Şewata li Îmraliyê

Dema ku mijar bû tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberekî/e Kurdan divê tevgerên siyasî yên Kurdan hemû, rêxistinên wan tevî kesayetên welatparêz bi hev re bikevin nav liv û tevgerê. Divê ev bibe helwesteke neteweyî ya Kurdan.

Wezîrê karê navxweyî yê dewleta Tirk Suleyman Soylu yê faşîst ku dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e, û qirrker e, dema tevlî bernameya televîzyonekê bû, li wê derê got; li Girava Îmraliyê şewat derketiye. Vî faşîstê ku yek ji berpirsên rêvebirina şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd e muheqeq ev gotin ji bo armancekê got. Beşekî girîng ê şerê qirêj yê li dijî gelê Kurd şerê derûnî ye. Tê zanîn ji bo îradeya gelê Kurd a têkoşînê bişkînin şerê psîkolojîk bi domdarî dimeşînin.

Li ser vî esasî dixwazî bila şewatek hebe yan jî nebe, ev daxuyanî bi awayekî asayî nikare were qebûlkirin. Jixwe gelê Kurd û saziyên xwe yên rêxistî bang kirin da ku parêzer bilez biçin û hevdîtinê bikin.

Di vê sir û seqema zivistanê de hema wisa jixweber li qadeke daristanî şewat dernakeve. Yan şewateke bi vî rengî tine ye yan jî ev şewat bi zanebûn ji aliyê peyayên şerê taybet ên li Îmraliyê ve hatiye pêxistin. Li cihê ku Rêber Apo lê dimîne derketina şewatê jî pir zor û zehmet e. Ji ber ku Rêber Apo ne cigare dikişîne û ne jî cihê lê dimîne amûrekî germkirinê heye. Li ser vî esasî gelê kurd mesele cidî dît û li her derê daket qadan.

Dewletek ku li dijî Kuran şerê qirrkirinê dimeşîne û polîtîkayên xwe hemû li ser binyadên dijminatiya Kurdan daniye helbet destpêkê wê dijminatiyê li rêberê vî gelî bike. Jixwe li dijî vê Rêbertiyê dijminatiya xwe jî eyan û beyan danîne holê. Li ser vî esasî gelê Kurd jî di mijara Rêber Apo de her hesas bû, hestyar tevgeriya û li Rêbertiya xwe xwedî derket. Jixwe bi sedan fedaiyên weke Halît Oral û Yildirim ê ku xwe li Moskovê şewitandin, bi berxwedana ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ nîşan dan ka gelê Kurd di çi astî de li Rêbertiya xwe xwedî derdikeve. Gelê Kurd li dijî talûkeyeke li ser Rêbertiya xwe îro jî bi heman ruhî radibe ser piyan. Jixwe jin û ciwan diqîrin û dibêjin; em fedayiyên Rêbertiyê ne.

Gelek sazî û dezgehên Kurdan jî bang li gelê Kurd kirin, heta hevdîtin pêk neyên çalakiyan bidomînin û li ser piyan bin. Ji ber şêwaza wezîrê Tirk ê vegotina şewata li Îmraliyê gelek bi fikar û guman bû. Bi taybetî jî di demekê de ku li Idlibê şer heye, û li Tirkiyê pêla şovenîzmê tê bilindkirin ev daxuyanî hat dayîn. Lê balkêş e, der barê ‘ev şewat çawa derket û encamên şewatê çi ne’ de ti tiştek nehat gotin. Madem dewlet hemû karên xwe yên qirêj di demên şer de dike, helbet wê Kurd bixwazin ku ji Rêbertiya xwe agahiyan wergire û wê saziyên Kurdan hemû jî hesas bin. Encax divê ev hesasiyet bi daxuyaniyan bi sînor nemîne. Ji bo were zanîn ka li Îmraliyê çi dibe, çi diqewime, divê helwest û çalakiyên welê werin kirin ku dewlet di vî warî de gav biavêje. Divê ji dewleta Tirk re were nîşandan ku nikare wisa nêzî Rêberê gelekî bibe. Ango çi pêwîst e, divê ew were kirin.

Ne tenê li Tirkiyê li cîhanê jî bi saziyên hiqûqê re, bi sazî û derdorên demokratîk re divê tevgerek hevpar çêbe. Bi taybetî jî divê Kurd wisa bikin ku CPT bi lez biçe Îmraliyê. Gelek giring e ku di rewş û atmosfera ku li dora şerê Idlibê tê çêkirin de divê ev mijar li derveyî rojevê neyê hiştin.

Li Ewrûpayê gel rabûye ser pêyan. Wê bi çalakiyên xwe tim li ser pêyan be. Lê bi tenê rabûna ser pêyan a gel têrê nake, li hemû beşên Kurdistanê û li derveyî welat nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe hemû partî û kesayetên Kurd, rewşenbîr û hunermendên Kurd di vê mijarê de lazim e bikevin nav liv û tevgerê. Heke rêberekî din ê Kurdan zêdetirî 21 salan di şert û mercên tecrîdeke welê giran de bihata girtin, tehde û îşkence lê bihata kirin bê gûman PKK û gelê ku bi vê Rêbertiyê ve girêdayî ye wê bêdeng nemana. Ji bo Rêberên Kurdan tevahî Kurd bi awayekî giştî berpisyar in ku rabin. Lê ji bilî PKK’ê partî, sazî û dezgehên têkiliyên xwe bi PKK’ê re hene bi tenê nerazîbûn û reaksiyon nîşan dan. Bêdengiya hêzên din ên Kurdî li hemberî vê mijarê cihê ibretê ye. Heta em bêjin cihê şermê ye wê ne pênaseyek giran be.

Hesassiyet û eleqeyek a Celal Talabanî ji bo Rêber Apo hebû. Heta tê zanîn, beriya ku nexweş bikeve di nava amadekariyên hewildaneke ji bo azadiya Rêber Apo de bû. Lê belê ew kes û derdorên ku dibêjin em li ser şopa Celal Talabanî ne piştî daxuyaniyên li Îmraliyê şewat derketiye jî helwestek nîşan nedan e. Ev bêdengiya partî û tevgerên siyasî ên Kurd di heman demê de aliyê herî lawaz ê Kurdan jî nîşan dide. Jixwe ji ber vê lawaziyê ye ku mêtingerên qirker dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan tevî êrişên xwe wisa bi asanî dimeşînin.

Gelê Kurd û raya giştî ya Kurdan a li hemû beşên Kurdistanê, divê bêdengiya partiyên siyasî û tevgeran a der barê Îmraliyê de nepejirînin. Dema ku mijar bû tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberekî/e Kurdan divê tevgerên siyasî yên Kurdan hemû, rêxistinên wan tevî kesayetên welatparêz bi hev re bikevin nav liv û tevgerê. Divê ev bibe helwesteke neteweyî ya Kurdan.

Heke ev sekin û helwest neyê nîşandan divê Kurd hemû vê ji xwe re bikin pirsgirêk û tavilê li ser wî aliyê ku berpisyariya xwe nayîne cih, zextê bikin.

Bi hêviya ku gelê Kurd tevî dostên xwe, bi raya giştî ya demokratîk û hêzên siyasî ve berpirsyariyên xwe bîne cih…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA