Şerîk: Dewleta Tirk ji bo êrîşa ser Rojava li hincetan digere

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk got dewleta Tirk ji bo ku destwerdanê li Bakurê Sûriyê bike li hincetan digere û domand, ‘’Dewleta Tirk bi afirandina tevgerên girseyî ku xizmetê jê re bike, dixwaze destwerdanê li Bakurê Sûriyê bike’’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk di beşê duyê yê ropartajê de, ku ANF’ê pê re kiriye, li ser mijara darizandina çeteyên DAÎŞ’ê ya li dadgeheke navnetewî, li ser gefên dewleta Tirk a li ser Rojava, hevditina Esad- Erdogan, operasyona Idlibê û dagirkeriya Efrînê axivî.

Şerîk got çeteyên DAÎŞ’ê ku li dijî mirovahiyê şer kirine divê li Rojava werin darizandin û got, DYE bi wê helwestê ye ku çete ji kîjan welatî hatibin divê li wir werin darizandin.

Şerîk got dewleta Tirk ji bo reşkirina Şoreşa Rojava antî-propagandayê dike û domand, ‘’Şoreşa Rojava nû çêbûye, Bakurê Sûriyê nû azad bûye. Helbet wê problem hebin. Mînak avdana xakê problem e, hewl tê dayin ku were çareserkirin. Mînak hin kargehên sinayî hene ku ne sazkar in, ambarên mezin hene, sîlo hene xira bûne divê werin tamîr kirin. Kêmasî hene. Rê xirab ne, hewl tê dayin ku werin çêkirin. Dixwazin van probleman bi sabotajan girantir bikin. .Li gelek deveran zevî hatin şewitandin. Ev hemû bi belge ne bê ka kê şewitandine. Bi vî rengî hewl tê dayin ku probleman girantir bikin. Wiha dixwazin tevgerên ku li gorî xizmeta wan tevbigerin ava bikin. Dixwazin wan tevgeran ji bo xwe bikin hincet û destwerdanê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bikin.’’

DADGEHA  NAVNETEWÎ

Ji bo ku DAÎŞ li zemîna navnetewî were darizandin ji Swêdê gaveke krîtîk hate avêtin. Li gorî daneyên ku Wezîrê Karê Navxwe yê Swêd Mîkael Damberrg dayî  Hollanda, Fransa, Ingiltere û Belçî bersiva erênî dane helkeftan. Darizandian DAÎŞ’ê ya li dadgeheke navnetewî ji bo Kurdan wê encameke çawa bîne?

 Ya ku divê bibe ev e. Ji ber ku DAÎŞ, navê wê li ser e, Dewleta Iraq-Şamê ya Îslamê, cihê ku lê rêxistiniya xwe kirî ew der e. Heke DAÎŞ’ê li dadgeheke navnetewî ya mîna Laheyê darizînî jî cografyaya ku sûc lê hatî kirin kûder e divê mehmûkiyeta esasî li wir be. Ji ber vê jî divê li wir were darizandin û mehkûmkirin. Welatên ku we navê wan dayî erênî nêzîk dibin,  DYE dibêje DAÎŞ ji kîjan welatî hatibe divê biçe wir li wir were darizandin. Ji ber vê şîroveke wiha heye ku dikare bi her maneyê were nirxandin.

Jixwe li Fransa, Belçîka, Elmanyayê komkujî kir. Bi komkujiyên ku kirî ên ku hatine girtin û darizandin hene. Helbet nabe ku wan bînin Rojava û darizînin. Daxwaza kesekî wiha tine. Lê nêzîktêdayina herî rast ew e ku DAÎŞ li kûderê li dijî mirovahiyê sûc kiribe li  wir were mehkûmkirin. Ev her wiha peyamek ji bo mirovahiyê ye jî. Bendewariya hemû hêzên siyasî yên berdest ên cîhanê ew  e ku darizandineke wiha li Rojava pêk were.

