BI DÎMEN

Şêniyên Mexmûrê: Em piştgirî didin berxwedana xelkê Şengalê

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku armanca êrîş û destwerdanên Iraqê yên li ser Şengalê ew e ku carek din bixe di bin komtirola xwe de û wiha gotin: “Wek xelkê Mexmûrê em piştgiriya xelkê Şengalê dikin, xelkê Şengalê ne bitenê ye.”

XELKÊ MEXMÛRÊ PIŞTGIRÎ DAN BERXWEDANA LI ŞENGALÊ

Di 18’ê Adarê de artêşa Iraqê bi provakasyoneke plankirî li Şengalê kemîn avêtibû pêşiya wesayîteke şervanên YBŞ’ê û gule li wan reşand. Di encama êrîşê de 3 şervan birîndar bûn û 5 şervan jî hatibûn girtin. Li hemberî van êrîşan xelkê Şengalê di nava çalakiyan de ye. Têkildarî vê mijarê Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ANF’ê re axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şengalê vegotin.

Hevberdevka Qada Perwerdeyê Hêlîn Kara têkildarî êrîş û destwerdanên Iraqê yên li ser Şengalê wiha axivî: “Civaka me ya Êzîdî yek ji wan civakane ku di dîroka xwe de herî zêde rastî êrîşan hatiye. Her wiha yên herî zêde berdêl didin û dikevin di bin bandora wê de jî jin û dayîk in, ev jî bi xwe re jiyan û têkoşînekî hîn zehmetir derdixîne pêş. Em dizanin êrîşên ku herî dawî li ser civaka me ya Şengalê çêbûyîn, yek ji wan êrîşên herî mezin bû ku wek civak rû bi rûyê tinebûnê hatî hiştin. Êrîşên ku ji dîrokê heta niha li ser gelê me yê Êzîdî çêdibin, hemû jî ji ber cûdabûna wê ya çandî, civakî û baweriya wê ye. Civaka me ya Êzîdî piştî êrîşên herî dawî êdî kariye di hemû aliyên civakî de xwe birêxistin bike, hêza xwe ava kiriye û jin jî bûye beşek ji vê hêzê ku bikaribe xwe biparêze. Ew cihê ku civaka Êzîdî wek erdnîgarî lê jiyan dike, di bin serweriya dewleta Iraqê de ye û ev yek her tim bûye nakokî. Ji aliyê Iraqê ve her tim hewldan hatiye kirin ku bixin di bin kontirola xwe de, ji bo vê jî kengê firsendê dibîne bi hêcetên cûda êrîşî Şengalê dikin.”

BANGA JI BO PIŞTEVANIYÊ

Hêlîn Kara bal kişand ser êrîşa Iraqê ya herî dawî û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ev êrîşa herî dawî li ser xelkê me yê Şengalê çêbûyî, em dizanin armanc carek din destwerdana cih û warên wan in, her wiha dîsan xistina di bin serweriya xwe de ye. Em dibînin êdî gelê li wêderê jiyan dikin gihiştiye wê astê ku dikarin xwe bi xwe jiyana xwe dabîn bike û xwe birêve bibe. Her wiha gihiştiye wê astê ku pêwistiya wan bi ti hêzekî ji derve nîne ku wan rêxistin bikin yan birêve bibin. Êdî bûne xwedî wê hêzê ku bikaribin xwe birêve bibin. Ji ber wê jî mirov dikare bêje têkoşîna ku ji niha û şûn de bê meşandin jî divê li ser bingehê çand û baweriya xwe bikaribin ava bikin. Divê di hemû aliyan de wekî civaka Kurd piştgirî were kirin ku gelê me yê Êzîdî bikaribe xweseriya xwe bidest bixe û bikaribe deriyê hemû êrîşan bigire.”

‘XELKÊ ŞENGALÊ NE BI TENÊ YE’

Şoreş Didêrî jî komkujiya ku di sala 2014’an de li Şengalê hatî kirin bi bîr xist û wiha peyîvî: “Em hemû jî dizanin gelê Êzîdî di sala 2014’an de di komkujiyekê re derbaz bû, dixwestin hebûna gelê Êzîdî di Rojhilata Navîn de nehêlin. Bi saya gerîlayên PKK’ê, ciwan û xelkê Şengalê di aliyê parastin û rêxistinkirinê de xwe pêş xistin û hêza xwe ava kirin. Mirov dikare bêje avabûnek nû ya Şengalê ya bi destê Êzîdiyan, di Rojhilata Navîn de bandorek ya xwe daye çêkirin. Lê dema em niha li Şengalê temaşe dikin, em dibînin ku hêzên Iraqê destkeftiyên ku li Şengalê hatine bidestxistin desteser dike. Rûxmê ku xelkê Şengalê û hêza wê hemû hemwelatiyên Iraqê ne û li gorî qanûnê wê jî tevdigerin, lê dîsa jî Iraq zextê li ser wan dike. Beriya demekê hêzên Iraqê êrîşî ser seytereyek ya wan kir, çend kes birîndar bûn û hinek hatin girtin. Wek xelkê Wargeha Mexmûrê em piştgiriya xelkê Şengalê dikin, çi dibe bila bibe xelkê Şengalê li kuderê dibe bila bibe ne bitenê ye.”