Şer li Kurdistanê gihîştiye asta herî bilind

Berxwedanî, têkoşîn, şer, bawerî û qudretbûyîna ku gerîlayên azadiyê raber dikin di dîrokê de nehatiye dîtin ne jî wê were dîtin. Bawerî û hêviyek wisa ye ku li hember bi dehan curên kîmyewî, teknîkên pêşketî yên sedsala 21'emîn şerekî bêeman dimeşîne.

Ji avabûyîna dewleta Tirk heya roja me ya îro desthilatdarên dewleta Tirk a faşîst her tim xwestiye ku bi nîjadperestî û netewperestiyê tevgerên neteweya Kurd bi polîtîkayên kuştin, bijavtin, komkujiyan têk bibin. Tunekirina nasnameya Kurdan a bi darê zorê, armanca wan a sereke ye. Komîsyona ku di sala 1924'an de destûra bingehîn amade kiriye wiha dibêje; "Dewleta me dewletek neteweyî ye. Ne dewletekê pir netewe ye. Dewlet ji derveyê Tirkan ti neteweyên din nas nake."

Heman hişmendî di gotinên Mustafa Kemal de jî xwe daye der; "Em yekser netewperwer in û netewperestên Tirk in. Komara me yekser xwe dispêre civaka Tirk. Ferdên vê civakê çiqasî bi çanda Tirk têr û tijî be, ew komara ku xwe dispêre civakê wê ewqasî bi hêz be."

Îsmet Înunî jî şopdarê vê hişmendiyê ye ew jî wiha dibêje; "Erka me ew e ku kesên li nava welatê Tirk dijîn, bi teqezî em wan bikin Tirk. Em ê kesên ku ji Tirk û Tirkî te re muxalefetê dike qut bikin û bavêjin. Kesên ku ji welatê xwe re xizmet bikin, taybetmendiyê em di wan de bigerin beriya her tiştî Tirk be. Li vî welatî tenê miletê Tirk dikare hin mafan bixwaze. Ji derveyî vê heqê kesê nîne."

Cardin Mahmut Esat Bozkurt ê wezîrê edaletê bû ji bo kesên ku ne Tirk be wiha dibêje; "Tirk efendiyê vî welatî ye û yekane xwediyê wê ye. Li vî welatî kesên ku ne Tirk be û ne ji nîjada Tirkan be tenê mafek wan heye, ew jî xizmetkirina ji bo Tirkan û kolebûn e."

Şefê faşîst Erdogan jî di nava her gotinê xwe de tîne ser ziman ku; "Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka teror heye, Kurdên Tirk hene, bila kes ji Kurdan re li dewletekê negere." 

Ji xwe avabûyîna AKP û Erdogan li ser înkar, îmha û tunekirina Kurdan e. Polîtîkayên ku dide meşandin jî li hember Kurdan şerekî topyekûn ê di nava hevde ye. Li aliyekî şerê qirkirina fizikî li aliyê din jî şerê qirkirina çandî dimeşîne. Ji destpêka avakirina Komarê ve ji bo Kurdan armancê wan çi bû, di roja me ya îro de jî heman armanc bi awayekê hîn berfirehtir didome. Sondxwarê gelê Kurd in. 24 saet ji bo qirkirina Kurdan kar dikin. Tevahî xewn û xeyalên wan li ser tunekirina Kurdan e.    

Şoreşa Kurdistanê îro di qonaxeke gelekî girîng de ye. Îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên neteweya demokratîk li hember ehrîmanan şerê sedsala 21'emîn dimeşînin. Li Kurdistanê şer gihiştiye asta herî jor, ango asta herî bilind. Her çiqasî şer û serketinênku di hêla tevgera azadiya Kurdistanê de diqewimin, berz dibin; rastiya şerê Kurdistanê zêdetir eşkere dibe. Rastiya her roj derdikeve pêşiya me jî ew e ku li Kurdistanê şoreş û şoreşgertî ne karekî ji rêzê ye. Li hember ewqasî polîtîkayên hişk ên înkar, îmha û qirkirinê kesayetek normal û seknek ji rêzê ji bo rakirina erk û berpirsiyartiyên têkoşînê nabe. Ji bo vê yekê tişta ku herî giring jî ew e ku meyzekirinekê berfireh yê birdozî, felsefî û paradîgma pêwîstiya xwe ya herî girîng e ji bo me. Pêvajoya ku em tê de derbas dibin jî ji her demê zêdetir girîngiya xwe ya pêşengtiyê heye. Gerîla pêşengtiyekê dîrokî ya serdemê dike, li hember dîrokê bi rol û mîsyona xwe radibe, berpirsiyartiyên xwe tîne cih. Lê weke gelê Kurd çiqasî haya me ji vî şerê tê kirin heye? Em çiqasî rastiya vî şerî baş dixwînin? Rastiya dijminên xwe, îxaneta ku di nava me de diqewime rast tehlîl dikin? Heya kengî em ê bêdeng bin, bibin temaşevan û li bendê bimînin?

Berxwedanî, têkoşîn, şer, bawerî û qudretbûyîna ku gerîlayên azadiyê raber dikin di dîrokê de nehatiye dîtin ne jî wê were dîtin. Bawerî û hêviyek wisane ku li hember bi dehan curên kîmyewî, tevahî teknîkên pêşketî yên sedsala 21'emîn şerekî  bêeman dimeşîne. Ev eşqek wisa ye ku ehrîmanên sedsela 21'emîn di nava tarîtiya wan de difetisîne. Ev ne eşqa Mem-Zîn, ne jî eşqa Siyabend û Xecê ye. Ev eşqa ZÎLANBÛYÎN û EGÎDBÛYÎNÊ NE...

Neyar êrîşên xwe yên li ser me weke navê 'şerê rizgariyê a duyemîn' bi nav kir. Bi vî awayî jî tevahî derfetên xwe, bi hevkariya sazî û avahiyên xwe ketiye nava êrişekê hov. Dewleta Tirk a faşîst û qirker bi tena serê xwe bi ti awayî nikare gerîlayên azadiyê. Ne di wê de ew hêvî, bawerî û ne jî ew wêrektî heye. Ger ku piştgiriya NATO, tevahî hêzên desthilatdar û noker, îxanet û dijminahiya PDK negre nikare gavekê pêşde biçe. Ji xwe êdî ev rastî eşkere ye. Lê rastiya şerê ku niha li Zap'ê tê meşandin da diyar kirin ku wê tu hêz nikare tevgera azadiya Kurdistanê. 

Weke gelê Kurd em baş bizanin ku ger pêngava 15'ê Tebaxê pêk nehatibûya wê di roja me ya îro de gelê Kurd ewqasî pêşneketiba, şoreşa Kurdistanê ava nedibû û ewqasî gerdûnî ne dibû. Çima şefê faşîst Erdogan û dijminê gelê Kurd PDK ewqasî êrîş dibin ser gerîlayên azadiyê, em vê yekê baş bizanin û rast tehlîl bikin. Bêguman ê ku dixwaze tevgera azadiya Kurdistanê jî tune bike NATO ye. Weke jin, ciwan û gelê Kurd pêwîste em çi bikin ya herî girîng jî ev yeke. Pêwîste em ji her deman zêdetir li her deverê rêxistinbûyîn, hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin. Em pêngava şerê gel ê şoreşgerî di asta jor de bi rêxistin bikin û jiyanî bikin. Têkoşîn û berxwedana xwe hîn bilindtir bikin. Li hember dijminê ji derve û yê navxweyî jî hişyar tevbigerin, rê nedin îxanetkarên navxweyî. Weke gelê Kurd em rastiya gelê şerker ava bikin. Ji 7 salî heya 70'ê salî.