PROVAKASYONÊN DEWLETA TIRK

Nexasim weşanên ji Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê nûçeyan didin ku li Dêrazorê ya Sûriyê, Ereb li dijî QSD’ê protestoyê dikin.  Berdevkê QSD’ê, Kîno Gabriyel bi zimanekî tund li derewê qeliband, derheqê têkiliya Kurd û Ereban a li Sûriyê hûn çi dibêjin?

Di pirsên beriya niha jî me got, serweriya li ser xakê ya DAÎŞ’ê bidawî bû. Derbên wiha giran lê hate xistin ku hejijî, nema dikare xwe bide ser hev. Lê ev nayê maneya ku DAÎŞ qediyaye. Reqa, Mincbic, Dêra Zor hilweşiya. Bi deh hezaran teslîm bûn. Lê rêxistina veşartî ya DAÎŞ’ê didome. Carcaran rêxistinên wiha dikarin provkasyonê bikin. Di rewşa berdest de DAÎŞ nema dikare çalakiyeke mezin bike. Divê ev were dîtin. Rastiyeke wiha jî heye; plan û projeyên Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê, nexasim li ser Rojava hene. Dev ji vê neqeriyaye.

Ji bo vê DAÎŞ bi kar aniye. Hê jî dixwaze ku El Nusra bi rengekî bi kar bîne. Rêxistinên dûvelingên wê jî hene. Hin dever hebûn ku ev hêz lê serwer bûn, karîgeriya van şikest, hatin paqijkirin. Niha ji hev hatine belavkirin, hêza wan ku fiîlî, leşkerî tevbigerin nîn e. Hin kesên ku kirine sîxûr hene, carcaran dikevin nav. Hewl didn ku rêxistinên bi rengê hicreyan ava bikin. Li ser van çalakiyan dikin.

Nexasim Tirkiye vê dike. Mînak piraniya çalakiyên li Minbicê ji hêla îstîxbara Tirk ve hatine kirin hazirkirin an jî bi pereyan bi hin kesan dane kirin. Li Reqa, Tebqa xwe li vê ceribandin.  MÎT’a TC’ê bi van dide kirin. Hin mirovan dikire, carinan hine Kurd carinan hine Ereb an jî ji miletên din. Kê karibe bikire wan dikire. Çekan dide wan, bombeyan, sabotajan, suîkastan bi van dide kirin.

 MEDYAYA BIRKÊ NÛÇEYÊN PROVAKATÎF DIKE

Ti tevgereke wiha ya cidî tine. Divê ev jî were gotin. Ev hemû nûçeyên provakatîf in. Nexasim medyaya li Tirkiyê ku jê re ‘’medyaya birkê’’ em dibêjin, di organên çapemeniyê de ku divê mirov wan weke amûrên şerê psikolojik bin av bike, nûçeyên wiha dertên. Piraniya nûçeyên wan derew in, ji bo ku wan nûçeyên derewîn piştrast bikin jî hin dîmenan diweşînin.  Ev dîmen ji deverên din hatine standin, hatine dizîn. Em bibêjin carianan baran bariyaye, rê xirabe ne, an jî elektrîk qut bûye, pirsgirêkên wiha hene,  gel li hev kom dike, diçine ber navendên têkildar ên  rêveberiyê û dixwazin pirsgirêk çareser binin. Ev tiştekî normal e. Ev tiştên sirûştî û nêzîktêdayinên pir demokratîk in. Van mîna li Dêra Zorê, li Reqayê gel rabûye ser piyan didin. Divê ev were ditin, ev antî propaganda ne yên bi mebesta ku şoreşê reş bikin û ji hêla TC’ê ve têne rêvebirin.

