Mirovahiyê dixwest bi hêviyên mezin ên azadî û demokrasiyê bikeve 2020'an a mîladî lê krîz û şerê nav DYE û Îranê her tişt berevajî kir. Li Iraqê ku ji Cotmeha 2019'an û vir ve xwepêşandan lê hene û bi îstîfaya serokwezîr krîzeke giran a rêveberiyê dijiya, krîz û kaos girantir bû. Pêşî, roja dawî ya 2019'an alîgirên Îranê bi ser Sefaretxaneya Bexdayê de girtin. Piştre 3'yê Çile DYE'yê li Balefirgeha Bexdayê Generalê Îranê Qasim Silêmanî û alîkarê serokê rêxistina Heşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendis bi moşekê kuşt. Bi vî rengî, rageşiya 40 salî ya DYE-Îranê, bi êrîşeke asta wê bilind kete rewşa şerekî ku dawiya wê ne diyar e.
Bêguman êrîşa berdest a DYE'yê êrîşeke bi asta bilind û bi curret bû. Nedihate payin ku DYE êrîşeke bi vê astê bike û ji ber vê, gelek derdor şok bûn. Her wiha rewşa berdest ji aliyê Îranê ve jî bû derbeke giran. Derbeke ji vê girantir mirov nikarîbû li Îranê bixe. Hate dîtin ku rêveberiya Îranê jî û civaka wê jî hişk hejijî.
Rêveberiya DYE'yê ji destpêkê ve xwedî li kirina xwe derket, ragihand ku fermana êrîşê Serokê DYE'yê Trûmp daye. Piştre got, ew 'ne alîgirê şer in' û banga muzakereyan li Îranê kir. Lê şandina 3 hezar leşkerên nû yên ber bi Rojhilata Navîn ve jî di nav de, gelek tevdîrên leşkerî jî li pey hev rêz kir. Rêveberiya Îranê piştî ku şoka ser xwe avêt, got, ew ê 'tolê hilînin'. Di serî de Rûsya û Çîn hin derdor her çendî weke ku dengê xwe li DYE'yê bikin xuya bikin jî, a rast kesî DYE şermezar nekir, hema hema her kesî banga arambûnê kirin û fikarên xwe diyar kirin. Diyar e ku hemû cîhan di fikaran de bû lê li bara DYE û Îranê ne bi wê hêzê bûn ku tiştekî cidî bikin.
Li vir ev pirsgirêk derkeve holê: Baş e, niha wê çi bibe? Gelo Îran wê toleke çawa hilîne? Şerê DYE û Îranê wê bi rengê tolhildana dualî bidome an veguhere ser şerekî giştî yê leşkerî? Heke şerekî wiha derkeve ev rewş wê çawa bandorê li Rojhilata Navîn û cîhanê û encamên vê wê çi bin? Bêugman vê gavê ti kesek çareseriya van pirsans nizane. Lê rêveberiya Îranê ragihand ku li şûna şer ew ê tolê hilînin. Her wiha 'banga muzakereyê' ya rêveberiya Emerîkayê jî bi astekê li vê tê. Lê ev bang tê maneya, 'teslîm bibe'.
Bêguman ji bo ku em rewşa berdest a şer û geşedanên pêkan li bêjingê bixin, pêşî divê mirov binere bê ka çima û çawa derketin holê. Ji 1979'an Şoreşa Îslamê ya Îranê û vir ve, ev 40 sal in di navbeyna DYE û Îranê de rageşiyeke giran hebû û tim rewşa şer hebû. Piştî feşkilîna Yekîtiya Sowyetan DYE yek ji rikberê xwe yê ku li cîhanê weke Îranê diyar kiriye û hewl da ku cîhanê bi çarçoweya dijberiyeke wiha rê ve bibe. A rast DYE û Îran ev 40 sal in şerê bi rewşa şer bûn, lê ev şer piranî bi asteke kêm bû û di pratîkê de di navbeyna hêzên rêxistinî yên cuda de dihate rêvebirin. Alî vê rewşa rageşiyê û şer bi rengê stratejiyeke siyasî pêk tînin û hewl dide ku hemû Rojhililta Navîn bi vê dijberiyê ve girêbide.
Niha ya pêşî ev şerê wesayetê ji holê rabû û alî rasterast bi heza xwe dest bi pevketinê kirin. Ya dî; naxwe şerê wesayetê ti encam bi xwe re neanî û krîza nav pergalî û kaos giran kir, xitimand. Ya sêyan; pêvajoya nû ya şerê ku dest pê kirî, encama wê xitimandinê ne ku şerê DYE û Îranê bi xwe re aniye û xwedêgiravî bi wê mebestê ye ku heq ji vê xitimandinê derkevin. Ya çaran; şerê navborî jî wê xitimandina berdest veneke û krîz û kaoa heyî ji holê raneke. A dawî; çareya yekane heqderketina ji destwerdana derveyî ya emperyalîst û heqderketina ji dîktatoriyên netew-dewletên demokratîkbûn, çareseriya pirsgirêkan a li ser hîmê demokratikbûnê û Rojhilata Navîn e. Ev jî encex bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a, ''Konfederalîzma Demokratîk a li ser xweseriya demokratîk e''.
