'Şoreşa Rojhilata Navîn wê bi rengê şoreşa jinê pêk were'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan anî ziman ku gelên li Îranê di şexsê Jîna Emînî de serî li ber zilmê rakirine û destnîşan kir ku şoreşa Rojhilata Navîn wê bi rengê şoreşa jinê pêk were.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan qetilkirina Jîna Emînî û serhildana gel a piştî vê bûyerê rû da bi gotarekê nirxand.

Besê Erzîncan got, "Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê jin a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve bi hinceta ku 'serê xwe baş nenixumandiye' hate destgîrkirin û bi êşkenceyê şehîd hate xistin. Xwepêşandanên şermezarkirinê yên piştre li Îran û Rojhilat destpê kirin, bi rojane dewam dikin. Beriya ku Jîna Emînî bê qetilkirin li Merîwanê jin a Kurd Şilêr Resûlî ji bo ji destavêtina leşkerekî bi pere yê rejîmê rizgar bibe dawî li jiyana xwe anî bû. Piştî van bûyerên li Rojhilat ên li dijî jinên Kurd, hêrs û nerazîbûneke mezin bû sedem ku li seranserê Îranê gel rabe ser piyan. Beşdarên xwepêşandanan li gel şermezarkirina kiryarên koletiyê û zextên li dijî jinê her wiha polîtîkayên rejîma molla ya Îranê yên ji bo kolekirina gel û baweriyan hemûyan şermezar dikin.

Besê Erzîncan sersaxî ji malbatên Jîna Emînî, Şilêr Resûlî û malbatên her kesên di xwepêşandanan de hatin qetilkirin sersaxî xwest û di şexsê şehîdan de soz da ku wê hîn bi xurtî tevlî têkoşîna azadiyê bibin û pêşengiyê ji vê dozê re bikin.

'YEKEMCAR GEL BI DIRÛŞMEKE JINAN RABÛ SER PIYAN'

Besê Erzîncan anî ziman ku pirsgirêkên li dora jinê rû dane veguherîne pirsgirêkên herî bi krîz û girêka kor û wiha dewam kir, "Heta ku pirsgirêkên jinê çareser nebin, pirsgirêkên din ên civakî çareser nabin. Lewma xeta azadiyê ya jinê û têkoşîna wê bi rola hevgirtina têkoşîna gel û baweriyan, bi rola pêşengiyê radibe. Li Rojhilata Navîn kevneşopiyeke ku bi gotinên olî gel rabe ser piyan û desthilatdariyan hilweşîne. Lê belê cara  yekê ye ku li dora dirûşmeke jinê; li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' gel rabûn ser piyan. Qetilkirina Jîna Emînî bû dilopa dawî ya zilm û newekheviya li nava civakê. Lewma şêwe û naveroka vê serhildana li Îranê destpê kiriye gelekî cuda ye. Radîkal e. Cara yekê ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de serhildaneke bi vî rengî rû dide. Hemû daxwazên li ser azadî, wekhevî û demokrasiyê li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' gihîştin hev. Hêz dan hev. Hevpar bûn. Ev yek veguherîneke gelekî radîkal û daxwaza ji bo afirandina jiyaneke nû ya bêdewlet a li nava civakî nîşan dide.

Bi salên 2000'î re bi jinan re hişmendî û baweriyeke gelekî mezin a azadiyê bi jinan re çêbûye. Têkoşîn û tevgerên azadiyê yên jinê xwe dispêrin baweriyê, edaletê, manewiyatê, hevrêtiyê û felsefeya jiyana azad. Lewma tevgerên azadiya jinê salên derbasbûyî gelekî hewl dan û kar kirin. Fedakarî kirin. Hewl dan a rast û edaletê temsîl bikin û bi vê gava xwe bûn cihê bawerî û wêrekiyê ji bo civakê. Kurd, Fars, Azerî, Belûcî, Yarsan û hemû gel û baweriyên din ên li Îranê li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' gihîştin hev. Xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî têne lidarxistin bi şênberî radixin pêş çavan ku neteweya demokratîk wê bi pêşengiya jinê bê afirandin.