’Şoreşa Rojava nû çêbûye, Bakurê Sûriyê nû azad bûye. Helbet wê problem hebin. Mînak avdana xakê problem e, hewl tê dayin ku were çareserkirin. Mînak hin kargehên sinayî hene ku ne sazkar in, ambarên mezin hene, sîlo hene xira bûne divê werin tamîr kirin. Kêmasî hene. Rê xirab ne, hewl tê dayin ku werin çêkirin. Dixwazin van probleman bi sabotajan girantir bikin. .Li gelek deveran zevî hatin şewitandin. Ev hemû bi belge ne bê ka kê şewitandine. Bi vî rengî hewl tê dayin ku probleman girantir bikin. Wiha dixwazin tevgerên ku li gorî xizmeta wan tevbigerin ava bikin. Dixwazin wan tevgeran ji bo xwe bikin hincet û destwerdanê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bikin.’’

DIXWAZIN ŞERÊ KURD Û EREBAN DERXÎNIN

Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmeya 2012’an pêk hat, helbet beriya vê dîrokê jî heye. Deverên ku şoreş lê çêbûne, hatina ragihandin, Efrîn, Kobanê û Cizîrê bûn. Liv an deran dema ku nû raperîn çêbû, mirovên li wan herêman dijiyan, hewl dan ku di nav kantonan de bixebitin. Ermen, Asûr, Ereb  di rêveberiya kantonan de cih girtin. Helbet şoreş ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat nasnameya sereke Kurd bûn. Dîsa yên herî rêxistinî Kurd bûn. Ji ber vê, di avaniya siyasî ya nû de Kurd karîger bûn. Redkirina vî tiştî ne rast e jî. Ne rast e ku mirov li bendê be ku cuda jî be.

Ew şert jî çêbûn. Beriya Şoreşa Tîrmeya 2012’an, nexasim ji hêla Rêber Apo ve projeyeke hatibû danîn. Hêlên vê projeyê yên têkilî Rojava hebûn.  Rêber Apo pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê, şoreşa wê ti caran ji Sûriyê cuda nenirxandiye. Çareseriya pirsgirêkê jî, mîna qebûlkirin destûrî, hiqûqî ya Kurdan, qebûlkirina hemû gelan a hevûdû û li ser jiyana hevpar daniye. Ji ber vê jî, dijberiyeke bi Ereban re tine. Li gel Kembera Ereb a li Rojava jî Rêbertî ev danî holê.

Kembera Ereb ji Dêrikê heta bi Kobanê û ji wir heta bi Efrînê xeteke e. Di nav wê coğrafyaya yekere de êlên Ereb mîna xencerekê bi cih kirine.  Civakên Ereb hatine danîn. Bi renge navendê jîgehê yên yek ya Kurdan û yek ya Ereban dizayn kirin. Dema rejîma Besas di navbeyna Kurd û Ereban de hin nakokî hatine danîn, şer çêbûne. Herî dawî 2004’an li Qamişlo dema lîstika gogê, şer çêbûye. Bûye şerê Kurd û Ereban. Lê ji ber ku nakokiyên wiha hene, nayê wê maneyê ku şertên jiyana hevpar rabûne. Ev ne rast e. Ji ber ku yên ku vî şerî dikin hêzên serdest in. Hêzên desthilatê ne.

Ya hewce çareseriya pirsgirêkan e. Li gel ku rejim şerê Kurd û Ereban tim di bin çengê xwe de digire jî Rêbertî bi nêz^katiyen xwe ji bo ku pêşî li nakokiyan bire, çareser bike, bi şêwaza xwe nîşan daye.  Rêber Apo dostanî jî ava kirine.  Jixwe Tevgera Azadiya Kurd bi renge tevgereke sosyalist derketiye holê. Miliyetgirî tine. Şehîdên xwe yên pêşî li Filistînê daye.  Hurmetê dide nasname, civak, pergalên baweriyê yên cuda. Ji bo ku wan li ser xaleke hevpar bîne cem hev têdikşe. Taybeymendiyeke wê ya wiha heye.  Ev taybetmenidya wê pêşî li rewşeke wiha girtiye.

GELAN RIZGARIYA BI QSD’Ê RE DÎTIN

Di Şoreşa Rojava de ev rewş hewl hatiye dayin ku ev rewş zêdetir were pêşxistin. Dema şoreşê ne tenê rejim her wiha hêzên dijî rejîmê jî hewl dane ku li dijî Kurdan milliyetgiriya Ereb geş bikin. Xwestinek u Kurd nebin xwedî ti mafî. Li Sûriyê nîqaşên destûrê hene lê hê jî li ser mafê Kurdan nîqaş hene. Di van nîqaşên destûrê de hin derdorên dijî rejîmê bersiv didin, nêzîkatatiya wan jî ji ya rejîmê ne  cuda ye. Jê xirabtir e jî. Hem rejim û hem jî dijberên rej^mê, li dijî Kurdan bi wê helwestê ne ku li milliyetgiriya Ereb geş bikni. Tirkiye jî li wir milliyetgiriya Ereb geş dike, tev dide. Ev rewş dibe ku enamên taloke bi xwe re bîne. Li dijî vê çi hatiye kirin, li xeta demokratîk, sosyalist hatiye rawestandin.

Li ser avakirina pergaleke demokratîk helwest hatiye nişandan ku Ereb, Kurd, Ermen, Asûr û Tirkmen bikaribin bi hev re bijîn. Bi hemû gelan re têkilî hatine geşkirin. Di nav QSD’ê de jî hemû gel hene. Her wiha nûnerên gelan li meclis û rêveberiyan hene. Hemû gel rizgariya rastî di nav rêxistiniyeke wiha de dîtine. Bi vî rengî bi komên mezin ketine nav QSD’ê û meclîsan. Ketine nav xebatên komunal ên hevpar. Ev rewş li rastiya Rojhilata Navîn jî digunce. Rojhilata Navîn jixwe wiha ye.

Biçin Mêrdînê li wir tenê Kurd nîn in, Asûr hene, Ereb hene. Li Sêrtê Ereb, Kurd hene. Li Qamişlo Ermen, Asûr, Kurd û Ereb hene. Li Efrînê niha demografî guhartine. Lê Kurd hene, Tirkmen hene, Ereb hene. Hema hema hemû Rojhilata Navîn wiha ye, ne tenê cografaya Kudistanê. Heta bi Hindistanê, Îranê, Iraqê, Urdin, Sûdan, Sidûî wiha mozaîka gelan e, mozaîka dînan, çandan e Rojhilata Navîn. Rasteqîniya Rojhialta Navîn ev e.  Din av vê rasteqînyê de heke Kurd û Ereb nikaribin bi hev re bijîn divê mirov bi vê şaş bimîne. Heke Asûr, Kurd û Ermen nikaribin bi hev re bijîn divê mirov ji vê şaş bimîne. Kî dixwaze van ji hev qut bike ev li dijî gelên Rojhilata Navîn sûcekî mezin dikin.

TÊKILIYÊN DI NAVBEYNA REJÎMA ŞAMÊ Û ENQERÊ DE

Beşar Esad got ew bi Tirkiyê re didin û distînin, baş e, çi guherî, ev rewş ji bo dahatuya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi rîskan tîne?

Dewleta TC’ê û rêveberiya Esad ne ku nû didin û distînin. Divê mirov bi vê zanibe. Dema ku şer herî giran jî bû, dema ku Erdogan li dijî Esad gotinên pir giran dikir jî têkiliyên wan hebûn. Ev têkilî ne fermî bûn, ev aliyekî dî.  Ev têkilî rastetast di ser wezaret, rayedaran re neBûn lê di ser hêzên sêyan re, di ser rêxistinên îstîxbarî re bûn lê her demê têkilî hebûn. Di van têkilyan de her demê dijberiya Kurdan rojeva sereke bû. Îstîxbaratan didin hev. Di ser hêzên sêyemîn re li welatên cuda civîn dikriin. Ev beriya niha gelek caran hatin gotin. .Lê ev êdî nema têne veşartin. Sedemên ku êdî ev nema dikarin werin veşartin hene.

