Şerê Sûriyê û Libyayê wê bibe dawiya Tayyîp?

Ji niha û pê de zehmet e ku rêveberiya Tayyîp meşa xwe ya li gel Rûsya û Îranê weke berê bidomîne. Şerê Libyayê ku kişandine nav jî weke ku wê têkçûna mîsoger û berbiçav diyar bike. 

Rêveberiya Tayyîp Erdogan hê jî leşkeran dişîne derveyî sînorên û dixwaze wan deran dagir bike. Piştî êrîşa dagirker a 9'ê Cotmeha 2019'an a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê niha jî ji bo ku leşkeran bişîne Libyayê û êrîşeke dagirker bidest destpêkirin ji meclîsê destûrê dixwaze. Di rewşa berdest de tê teqezkirin ku destûra tê xswestin wê ji Meclîsê were standin ,ku AKP-MHP li meclîsê piraniya kurdistan di dest wan de ye. Bi vî rengî tê fêhmkirin piştî serboriya Sûriyê wê serboriya Libyayê ya artêşa Tirk dest pê bike.

Ne êrîşa dagirker a 9'ê Cotmeha 2019'an dibe êrîşa pêşî ya dagirker a artêşa Tirk a li ser Sûriyê û ne jî rêveberiya Tayyîp Erdogan nû tevlî nav şerê Libyayê dibe. Berevajî di şerê 30 salî yê Şerê Cîhanê Cîhanê yê Sêyan de, dewleta TC gav bi gav hema hema li her qada Rojhilata Navîn şer dike. Dişibe rerşa şer a Îttîhat û Terakkî ya dema Şerê Cîhanê yê Pêşî.

Dema ku mirov li pey xwe  dinere, mirov dibîne ku Tirkiye tenê tevlî şerê Kendavê yê 1991'ê nebûye û bihara 2003'an destek nedya êrîşa DYE'yê ya li ser Bexdayê. Lê ji bilî van tim destwerdan li karê Iraqê kiriye û 1991'ê bi hîmê Operasyoan 'Çekîç Guç'ê ya 1991'ê li dijî gerîlayên PKK'ê çi dema ku dixwaze êrîşê tîne ser xaka Başûrê Kurdistanê. Bi encama van êrîşan re ji Xakurkê heta bi Heftanînê bi kûrahiya 25 km. parçayek xakê dagir kiriye, hema hema li her qada Başûrê Kurdistanê hêzeke leşkerî daniye.

Faşîzma AKP-MHP'ê bi pêvajoya 'Bihara Ereb' re, ku 2010'an dest pê kirî zêdetir tevlî nav şerê Cîhanê yê Sêyan ê li Rojhilata Navîn dibe. Mînak di êrîşa hilweşandina rêveberiya Muammer Qedafî de, ya li Libyayê, Tirkiye bi rola biryargehê radibe. Faşîzma  AKP-MHP'ê di tevlîhevkirina Sûriyê de û di geşkirina şerê dijî rêveberiya Esad de bi rola sereke radibe. 26'ê Tebaxa 2016'an bi êrîşa dagirker a ser Cerablûs û Babê bi hêza leşkerî sînorê Sûriyê derbas dike. Piştre li Idlibê cihên leşkerî datîne û bi dagirkirina Efrînê re vê didomîne. Êrîşa dagirker a 9'ê Cotmehê dibe ya dawî ya tevgera dagirkirinê.

Niha parçeyekî girîng ê Sûriyê di bin dagirkeriya artêşa TC'ê de y û li gelek cihan cihên wê yên leşkerî hene. Ev rewş ji bo Başûrê Kurdistanê jî wiha ye. Her wiha li Qetar, Efganîstanê û li hin welatên din ên Rojhilata Navîn jî hêzên leşkerî yên TC'ê hene.  Şandina leşkeran a ji bo Libyayê û berevaniya li Trablûsê jî li pey van hemû tiştan tê.  Dema ku şerê qirkirinê yê li Kurdistanê, dagirkirina Qibrisê û lêgerîna li enerjiyê ya li Deryaya Spî lê were zêdekirin tablo temam dibe.

Heke em bala xwe bidin ser destilata dawî ya dewleta TC'ê AKP-MHP'ê mîna rêveberiya dawî ya  împaratoriya Osmanî Îttîhat Terakkî heta bi qirikê di nav şerê cîhanê de ye û li hemû qadên Rojhilata Navîn di nav şer de ye. Dîsa mîna Şerê Cîhanê yê Pêşî şerê pratîk li qada Libya, Trablûs û Sûriyê giran dibe. Weke ku tê zanîn dema şerê cîhanê yê pêşî jî şer li van qadan zêde bûbû û li du qadan jî Mustafa Kemal peywirdar bû. Ya balkêş jî piştî ku li van du eniyan tên çûbû êdî Împaratoriya Osmanî nema karîbû şer rê ve bibe û dawiyê rûxiyabû.

