Êrîş birin ser koka raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Di demekê de ku serhildana jinan a li Bakurê Kurdistanê destpê kir û niha li kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belav dibe, yek ji pêşenga zanista jinê û akademiya jinê Nagîhan Akarsel bi êrîşeke hovane hate qetilkirin.

Ev dirûşma ku wek manîfestoyekê ya jiyanê ji aliyê Fîlozofê çerxa serdema 21’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye danîn, ji bo di serî de civak û jin xwe li ser kok û zanista xwe bide jiyîn e, derxistiye holê.

Li ser vî esasî ev dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengtiya jina Kurd li hemû qadên jiyanê, tê qîrîn; bûye gerdûnî û ji aliyê hemû jinan ve bi serfirazî tê qîrîn û xwe di nava vê dirûşmê de dibîne.

Her li ser vî esasî Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ji bo vê zanist û manîfestoya jiyanê li nava civakê bide avakirin û li ser vî bingehî perwerdehiyê bide jinan û jin xwe rêxistin bike, li Başûrê Kurdistanê kete nava xebatên vê yekê. 

Di vê çarçoveyê de demeke ku xebatên xwe di bin sêwana Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê dimeşîne. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê ev feraseta mêrserwer ku zayendiyê li ser jinê ferz dike, dihêle ku zêdetir jin ji cewher û rastiya xwe ya jinbûn û zanista xwe, mafê xwe dûrbikeve. Di vê çarçoveyê de li Silêmaniyê xebatek wiha ji kokê ve ku jinê bigihîne asta rêxistinî û serfiraziyê, kedeke mezin hate dayîn. 

Di rewşeke wiha de ku em dibînin êrîş ne tenê di kesayeta Nagîhan Akarsel de, hemwext êrîşî raman û felsefeya fîlozofê demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, hemwext êrîşî zanist û ilmê jinê ya ku bigihîne serfirazî û rizgariyê hatiye kirin. Tam di demeke wiha de, ji bo raperîn û serhildana jinên Kurd, Faris, Belûc, Çerkez, Azarî û hemû pêkhateyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî rejîma faşîst a Îslamî rabûne, êrîşeke. 

Ji bo vê dema mirov di vê çarçoveyê de lê binêre, wê bibîne ku piştperdeyek mezin û komployeke mezin li pişt êrîşê heye. Divê hema weke mijarek siyasî û ji rêzê neyê nirxandin. Ev bûyer mijareke îdeolojî, exlaq û wijdanî ye. Ji bo wê hemû jin û saziyên jinan li ser vî bingehî li ber bibin xwedî helwest. 

Bi taybetî divê jin, saziyên jinan, hêzên demokratîk û aştîxwaz ên di serî de li Kurdistan û derveyî welat, bi taybet jinên Başûr vê heqîqeta heyî li holê bibîne, li ber rabe û serî li ber hilde. Bi vê êrîşê careke din, jin hatiye qetilkirin, jiyan hatiye qetilkirin, azadî hatiye qetilkirin. Di kesayeta Nagîhan Akarsel de hemû jinên Başûrê Kurdistanê ku ji bo maf û zanista xwe têkoşîn dike hatiye qetilkirin. Rastiya vê êrîşa hovane ev e, jin û saziyên jinan yên Başûrê Kurdistanê di vê bi vî rengî bibîne û bigire dest. 

Ji vê kêliyê û şûnde hişmendiya mêr a serwer û fezkar divê teqez neyê qebûlkirin, ji bo maf û azadiya jinê û jiyanê hemû hewldan bên kirin. Eger ev yek neyê kirin, teqez wê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tim bê qetilkirin, bê binpêkirin. 

Dîsa di serî de jinên ciwan divê pêşengtî ji hemû çalakî û xebatên jinê zana bike, bigihîne serketin û rêxistinê re bike. Li ber hemû kevneşopî, paşverûtiyên jinê kole dike, jinê hebis dike, jinê dikuje rabe, her qadê bike qada zanista jinê, her kolanê û taxê bike akademiya jineolojiyê. Her kêliyê li ser vê raman û felsefeya ‘Jin, jiyan e, jiyan hebûne, hebûn jî azadiye’ têkoşîn bike. 

Eger ku têkoşîn li ser vî esasî neyê kirin, teqez ev sîstema serwer a hovane wê tim jinê bike qûrbanê berjewendî, jinê bike kolê mêr, jinê bike qûrbanê sîstema xwe.