Dewleta TC’ê hêvî dike ku ji vê berjewendiyên polîtîk bi dest bixîne. Li dijî DYE’yê Rûsyayê bi kar tîne, têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re bi kar tîne. Partnerê Rûsyayê li Rojhilta Navîn heye, Îran partnere wê ye, Sûriye jî.  Ev çendî têkiliyeke germ datînin, ji eniya Rûsyayê bersivê dide DYE’yê. Dema ku Sûriyê dibe hêzeke xurt, karîger wê demê Tirkiye jî bêgav dimîne ku têkiliyeke wiha bibêje. Ne tenê ev e, mînak hevdîtinên Astana hene, li Astana jixwe Tirkiye û Sûriyê li ser yek maseyê rûniştine. Li ser yek masê rûniştine, civîn, bazran dikin. Niha yek ji bazarên wir jî ev e; dewleta TC’ê yekeretiya xaka Sûriyê qebûl bike û ji wir hêzên xwe vekişîne.

Desteka xwe ji hêzên ku li dijî rejîmê şer dikin vekişîne.  Divê mirov şaş nemine ku hêzên wiha bi her hêlê têkiliyên wan hene hatibin pozîsyoneke wiha. Baş e, Kurd ji vê wê ziyanê bibînini? Jixwe Kurdan heta niha ziyana mezin jê dîtine. Niha jî Kurd dema xwe ya geş dijîn. Nirxên Kurdan geş dibin. Hem li Ewropa, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li qada navnetewî nirxên Kurdan geş dibin. Di rewşeke wiha de bila têra xwe nêzî hev bibin. Nikarin ziyanê bidin  Kurdan.  Berevajî, TC ji bo ku tifa xwe qurpandiye ji vî halê xirab wê bikeve halekî xirabtir.

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Operasyona Efrînê, ew peyam e ku dibêje Tirkiyê ‘’Ji xaka Sûriyê derkeve?’’ Li gel vê jî, Efrîn hê jî di bin dagirkeryia Tirk de ye, li bara dagirkeriy3e li ser bêdengiya Rûsya û Sûriyê divê mirov çi bibêje?

Rûsyayê Efrîn da Tirkiyê. Divê pêşî ev were zanîn. Sûriyê jî çavê xwe ji vê re girt. DYE destûr da vê. Ku Rojava bi giştî azad bie û li wir bibe hêz ev ne bi berjewendiya Rûsyayê ye, ne bi berjewendiya rejîma Sûriyê ye jî, ne ya DYE jî. Ji ber vê, li ser tebliya zîvîn van hêzan Efrîn dane TC’ê. Di rewşa berdest de TC dixwaze li wir statûyekê çêbike. Ne bi wê helwestê ye ku bi hêsanî jê derkeve. Lê li gel vê jî, em li gel wê ne ku Efrîn di bin dagirkeriyê de bimîne? Na. Ji bo ku ji wir were derxistin helbet wê têkoşîn hebe. Şer ji xwe bi pêşegiya Hêzên Rizgariya Efrînê bênavber didome.

Rejîma Sûriyê naxwaze Efrîn dîsa bibe xwediyê xwerêberiya xwe. TC ji wir were derxistin jî, Efrîn ji çeteyan were paqijkirin jî, dixwaze avaniyeke ku her kes hakim be çêbibe. Helbet heta ku pergaleke li gor wê nebe, ne pêkan e ku Tirkiye Efrînê berde. Tirkiye berde jî Sûriye nikare wir dagire. Kî wê wir dagire?

Rêveberiya Bakurê Rojhilat ê Sûriyê wê were tijekirin. Ew jî rêveberiyeke demokratîk e.  Ne rejîma Sûriyê, ne TC, ne DYEe dixwaze ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li qadeke berfireh bibe xwediyê rêveberiya demokratîk, ji ber vê jî, ne pêkan e ku TC gaveke wiha bavêje ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk were pozîsyoneke wiha, ango ne pêkan e deverên ku dagir kiriye bihêle.