Çiyayê Botanê jin nas kir

Li çiyayê Botanê jin gihîştin çanda xwe. Xwe li vî çiyayî nas kirin, her ku xwe naskirin jî bûn evîndar, baweriya wan mezin bû û xwe ji bo azadiyê feda kirin.

Yekbûna gerîlayên Botanê bi xwezayê re, hesta bêhna biharê ya di ruhê wan de ji kenê wan ê pak û dilgerm diyar dibe. Jin li çiyê bûn pîrozmendî, kenê wan bi hezkirinê bû hêvî ji berbangê re. Mirov pîrozmendiya çiyê bi kîjan gotinan bînin ziman jî wê têrê neke. Ya ku çiyê bi wate dike, lêgerîna jinan a ji bo azadiyê ye.

Jin her ku xwe nas dikin û sîstema serwer analîz dikin, mejiyê esasî dibînin; hewl didin rêyeke rizgariyê peyda bikin. Ronahiyekê dibînin û bi zanyarê vê ronahiyê bi Rêber Apo re li warê pîroz digihêjin hev. Her ku li azadiyê digerin, bi kelecana dîtina hêviyê li binê her darekê bîranînan li rûpelên dîrokê dihêlin. Her ku wêneyan dikişînin, dibêjin wê ji dîrokê re bimînin. Her kêlî mîna helbestekê li mejiyê xwe neqişandin.

Jin bi dilsozî, kêfxweşî û hêviya xwe li serê çiyê bûn bahoza azadiyê. Jin bi xwezayê re bûn yek, bi porê xwe yê dirêj û xemilandî bedewî ji biharê re hiştin. Çiyayê Botanê ev jin nas kir. Her ku nas kir bang li jinan kir; şopa xwe bihêlin li vê xaka pîroz, bihêlin ku ev çiya timî we bi bîr bîne.

Em ê bi kêfxweşiya azadiyê ya jinê li çiyayê Botanê ber bi azadiyê ve bimeşin.