Şefê îstîxbaratê yê berê li 'melayên Tirk ê sîxûr' mikurt hat

Şefê berê yê Teşkîlaya  Parastina Destûrê Maaben got melayên endamê DÎTÎB'ê ji îstîxbarata Tirk re dixebitin.

Serokên Rêxistina Parastina Destûrê ê Elmanyayê Harîs-Georg Maabeh ji 'Focus Onlîne'' re axivî û têkilî şûbeya rejîma Erdogan  DÎTÎB'ê ya Elmanyayê li xwe mikur hat.

Şefê berê got têkilî melayên DÎTÎB'ê (Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karê Dİyanetê) got, ''Dihate zanîn ku ew karên îstîxbarî dikin û agahiyên ku komî ser hev dikirin ji saziyên Tirk re dişandin''. 

'ÎSTÎXBARA DIVÊ JI NÊZ VE DÎTÎB'Ê BIŞOPÎNE'

Maaben got xebatên sîxûriyê yên melayên Tirk êrîşa li ser serxwebûna dewletê ye û domand, ''Li gor min nerîna dînî ya îdeolojîk a  DÎTÎB'ê li nirxên demokratîk nagunce. Ji ber vê Rêxistina Parastina Destûrê divê vê organîzasyonê ji nêz ve bişopîne. Helbet li ser vê mijarê biryar a vîna siyasî ye.''

Çileya bihurî ji bo ku DÎTÎB bi temamî bi Enqerê ve were girêdan serokê giştî û alîkarê serokê giştî rasterast ji hêla rejîma Erdogan ve hatibû diyarkirin. Muşawirê Xizmetên Dînî yê Sefareta Tİrk a Elmanyayê Kazim Turkmen anîbûn ser seroktiya DÎTÎB'ê û di navbeyna 2014-1017'an de jî li ser seroktiya wê Ateşeya Xizmetên Dînî yê Konsolosxaneya Tirk a Kolnê Ahmet Dîlek hebû.

DOSYAYA 'MELAYÊN SÎXÛR HATIBÛ GIRTIN'

Dema ku navbeyna rejîma Erdogan û hikûmeta Merkel 2017'an ne baş bû, bi belgeyan derketibû holê bê ka melayên DÎTÎB'ê çawa ji MÎT'ê re dixebitîn û propagandya Erdogan bi maskeya weazan dikirin. Wê demê Rêxistina Parastina Destûrê ya Eyaleta Ren Vestfîlya ya Bakur 13 melayên sîxûr tespît kiribû û bi ser malên wan de girtibû. Lê piştî bazarên bi rejîma  Erodgan re dosyaya lêpirsînê ya DÎTÎB'ê hatibû girtin.