Şerê cîhanê û Kurd

Dîrok dibêje ku di şerê cîhanê yê 3’emîn de wê gel şoreşê bikin û berê dîktatoran bide xwekuştinê.

Bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re Şoreşa Cotmehê çêbû. Şoreşa sosyalîst cîhan ji şerekî bê dawî rizgar kir. Şoreşê bandor li cîhanê kir, bû hêvî berxwedan û mirovayetiyê pişta xwe rast kir.

Şerê Cîhanê yê 2’emîn tevlihev bû. Piştî qetlîamên mezin di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de Elmanya têk çû û Hîtler xwe kuşt. Dîrokeke wisa heye ku şerên cîhanê bi xwekuştina dîktatoran bi dawî dibe.

Niha jî analîz tê kirin ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn li ber derî ye. Aloziya di navbera DYE û Îranê de ya çil sal in didome, bi êrîşan re kûrtir bû. Dîrok dibêje ku di şerê cîhanê yê 3’emîn de wê gel şoreşê bikin û berê dîktatoran bide xwekuştinê. Ev tişt jî wê jixweber pêk neyê.

Di demeke wisa de divê Kurd safbûna xwe deynin aliyekî. Divê dev ji feraseta hestiyar, teng, parçeparêz  berde ya ku hê nikare eşîretbûnê derbas bike. Divê were zanîn ku ev tişt wê xisarê bide Kurdbûnê û wê nehêlin ku Kurd bijîn. Kurd divê bala xwe bidin ser avabûna neteweyî û li gorî wê tevbigere. Di aloziya Îran û DYE’yê de divê Kurd li ser xeta 3’emîn bin. Helwesta Kurdan dikare bandorê li pêvajoyê bike. Divê ev rewş werin nirxandin, di van rewşan de divê mirov serê xwe pê biêşîne. Kurd divê li gorî hêza xwe û berjewendiyên neteweyî gavan biavêje.

Serdemeke nû ya şoreş û gelan dest pê kir. Welat parçe dibin, tên belavkirin lê di warê giştî de tiştek nexuyaye. Rojhilata Navîn herêmeke wisa ye ku netewe dewletan xwîn rijandine û wisa ava kirine. Di cewhera wê de jî konfederalîzma demokratîk heye. Zemînekî mezin ê neteweya demokratîk heye.

Şerê Cîhanê yê 3’emîn ligel ku car caran qada wê diguhere jî, navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistan e, gelê Kurd û Ereb dixe nav xwe û didome. Di vê pêvajoyê de tişta herî herî rast, divê yekîtiya gelê Kurd were lidarxistin û di çarçoveya neteweya demokratîk de yekîtiya gelê Kurd û gelên din were xurtkirin. Bi vî awayî wekî bandora Şoreşa Cotmehê wê şoreşa gelan ava bibe û dîktatorî wê hilweşin.