Ji ber vê yekê di serî de tevgera me ya jinê ya Apoyî, hemû têkoşînên azadiyê yên jinê divê li dijî mejiyê netewe-dewletê hîn bi xurtî û bi bandora rola xwe ya pêşengiyê bilîzin. Pêwîste bi pêşengiya jinê, civak ji her alî ve bê pêşvebirin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' di heman demê de bendewariyên bi pêşengiya jinê jî tîne ziman. Bawerî û pêwîstiyeke mezin a bi pêşengî û xeta azadiya jinê heye. Ev yek jî di nava civakê de bar û berpirsyariyên me jinan girantir dike. Şoreşa Rojhilata Navîn wê bi rengê şoreşa jinê pêk were. Divê amadekarî, nêzîkatî, bername, plansazî û sekna me li gorî vê yekê be."

DIVÊ SAZIYÊN DEWLETÊ BÊNE XITIMANDIN

Endama Koordînasyonan KJK'ê Besê Erzîncan anî ziman ku bi serhildana li Îranê re rewşeke nû rû daye û wiha dewam kir, "Li Îranê jin û gel ji aliyê ruhî ve ji dewletê qut dibin. Li tevahiya welêt çalakiyên gelekî radîkal têne lidarxistin ku di heman demê de têne kirin û piştgiriya hev dikin. Cara yekê ye ku li Îranê rewşeke bi vî rengî radîkal rû dide. Ya ku di vê çarçoveyê de divê bê kirin gelekî girîng e. Ji niha û pê ve divê jin û gelê me rêxistiniya xwe xurtir bikin. Serhildanê îradeyeke gelekî mezin a jinan û gelan bi xwe re anî. Gelekî girîng e ev yek rêxistinî bibe. Pêwîste rêxistiniyên li derveyî dewletê bêne avakirin. Jin û gelên me divê karibin ji gundan, ji bajaran destpê bikin; meclîs û komunên xwe, rêxistiniya xwe ava bikin û pirsgirêkên xwe jî bêyî bibin ber destê dewletê di nava xwe de çareser bikin."

Besê Erzîncan işaret bi girîngiya peydakirina rê û rêbaz û tedbîrên xwe parastinê kir û got, "Divê hevdu bi tenê nehêlin, gel yekîtiya xwe xurt bike û xwedî li hev derkeve. Bêyî pêwîstiyê bi dewletê bibîne divê karibin rê û rêbazên jiyanê biafirînin. Girîng e tovên afirandina neteweya demokratîk ji niha ve bêne şînkirin. Bi hêz û hunera xwe divê karibin bi pratîka xwe bersivê bidin pirsa 'jiyaneke bê dewlet çawa dibe?' Jin, gel divê karibin gav bi gav ji dewletê qut bibin û projeyên afirandina jiyan û sîstema xwe ava bikin. Destpêk zehmet jî be wê gav bi gav di vê mijarê de pêşketin çêbibe. 

Di vê çarçoveyê de bang li jinan û gelên me yên li Îranê hemûyan dikim ku yekîtiya xwe xurt bikin, bi hev re tevbigerin, sîstema xwe ya xweparastin, xwerêveberî û rêxistiniyê biafirînin. Divê jin û gelê me dest bi avakirina sîstemeke xwerêveberiyê bikin."

GELÊ KURD DEMA KU BÛ YEK HINGÎ DIKARE BI SER BIKEVE

Besê Erzîncan ji bo gelê Kurd jî destnîşan kir ku tenê bi rêxixtinî û yekîtiyê dikare bi ser bikeve û got, "Gelên me yên li Îranê divê li hemberî dewletê xwe bi xurtî bi rêxistin bikin. Li şûna vê dewleta riziyayî û dejenerebûyî, divê hewl bidin ku sîstemeke demokratîk û rêveberiya xwecihî biafirînin. Li Îranê bi pêşengiya jinê divê Kurd, Fars, Azerî, Belûcî û hemû gel û baawerî ji bo bicihanîna Modernîteya Demokratîk, ji bo pêkanîna modelya neteweya demokratîk bi hev re xwe bi rêxistin bikin, bixebitin û bi ser bikevin. Projeya me ya 'Îran a demokratîk, Kurdistana xweser' projeyeke dîrokî ye. Li ser bingeha avakirina xweseriya li Kurdistanê gel divê têkoşîna yekbûyî bimeşîne.

Li ser vê bingehê berxwedana jinan û gelên li Îranê careke din silav dikim. Di serî de gelê Kurd divê gelên Rojhilata Navîn li her derê piştgiriyê bidin vê serhildana li Îranê."