Dewleta TC'ê û desthilata AK-MHP'ê ku hildiweşin berê xwe dane Sûriyê, Libyayê û rêveberiya Erdogan 'xilasiyê' li van deran dibîne. A rast mirov bibêje, 'li hilweşînê digere' wê rastir be. Wiha xuya dike, mîna Mustafa Kemal wê Tayyîp jî li Trablûs û Sûriyê têk biçe, mîna Osmaniyan TC jî wê li ser bingeha têkçûna li Libyayê û Sûriyê hilweşe.

Tişta ku em dibêjin li ber çavan e, hewceyî pê nîne ku mirov xefzan be.  Xwedêgiravî li gorî şefê faşîst Devlet Bahçelî şandina leşkeran a ser Libyayê mijara 'Beka'yê ye. Her wiha li gorî şefê faşîst Tayyîp Erdogan jî helwesta şandina leşkeran a ji bo Libyayê, ''kemînên li ber Tirkiyê hatine vedan' xira kirine.

Zelal e ku rewş ber bi vê ve diçe. Li navxwe vediguhere ser MHP'ê û AKP qesl dibe, mehkûmî xeteke marjînal dibe. Li her eniyê bi şerkirina li dijî Kurdan hatiye rewşeke ku nema dikare gavan bavêje. Bi têkildarîkirina El Qaîde, DAÎŞ û Birayên Misilman re, bi van rêxistinên sûc re ketiye pozîsyona hevkarbûnê. Xwedêgiravî bi gotina ku destekê didin kişandine nav çirava Sûriyê. Niha jî dora wê ye ku ber bi çirava Libyayê ve were kişandin. Piştre wê ber bi çirava Iraqê ve were kişandin. Ji ber ku rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de di dawiya rojê ya salê de, 31'ê Kanûnê, piştî ku bi ser seferatxaneya Emerîkayê ya Iraqê de girtin, pri zêdetir bûye. Ji vir jî tê fêhmkirin ku 2020'an rageşiya di navbeyna DYE-Îranê de wê geştir bibe, bibe şerekî berbiça û Tirkiye jî ji bêgavî wê tevlî nav vî şerî bibe.

Baş e, gelo Tirkiye dikare derkeve derveyî vê rewşê? Li ber çavan e ku bi hişmendiya faşîst a bi dijminatiya li Kurdan û bi vê siyasetê wê nikaribin derkevin derveyî vê rewşê. Tenê ku guherîneke radîkal a hişmendî û siyasetê dikarin derkevin derveyî vê, ango heke meseleya Kurd bi demokratîkbûnê were çareserkirin û diyar e ku AKP ye ku navika wê bi DYE'yê û MHP'ê ve ye nikare vê bike. Rêveberiya berdest a AKP'ê pêşî lê hatiye vekirin û teşwîqkirin û anîne rewşeke wiha ya sûcdar ku çi jî bike wê nikaribe xwe jê xilas bike. Mînak hem bi gotina, ''Li dijî Îranê em ê destekê bidin' hem desteka DYE'yê dide pişt xwe û hem jî her roj bi sedan TIR'ên tije malzeme bi dizîka ji sînorên Başûr dibe Îranê û ambargoya DYE'yê ya li ser Îranê binpê dike. Ev jî li ber çavê her kesî dibe. Her çendî niha gelek derdor çavê xwe li vê bigirin jî ku dema wê hat yek bi yek wê hesabê van tiştan ji rêveberiya Tayyîp Erdogan were xwestin.

Wiha xuya dike ku şerê Trablûsê û Idlibê wê dawî li dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê bîne. Lîstika Idlibê êdî ber bi dawî ve diçe. Ji niha û pê de zehmet e ku rêveberiya Tayyîp meşa xwe ya li gel Rûsya û Îranê weke berê bidomîne. Şerê Libyayê ku kişandine nav jî weke ku wê têkçûna mîsoger û berbiçav diyar bike. Bi ser de kaosa Iraqê û şerê DYE û Îranê li vê zêde dibe ku ji bo rêveberiya Tayyîp Erdogan dawiya rê xuya dike.  Di van şertan de êdî ne pêkan e ku bi komkujiyên hovane yê li ser Kurdan, bi zexta faşîst û terorê temenê xwe bidomîne. Têkçûna teqez a rêveberiya Tayyîp Erdogan ku ketî çiarava Sûriyê û Libyayê 2020'an wê pêk were.
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka