Çi li pey provakasyona PDK’ê ya li dijî Rojava heye?

PDK beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Kazimî ya Enqerê bi gotina ‘YPG’ê êrîşî Pêşmergeyan kir’ dest bi operasyonên qirêj ên li dijî Rojava kir. Starta vê provakasyonê ya piştgiriyeke tam dide dewleta Tirk berî niha bi du rojan Mesûr Barzanî dabû.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a hemwext li dijî Rojava û Tevgera Azadiya Kurd li gel dewleta Tirk dest bi propagandaya reşkirin û operasyonên qirêj kiriye îro îdîa kir ku ‘YPGê êrîşî Pêşmergeyan kiriye’.

Alîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di civîneke çapemeniyê ya tenê medyaya PDK’ê hebû de îdîa kir ku ‘YPG’ê li sînorê Rojava-Başûr êrîşî nuqteyeke ya hêzên Pêşmerge kiriye.”

Çavkaniyên YPG’ê jî ev îdîaya Lezgîn derewand û ragihand ku wê di saetên pêş de li ser vê îdîayê daxuyaniyeke fermî bidin.

LI HERÊMA MIJARA GOTINÊ YPG NÎNE

Devera Lezgîn ê PDK’î îdîa dike ku YPG’ê êrîş kiriye herêma Sihêla a Dêrikê ji ber ku dikeve devera 30 kêlometre ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye 22’yê Cotmehê 2019’an di çarçoveya peymana Soçiyê de lihevkirin pêk hatibû, hêzên YPG, YPJ û QSD’ê lê nîne.

Li ser nerazîbûnên medyaya ser bi PDK’ê ya ku PDK’ê îdîa kir ku ‘YPG’ê êrîşî Pêşmergeyan kiriye’ û ‘Şer qewimiye’ neçar ma ku nûçeya xwe rake û nûçeya xwe bi şêweyê ‘PKK û YPG’ê li Sihêlanê êrîşî Pêşmergeyan kirin’ servîs kir.

MESRÛR BARZANÎ LI GEL RAYBÛRN CIVIYA

Ev operasyona Serbest Lezgîn ê PDK’î û medyaya PDK’ê parelelî gotinên berî du rojan a Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesûr Barzanî ya li gel Nûnerê Taybet ê Sûriya yê DYE’yê Joel Raybûrnê bi rêya telefonê kirî ye.

STARTA PROVAKASYON Û ÊRÎŞAN MESÛR BARZANÎ DA

Barzanî di hevdîtina bi Raybûrn re bi telefonê kir îdîaya ‘PKK’ê li Amêdiyê êrîşî Pêşmerge kir’ çalakiyên li Başûrê Kurdistanê ‘PKK’ê organîze kir’ û divê hêzên koalîsyonê ‘alîkariyên leşkerî yên ji bo QSD’ê dikin didin PKK’ê’ kiribûn.

Mesrûr Barzanî yê mîna dewleta Tirk daxive piştî van daxuyaniyan û şûnde çapemeniya PDK’ê îdîa kir ku ‘YPG’ê êrîşî Pêşmergeyan kiriye’ û li pey wê re îdîaya ‘PKK û YPG’ê li Sihêlanê êrîşî Pêşmergeyan kirin’ bal kişand.

PDK ji meha Îlonê û vir ve li ser sînorê Rojava cihên leşkerî ava dikin û yên berê jî nûvejen dike. PDK a li herêmê hêz û çekên giran sewq kir, li ser xeta sînor kamereyên termal jî bi cih kirine.

FÛAT HISÊN Ê PDK BERÎ KAZIMÎ DIÇE ENQERÊ

Di saetên PDK’ê îdîa kir ku ‘YPG êrîşî Pêşmergeyan kir’ Wezîrê Karê Derve yê PDK’î yê Iraqê FûatHisên li Enqerê bû û hevdîtina wî ya li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çawîşoglû balkêş bû.

ÇAWÎŞOGLÛ MEMNÛN BÛ!

Gotinên Çawîşoglû ya ‘Li Sûriyeyê, PKK û YPG heman rêxistinin, ne girînge nav çi be, li wir êrîşî birayên me yên Kurd kirin. Ji bo bi temamî PKK ji Iraqê bê paqijkirin em weke Tirkiye desteka ji me bê em ê bikin’ jî balkêş bû.

Fûat Hisên ê PDK’î jî diyar kir ku li ser peymana Şengalê civiyane û got: “Peyman bi qasî ji bo Iraqê xwedî girîngiye ji bo herêmê jî ewqas girîng e.”

BERIYA SERDANA KAZIMÎ PROVAKASYON

Beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî ya Enqerê çûyîna Fûat Hisên a Enqerê, provakasyona PDK’ê ya ‘YPG’ê û PKK’ê êrîşî pêşmerge kirin’ bû sedemê pirsên bê bersiv.

Provakasyon û operasyonên li dijî Rojava û Tevgera Azadiya Kurd hevpar ji aliyê rayedarên Tirk û PDK’ê ve tê birêvebirin.