li dijî PKK’ê êrîşeke îmha û tasfiyeyê ya bi plan dimeşîne . Mirov bala xwe bidiyê, wê bibîne ku hêzên êrîşkar diyar in, hêzên ku êrîşî wan tê kirin diyar in, armanca êrîşê diyar e û dema êrîşê jî diyar e. Tifaqa AKP û MHP’ê, bi piştgiriya DYE û PDK’ê heta payîza 2020’an ji bo îmha û tasfiyeya PKK’ê êrîşeke faşîst a şerê taybet meşand. Lê gelekî eşkere ye ku bi berxwedana gerîla û gelê Kurd plana îmha û tasfiyekirina PKK’ê bi ser neket û pûç bûye. Li DYE jî rêveberiya Trûmp di hilbijartina 3’ê Mijdarê de têk çû û vî tiştî jî pêvajo krîtîk bûye.

Em bala xwe bidinê, rêveberiya Trûmp êdî ketiye. Yekîtiya Ewropayê hatiye asta ku tifaqa AKP û MHP’Ê bidarizîne. Rêveberiya Tayyip Erdogana û tifaqa AKP û MHP’ê êdî hildiweşe. Piştî Çileya 2021’an wê vê tifaqa ku dixwaze PKK’ê tasfiye bike jî, wê ji bo wan rewş ne baş be. Ev tifaq beriya vê pêvajoyê bi dorpêça li ser Garê û êrîşên li ser Şengalê, dixwaze hin encaman bistîne. Bi kurtasî vê pêvajoyeke êdî krîtîk bûye, êdî hêzên qirker ên faşîst har û dîn dike. Nexwe di pêvajoya dawîn de, em ji demeke krîtîk derbas dibin û ji bo serkeftinê pêdivî bi şoreşgeriya dema krîtîk heye. Bi nirxandina şertên vê dema ku em tê de ne,bi baldarî û tevdîrê, divê mirov gelekî amade be.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA