Em salvegera 38’emîn a 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, bi coş û kelecana şerê gerîlayên Egîdan li çiyayê Kurdistanê di lûtkeya herî pîroz de bi hestên welatekî azad, gelekî zindî, şanaziyeke dîrokî û bi dilekî peroş pêşwazî dikin.
Ew roj rojeke; bi guleya devê lûleya çeka destê Fermandar Egîd agir pê ket, bi azadiyê çirûsk da, bi wêrektiyê gur bû û bi şewqa heyvê re ronî da ser ax û asîmanê Kurdistanê. Gelekî kolekirî û welatekî dagirkirî ku reng û dengê xwe wendakirî nûjen kir. Ev dengek bû; dengê binpêkirina koletiyê, dengê şikestina siyaseta qirkirinê û dengê li dijî qirkirina fermana islahata şerqî bû ku Kurdistan ji ser heta binî perçe perçe kir, qada mêtingerkirinê berovajî kir û di heman demê de dengekî ji bêhêviyê re hêvî û ji bêbaweriyê re bawerî ava kir û mayînde kir. Di vê wateyê de Kurdistana metîngerkirî bi pêngava 15’ê Tebaxê şiyar bû û bi ser hişê xwe ve hat. Sedema 15’ê Tebaxê rastiya koletiya ku dewleta dagirker û qirker li ser gelê Kurd ferz kiribû derxist holê. Bi vî dengî re bingeha şoreşa wêjeya destana xeta şer û şerkirinê ya serfiraziyê hat afirandin. Lewma 15’ê Tebaxê ruhek, baweriyek, hêviyek û vîna gelekî ya şerker bi felsefeya feraseta jiyana nû derxist holê.
Botanê wekî her demê bi heybeta erdnîgariya xwezaya çiyayê Cûdî, Besta û Gabarê pêşengî ji malovaniya pêngava gavên meşa Egîd re kir. Ji ber Botan herêmeke bi salan di dîroka xwe de bê dewlet serbixwe û azad di nav jiyaneke hevpar û hevbeş de bi xwezayê re jiyaye. Gelê Botanê, erdnîgariya xwe bi darên fêkiyan xemilandiye, bi şikeftên parastinê wêrek bûye û bi çiyayên asê û bilind hebûna xwe di rayên axa azad de domandî ye. Bi vê boneyê, gelê Botanê bi dem û dewranê re şibiyaye xweşikbûna erdnîgariya xwe. Erdnîgariyeke bixêrûbêr, gelekî bixêrûbêr e, ernîgariyeke xweşik, gelekî xweşik e. Gelekî xweşik û bixêrûbêr jî bi hêz, bi vîn û enerjîk e. Lewma gava fermandar Egîd, bi xeyalê bipêşxistina 15’ê Tebaxê berê xwe dide Botanê, dizane ku wê gelê Botanê wî bi hestên azadiyê û serbixwebûnê hembêz bike. Ji ber azadî azadiyê dikişîne, enerjî enerjiyê zêde dike, hezkirin hezkirinê xurt dike û berhem dide.
Ev jî dibe sedem ku xeyalê Egîd bi heqîqeta rastiya cehwera Botanê re bibe ruhekî volkana teqandina enerjiya 15’ê Tebaxê. Guleya 15’ê Tebaxê, bi enerjiya volkana şopa bi hezarê salan, di dil û mejiyê dijmin de teqiya. Ji dijminê ku bi polîtîkaya tirsê, bi darvekirinê, bi girtin û kuştinê tune dihesiband re bû bersivek. Ev teqandin, tirs û xofeke mezin xist dilê dijminê dagirker û hov. Tola fermana islahatê şerqî ku Kurd ber bi çarenûsa tinekirinê ve dibir, hilanî û rawestand. Tola Kurdê ku li ber dadgeha darizandina fermana islahata şerqê dihatin bidarvekirin rakir, tola jinên wenda, tola zarokên ku di dibistanê leylî de bi mejiyê qirkirina spî de helandibûn, hilanî û her guleyekê bi wateyekê di dil û mejiyê wan de teqand. Serkêşên fermana metîngehê bi vê guleya rêxistinkirî ku Kurd li çiyayê Agirî di tirbekê de kuştibû şiyar kir û kişand ber bi Çiyayê Gabarê yê azad ve. Ji wê rojê û vir ve çiyayên Kurdistanê bi Gabarê re bû hêlîna şerê gerîlayên Egîd. Êdî her ciwanekî Kurd, bi vê fikir û ferasetê serî rakir. Ji wê rojê ve germahiya guleya 15’ê Tebaxê qet sar nebû, Berovajî, çiqas çû, her çiyayên Kurdistanê bû Dihê û her ciwanekî Kurd bû Egîd. Şerê bi tarz û taktîka gerîla yê afirîner, berhemdar ku bi pratîkî xwe spart mîrateya 15’ê Tebaxê. Gerîla, li ser vê bingehê bû hêzeke bi hedef, bi moral û bi pispor ku her kêlî bi ser dijmin de bi çalak û tevgerîn dimeşe. Gerîla, encax bi vê bawerî û hêviyê xeteriya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li ser tekoşîna gelê Kurd rake û bêbandor bike.
Îro gerîlayên ku li Zap, Metîna û Avaşînê di tunelên şikeftan de li dijî şerê qirkirinê li ber xwe didin ên ku herî zêde bi stran û wêjeya ruhê Egîd û 15’ê Tebaxê mezin bûne û têgihîştine dewam dikin. Bi vî ruh û mîrateyê derb li ser derbeyê li dijminê dagirker dixin û her rojê vediguherînin serfiraziya 15’ê Tebaxê. Di vê wateyê de 15’ê Tebaxê bingeha tovê şoreşa gelê şoreşgerî avêt û di şexsê tarz û nûbûna şerê gerîla yê herdem de reşand. Îro ev tov, roj bi roj di kêliyên şer de bi ked û bedelekî mezin di lûtkeya herî jor de rûpelên dîroka 15’ê Tebaxê nivîsand û hê jî bi herfê zîv latên çiyayên Kurdistanê dineqişîne. Êdî ruh bi 15’ê Tebaxê re di dilê her Kurdekî welatparêz û aştîxwaz de bûye çandeke berxwêder û têkoşer.
Bandora şerê xeta 15’ê Tebaxê 38 sal in bi şerekî bêhevta û bi ruhekî fedaî di rêya xeyalê Egîd de dewam dike. Ji ber guleya 15’ê Tebaxê guleyeke bîrdozî, felsefîk û polîtîk a bi fikir û bi zanebûnê çalak bûbû bi pêş ket. Em jî li ser vî esasî cejna salvegera 15’ê Tebaxê bi ruhê fermandar Egîd silav dikin û bi şerê artêşa gerîlayên keç û xortan soza bilindkirina têkoşîna şehîdan didin û bi bîr tînin.