Şengal ne Şengala berê ye û ti carî wê nebe wek berê

Êzidî girêdayî soz û ehdê bi şehîdan re ne, wê xwesteka rêber û pêşengên xwe bîne cih.

PDK’ê, wekî ku ti karê wan nebe radibin rûdinin qala emîn û asayîşa Şengalê dikin û dibêjin; ‘’komên çekdar ên ne yasayî nahêlin rewşa Şengalê asayî bibe û xelk vegerin malên xwe.’’ 24 saetan bêyî ku şerm bikin wekî benîştê di devê xwe de dicûn û dibêjin; ‘’Komên ser bi PKK’ê ve nahêlin îdareya Şengalê ya qanûnî vegere ser karê xwe.’’ Armanc ji van du gotinan yek tasfiyekirina Rêberiya Xweser e, ya din jî tasfiyekirina hêzên parastinê ên Şengalê ye. Di bingeh de armanc, qirkirina civaka Êzidî ye. Wisa xweş dibêjin, tu dibêjî qey rewşa herêma Kurdistanê pir asayî ye û ti pirsgirêka wan a qanûnî nemaye. 

ROJA RIZGARKIRINA BAJAR Û QONAXÊN ŞENGAL TÊ RE DERBAS BÛNE

Dema bajarê Şengalê li ser destê gerîlayên HPG, YJA- Star, YPG-YPJ’ê û şervanên Êzîdxanê hate rizgarkirin, beriya her kesî Mesûd Barzanî reviya û yekser hate Çilmêra daxuyanî da û got: ‘’Pêşmerge Şengal rizgar kir. Ji bilî pêşmerge rola çi hêzên din di rizgarkirina Şengalê de nebûye û ji xeynî alayê herêmê wê çi alayên din li Şengalê neyê hildan.’’ Mesûd hema rabû di roja pîrozbahiya rizgarkirina Şengalê de her tiştî înkar kir. Ne qala rev û xiyaneta xwe kir û ne jî qala ked û fedekariya mezin a gerîlayên tevgera azadiyê kir. Lê tiştê balkêş ew bû, kêliya ku diaxivî bê ku ferq bike di pişt wî re ala HPG’ê xuya dikir. Vê jî bêyî ku ti kes bersiva wî bide îsbat dikir ku Barzanî derewan dike. Hûn jî dizanin kenala RUDAW Û K24 di çêkirina nûçeyên derew de bûne hosta. Rast e ev her dû kenal bi sponsoriya MÎT û Parastinê weşanê dikin û çavkaniya xwe rasterast ji Mesûd Barzanî û Erdoxan digire. Lewma dikarin ewqas bi hosteyî derewan bikin. 

DAXUYANIYA BARZANÎ Û DAXUYANIYA MAM ZEKÎ

Mesûd Barzanî dema daxuyanî da, wisa bi kubarî û ji xwe razî û qurre axivî, mirov digot wê êdî hesabê reva xwe ya dîrokî bide civaka Êzidî û rexnedayîna xwe bide. Berê gotineke Êzidiyan hebû digotin, Mesûd gotiye; ‘’Şengal şerefa me ye.’’ Lê ka çima şerefa xwe firotin? Ji xwe em qet qala 16’ê Cotmehê nakin ku di rojekê de ji % 51 axa başûrê Kurdistanê terkî mirinê kirin û Kerkûka dilê Kurdan û Şengala şerefa Kurdan xistin bin lingê dagirkeran. Divê ku bi wesîleya roja rizgarkirina Şengalê mirov ji Barzanî bipirse, me fêhm kir te çima wî wextî her tişt înkar kir, lê me fêhm nekir tu çima li gotin û îdeayên xwe yên ji xwe mezintir xwedî derneketî? Tenê mirov dikare ji van sozan re bêje; sozên tacir û bazirganan. Îro heye sibê nîne! 

Wê rojê Mam Zekî Şengalî jî derket TV’yan û bi dilnizmî daxuyanî da raya giştî û got; ‘’Gerîllayên HPG, YJA STAR û Şervanên YPG/YPJ’ê û Şervanên Şengalê YBŞ/ YJŞ’ê Şengal û Pêşmerge û xortên Êzidî yên xwebexş bi hev re Şengal rizgar kirin. Em li tevahî wan şervanên ku keda wan di rizgarkirina Şengalê de çêbû û tevahî şehîdên Şengalê pîroz dikin.’’ Ev sekna Mamê Êzidiyan Mam Zekî bersiveke herî xurt bû ji bo Barzanî. Vê sekna Mam Zekî û rêhevalên wî hişt ku civaka Êzidî bibe xwedî îrade û rêxistin. Vê sekna Mam a fedakar, durist û dilnizm em gihandin van rojan. Di van 8 salan de alaya kê li Şengalê hate hildan, kê Şengal parast û kê reviya, kê rêveberiya Şengalê kir û kê bi dewleta faşîst û qirker a Tirkiyê re êrîşên mirinê anîn serê civaka Êzidî? Ma ne diyar e. Gotin jê re navê ji avê zelaltir e. Partiyeke ewqas bi nirxên gelê me lîstibe, mafê wî yê pîrozkirina rizgarkirina Şengalê nîne, eger hebe nebe civaka Êzidî dikare vê rojê bi şahiyan pîroz bike, ji ber ku tenê civaka Êzidî xwediyê Şengalê yê rastî ne. Lewra civaka Êzidî bi biryar e weke çawa di van 8 salan de sekneke ji pola nîşandan û Şengal bi xwîna xwe parast, wê 8 salên din jî ji sekna xwe qasî zirreyekê tawîz nede û roj bi roj xwe hê bêtir berfireh bike. Êzidî girêdayî soz û ehdê bi şehîdan re ne, wê xwesteka rêber û pêşengên xwe bîne cih. 

QONAXA HILBIJARTINAN Û POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê

Niha propagandaya hilbijartina parêzgehan li Iraqê destpêkiriye. PDK’ê siyaseteke paşdemayî û klasîk dimeşîne. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî her tiştî dike. Li şûna hestên netewî, nijadperestiyê, li şûna pêkvejiyan û biratiya olan, olperestiyê û li şûna aboriya civakî jî pirsgirêkên aboriyê bikartîne. Hemû pirsgirêkên civakî di pêvajoya hilbijartinê de dixin rojev û ji bo çareseriya wan bi sedan soz û peyman didin. Lê piştî hilbijartinê hemû sozên wan dibin toz, ango 31 sal in sozeke bi tenê jî neanîne cih. Eger di hêla aborî de xwedî soz bûna gelê Başûrê Kurdistanê ewqasî xizanî û feqîrî jiyan nedikir û koçî welatên Ewrupa nedikirin. Lê her kes dizane ji bilî diziyê ti projeya wan a aborî tuneye. Eger di hêla civakî û netewî de xwedî proje bûna, wê Başûrê Kurdistanê nefirotana şîrketan û paytexta wê nexistibana navenda istixbarata Tirkan. Eger xwedî projeke pêkvejiyanê bûna, Kurdayetiya sexte nedixistin serê her tiştî û hestên netewperestiyê ewqasî sor û gur nedikirin. Ji destê wan bê wê Kurdîtiya sexte bikin belaya serê hemû gelên herêmê.

HEM JI ŞENGALÊ DIREVE HEM JÎ RIZGARIYA WÊ PÎROZ DIKE!

Ji destpêka meha Mijdarê ve ye gotina ‘’Pêşmerge Şengal bi xwîna xwe rizgar kir, di rizgarkirina Şengalê de PDK’ê 500 şehîd û hezar birîndar dane’’ ji devê rayederên PDK’ê neketiye û di serî de Mesûd Barzanî ev got. Mirov bi rastî heyrî û matmayî dimîne, gelê me yê Başûr li hemberî van polîtîkayên gemar çawa bêdeng dimîne û bi serê xwe erê dike. Ma kes napirse û nabêje qey xwediyê van şehîdan tunebûn, ka malbatên wan li ku derê ne? Hema qet nebe çima rojekê wan bibîr naxin. Însan gava gotineke nerast dibêje tiştek nebe jî rûyê însan sor dibe loo. Lê di van kesan de ew taybetmendî û hestê şermkirinê yê însanî jî mirine. Nabêjin piştî ku me Şengal û Êzidî xistin vî halî em ê bi çi rûyî û çawa derkevin pêşberî TV’yan û pesnê xwe bikin. Ya herî komîk-trajîk ew e ti hem direvî Şengalê terk dikî û hem salvegera rizgarkirina wê pîroz dikî! Bi ser de jî ji gotinên xwe nepixî fexr û şanazî dikî. 

ÇÎROKA 3 HEZAR PÊŞMERGE û 300 DOLARÎ YA ŞEŞOYAN  

PDK (Partî Dîktatorî Kurdistan), difikire ku wê bi Şeşoyan gelê Êzidî bixapîne. Her carê di dema hilbijartina de banî Qasim Şeşo dike, pê re dicive û heman siyasetê dike. Piştî civînê bi Şeşo daxuyanî didin kirin. Ev daxuyanî çi ye? Barzanî wê 3 hezar pêşmergê binivîse û wê ratibê pêşmerge bike 300 dolarî. Deh sal in, sê caran hilbijartin tên kirin. Ne ev hejmara tê gotin kêm û zêde dibe û ne jî meaşê pêşmerge dibe 300 dolar. Vê carê timî şertekî wan heye. Kesê navên wan bêne tomarkirin lazim e endamên YBŞ'e û Asayîşa Êzîdxanê bin! Her çend kesên bêhiş û têne xapandin kêm bin jî, piştî hilbijartina dibînin hatine bi serdebirin û wek mendê seîda xelasbûne ji herdu îda. Êdî ne dikarin bi rûyekî spî di nava Rêveberiya Xweser de cih bigrin û ne jî PDK’ê wan qebûl dike. Ji kesên ku di 2018' an de navê xwe nivîsandine, hê jî bi sedan kes li benda erêkirina Barzanî ne. Kengî ji bo vegera Êzidiyan a ser axa wan Barzanî erê kir, wê hingê navên wan jî erê bike. Vê carê partî û rêxistinên Şengalê bi Îtifaqa Gelên Neynowayê diçin hilbijartinan. Em bawer in civaka Êzidî bi vê yekitiyê dengên xwe rast bikarbînin û xwe bigihînin mafên xwe yên bingehîn û di meclîsa Parêzgeha Mûsilê de, xwe bigihînin tifaqeke berfirehtir. Bi vê tifaqê tiştê hatiye hedef kirin, eger rast û têrker bi gel re bê parvekirin û xebateke kolektîf were meşandin, wê civak bi girseyî tevlî bibe û bi serkeve.