Pir aşkere ye ku şerê parvekirina nav pergalî ne çê ye lê dawîbûna şerê wesayatê baş e. Her wiha lêgera vekirina li pêş xitimandinê baş e lê daxwaza ku vê bi şerekî hovane pêk bînin ne çê ye. Jixwe şerê navborî çareseriyeke rasteqîn pêk nayîne. Ji ber vê, hemû çewisandî û gel, hemû hêzên şoreşger û dmeokratîk divê li dijî şerê DYE-Îranê derkevin û qet nebin alî. Şerê navborî rastiya ku çareseriyê nayîne û dixitimîne ya polîtîkayên DYE û Îranê aniye û ev bi şer wê çareseriyê neyînin. Di serî de DYE, destwerdanên di serî de yên DYE'yê û dewletên global ku vîna siyasî ya gelên Rojhilata Navîn tine dihesibînin, wê bi ti rengî neyên qebûlkirin û li dijî vê divê hemû çewisandî têkoşîna demokrasiyê bidin. Dîktatoriya netew-dewletê navborî ji bo destwerdana hêzên derve ya li herêmê dibin hêncet. Naxwe helwesta rast a şoreşger û demokratîk ew e ku ji bo ku mirov vê zemînê ji holê rake têbikoşe û heq ji vê derkeve.
Hinan digot belkî DYE leşkerên xwe ji Rojhilata Navîn bikişîne û hin ji ber vê xemgîn dibûn û hin jî kêfa wan dihat. Derkete holê ku rastî ne wiha ye, careke dî derkete holê ku di nav stratejiya 'Pergala Nû ya Cîhanê' de ku DYE ji 1990'î û vir ve pêk tîne bi wê armancê ye ku li Rojhilata Navîn serweriya xwe pêk bîne. Li aliyê dî jî, Cotmeha 2017'an piştî ku çeteya faşîst a DAÎŞ li paytexta xwe Reqayê têk çû, planek danî ber xwe ku hemû destkeftiyên ku têkoşîna dijî DAÎŞ'ê bi xwe re anîn, bike bin destê xwe û bi vê çarçoweyê hewl da ku hemû hêzên di nav têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de geş bûbûn bi rêbazên cihê bi paş bixîne. Di serê van hêzan de jî Heşdî Şabî û YPG-YPJ hebûn. Divê em ji bûyera Kerkûkê ya Cotmeha 2017'an û vir ve geşedanên li Iraqê û ji Çileya 2018'an dagirkirina Efrînê û vir ve geşedanên li Rojhilat û Bakurê Sûriyê li ser vê bingehê şîrove bikin.
Û ji destpêka Cotmeha 2019'an û vir ve geşedanên li Libnan ,Sûriyê, Iraq û Îranê hene. Li Libnanê krîza hikûmetê çêbû, faşîzma AKP-MHP'ê ji 9'ê Cotmehê û wir ve êrîş bire ser Rojavayê Kurdistanê û Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, li Iraqê xwepêşandan û krîza hikûmetê hate çêkirin û li Îranê xwepêşandan çêbûn. Ev hemû bi hev ve girêdayî bûn û bi çarçoweya planekê bûn û ev jî plana DYE'yê bû. Niha jî krîza Sefaretxaneya Bexdayê û suîkasta Qasim Silêmanî ev dibe parçeyê dawî yê planê û asta herî jor. Piştî niha wê ji gav werin avêtin bi meraqî tê payin.
Diyar e ku bi xwespartina ser êrîşa li ser Bexdayê Serokê DYE'yê Donald Trûmp dibe ku ji ezilkirinê xilas bibe û rêveberiya Îranê dikare muxalefeta navxwe serkut bike. Lê ev êrîş wê tenê bi kêrî wê were ku zêdetir tevlîhev bike. Li Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirekan tenê bi demokratîkbûnê û bi Konfederaliya Rojhilata Navîn wê bibe. Ji ber vê dive gelên Rojhilata Navîn bala xwe bidin ser têkoşîna şoreşa demokratîk. Diyar e ku girse wê nikaribin xwe ji vî şerî dûr bihêlin lê nikarin têkevin nav û bibin aliyek. Ya ku dive ew bikin divê geşkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê be û pêkanîna şoreşê be.
Bêguman ji bo vê jî qada sereke Tirkiye ye û hedefa pêşî hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ye. Lê tenê Tirkiyeyeke demokratîk ku faşîzma AKP-MHP'ê hilweşandî dikare li Rojhilata Navîn rê li ber demokratîkbûnê veke. Ji ber ku wê pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka sereke ya Rojhilata Navîn û cîhanê ye çareser bike û Kurdistanê, ku dilê Rojhilata Navîn e azad bike. Naxwe divê mirov çareseriyê li devereke dî negere, berevajî, pêkanîna wê ya li Tirkiyê bigere, ji hine dî li benda çareseriyê nemîne, beravajî vê divê mirov xwe bike çare.