Erdogan ê faşist, li ser Sûrî leystok û komployên xwe didomîne. Ji ber ku li Tirkiyê hilbijartin nêzîk bûye, hewldanên xwe bi lez dike. Ji bo êrîşê bakur û rojhilatê Sûrî bike û çend herêmên din dagir bike, xwe hildavêje. Êrîşên wî yê başûrê Kurdîstanê ji ber ku li berxwedana gerîla qelibî, encamê ku dixwast nekarî bigre. Bi hezaran leşkerên wî mirine lê, dîsa jî nasekine. Dixwaze bi çîrokekê serkeftina leşkerî, biçe hilbijartinan. Dizane ku di rewşê asayîde nikare bê hilbijartin.
Civîna Tahran`ê de û peyre jî, bazarê ku bi Putîn re li Suçî kiribûn bi temamî negîhîşt encamê. Putin gotiye, ‘here bi Esed re hevdîtin bike û di navbera xwe de Kurdan çareser bikin.’’ Putin, ji bo Erdogan careke din bê hilbijartin, wê piştgirî bide. Ji bo vê dikare qenciyek li Erdogan bike û ji dagirkirina hinek herêman çavê xwe bigre. Erdogan û Putin di asta herî jor de, berjewendîperest tevdigerin. Erdogan ji bo rêveberiyê İsrail, Suudi û îmarat, tişta hat ber devê wî got, lê dema tengav bû cardin çû ber lingê wan û destê wan maç kir. Ji bo şexsiyetên faşist tiştên wek sinc, pîvan û dad nînin.
Rusya, dixwaze bi rêya Erdogan re NATO û DYA mijûl bike. Her wiha ji bo ambargoya li ser xwe jî bişkîne, Erdogan bikar tîne. Şerê Rusya yê li dijî Ukrayna jî wek dixwast nemeşiya. Hat dîtin ku hesabên xwe pir şaş kirîne. Armancê Rusya ew bu, ku Ukrayna bikşîne ser xetê, nehêle têkeve NATO`yê û hişyariyek bide ewropa. Lê nekarî pêşiya têketina Ukranyayê ya NATO’ê bigre. Di ser de jî Swêd û Fînlandiya serlêdana tevlîbûna NATO`yê kirin.
Erdogan, tengaviyên Rusya baş bikartîne. Ji ber şerê hember Kurdan û diziyên wan, aboriya Tirkiyê îflas kiriye. Ji rojava û ji dewletên ereban pereyê germ nayê. Ji ber vê dixwaze ji Rusyayê sûd bigre. Her wiha Rusya û hêzên din jî dijminahiya wî ya bê sînor ya li hember kurdan, ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Zaafê Tirkiyê û Erdogan jî Kurdin. Ji bo Kurdan amadeye ku her tawîzê bide û Tirkiyê bixe bazarê.
Erdogan xwast Kurdan bipelçiqîne, projeya qirkirinê bigîhîne encam û xwe bike Atatirk’ê dûyem. Lê niha, li hûndir û derve sipartekê wî lawaz bûne. Kurd dijwar derketin. Hûndir û derve hemû çavkaniyên xwe, îttîfaqên xwe bikaranîn, dîsa jî encamê ku dixwast negîhîştê. Ji ber vê desthilatdariyê wî û qedera wî bi vê şerî ve hate girêdan. Ji bo vê xwe bi lingê Putîn pêçandiye.
Erdogan, domandina hilweşandina ku li Sûrî`de kiriye şaş nabîne. Fikirandinek mirovî û wicdanî cem wî nîne. Hemû cîhan dibêje li Sûrî şer bese, edî pêwîste çareseriyek siyasî bê dîtin. Erdogan hemû cîhanê digere û dibêje, `min negrin, min berdin ez êrîş bikim.` Tam sekneke serserî nîşan dide. Lê serserîtî û qabadayêbûnê wî girêdayî îcaze dayîna DYA û Rusya ye. Ji ber ev hêzên mezin bi xwe jî li Sûrî ne. rûxmî van hêzên mezin Erdogan nikare êrîş bike. Mafê bikar anîna esmanî ji Tirkan re bê girtin nikarin şerê bejahî bigrin ber çav. Heta niha komkujiyên ku bi teyareyên bê mirov ya bi çek kirîye, van hêzên mezin yên li Sûrî îcaze dan. Bi şêwazeke li hev kirin. Tirkiyê li bejahî jî her tim êrîşên xwe yên bi topan didomîne. Artêşa Sûri hatiye li ser sînor, Rusya di nav mijarêde ye. Lê tenê temaşe dikin. Ev helwestê wan derfet dide ku Erdogan di meydanê de bigere.
Gel bi meraq temaşe dike, ka rêveberiya Şamê wê çi bike. Li gor rewşa heyî divê bi dawîkirina dagirkerî bê taleb kirin. Hem tûyê bi deh hezaran leşkerê xwe li Sûrî bi cîh bikî, hem jî bi deh hezaran çeteyên çekdar bi navê SMO rêxistin bikî û piştre jî bejî were em hevdîtin bikin. Ev yek dibe ku bê hesabê Putîn. Lê Sûrî, wekî ku tiştek nebûye ji dewleta dagirker ya Tirkiyê re ku welatê wan hilweşandiye, nikarin bêjin ‘temam were em hevdîtin bikin’. Herwiha tê zanîn ku şertê Erdogan ji bo hevdîtinan, derxistina şerekî nû li Sûrî`ye. Herwiha hemwelatiyên Sûrî, Ereb û Kurdan li hember hev bide şerkirin û dibêje, ‘divê hûn jî tevlî projeya min ya qirkirina Kurdan bibin’.
Rêveberiya Şam`ê ne amadeye ku ji bo Sûrî`yeke demokratîk gav bavêje. Ji ber wê nikare polîtîkayeke zelal jî bimeşîne. Gelên Sûrî berdêlên mezin dane. Ji ber vê divê gel jî tevlî çareserîyê bê kirin. Çareserî dive, bi gel re bê nîqaşkirin û xwastekê wan divê cîddî bên girtin. Lê rêveberî li ser elimandinên berê dimeşe. Hevdîtinên navbera dewletan û sirriyetek mezin esas tê girtin. Di dawîde gel wê bi encamekê ji nişkêve derketî re, rûbirû bimîne.
Bendewariyek ku hikûmeta Şamê ji elimandinên xwe vegere ne gengaze. Ji ber wê divê hêzên demokrasiyê dixwazin, tevlî pêvajoyê bibin. Cûwan, Jin, Rewşenbîr û Kedkar li mala hevbeş Sûrî de, divê hember leystokên bi xuyîn, bibin yek. Zelale k utu dewlet ji bo Suriyekê demaokran tiştekê nake. Derdê wan tinê parastina berjewendî û desthilata xwe ye. Lê êdî pêwîstiyê Rojhilata Navîn bi nefes girtinê, azadî û demokrasiyê heye.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî