Çalakiya Cenevreyê dewam dike: Ji Rêber Apo re azadî!
Kurdistaniyên ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêber Apo li hev civiyan wiha gotin, “Yekane rê pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye.”
Kurdistaniyên ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêber Apo li hev civiyan wiha gotin, “Yekane rê pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye.”
Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêber Apo li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hev civiyan, ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Di çalakiya rûniştinê de ku di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de li
Qada Natîonsê tê lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Beriya daxuyaniyê di şexsê Fermandarê HPG’ê Reşît Serdar (Mehmet Can Gurhan) ê 18’ê Mijdara 2012’an li herêma Oremanê di şerê li dijî dijmin de şehîd bibû, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” Osman Tekîn daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Tekîn anî ziman ku xaka gelê Kurd beriya 100 salan li bajarê Lozan ê Swîsreyê kirine çar parçe û hiştine însafa dewletên hov, nîjadperest, qirker û paşverû.
Tekîn bi berdewamî bal kişand ser êşkenceya tecrîdê û destnîşan kir ku tecrîd li dijî normên hiqûqa navneteweyî û mafên bingehîn ên mirovan e. Tekîn li dijî êşkenceya tecrîdê ku di bin kontrola dewletên navneteweyî tê pêkanîn bal kişand ser girîngiya pêkanîna paradîgmaya Modernîteya Demokratîk û wiha got: “Di demeke ku dawiya netew dewletên ku ji damezrandina xwe ve ji xeynî zilm û êşê tu alternatîf neafirandiye tê, ji bo me yekane rê pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi banga tevlîbûna pîrozbahiya ku wê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê di 24’ê Mijdarê de li bajarê Luzernê bê lidarxistin, bi dawî bû.