1'ê Gulanê li yên ku pîroz dikin pîroz be!

1'ê Gulanê divê kes li şûna xwe nesekine, bêdeng nemîne û serê xwe li ber daxwaza 'li malê bimîne' ya faşîzmê netewîne. Divê 1'ê Gulanê li gorî wateya wê bi têkoşîna antîfaşîst û rêbazên cihêreng bê pîrozkirin.

1'ê Gulanê nêzîk dibe ku roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê ya karker û kedkaran e. Kurd û gelên Tirkiyeyê jî dest bi meheke nû ya Gulanê dikin ku 'Meha Şehîdan' e. Di dîroka nêz a Kurdistan û Tirkiyeyê de di meha Gulanê gelo çi qewimî çi neqewimî? Mînak; gelo komkujiya Taksîmê ya 1'ê Gulana 1977'an û 37 şehîdên bi êrişa kontrgerîla hatin şehîdxistin dikarin bên jibîrkirin? 6'ê Gulana 1972'an yanî darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan dikare bê jibîrkirin? 18'ê Gulana 1973'an li zindana Amedê qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya bi êşkenceyê dikare bê jibîrkirin? Bêguman ti ji van nayên jibîririn û divê qet neyên jibîrkirin.

Bêguman lingekî vê rewşê li Kurdistanê ye. Mînak; 18'ê Gulana 1977'an li Dîlokê qetilkirina Hakî Karer ji aliyê kontrgerîla ve gelo dikare bê jibîrkirin? Her wiha qetilkirina Halîl Çavgûn 19'ê Gulana 1978'an li Hîlwanê dikare bê jibîrkirin? Bêguman yên destpêkê nayên jibîrkirin 'Çar' in. Yanî Ferhat Kûrtay û hevalên wî ne ku 17'ê Gulana 1982'an li zindana Amedê çalakiyeke dîrokî kirin ku zindan ronî kirin. Her wiha ji 1'ê Gulanê heta 31'ê Gulanê bi dehan berxwedana gerîla û şehadetê di her rojê de hene. Mînak, komkujiya Hewlêrê heye ku xiyaneta Kurdan di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê kir. 11'ê Gulana 1992'an berxwedana dîrokî ya fermandara gerîla Hozan Mizgîn a li Xerzanê heye. Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê hene ku li ser şopa Denîzan meşiya û di 9'ê Gulana 2010'an de li Îranê hatin darvekirin. Çalakiya Kayseriyê ya milîtanên fedayî Êrîş û Andok heye ku 25'ê Gulana 2012'an kirin. Di her rojeke meha Gulanê de destanên mirovahiyê ji nû ve hatin nivîsandin.

Em 1'ê Gulanê li ser vê bingehê pêşwazî dikin. Li ser bingeha van berxwedanên dîrokî em dest bi meha Gulanê meha şehîdan dikin. Wê demê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê jî divê bi vî ruhê berxwedanê bê kirin. Di meha Gulanê de li her qadê divê bindest hemû û hêzên demokratîk-şoreşger bi vî ruhî têbikoşin. Ya ku li rastiya 1'ê Gulanê tê ev e, nêzîkatiya rast a li Meha Şehîdan meha Gulanê wiha ye. Em jî bi vî ruhî 1'ê Gulanê li kesên bi vî rengî pêşwazî û pîroz dikin, li wan pîro dikin û di têkoşîna wan a demokrasî û azadiyê de serketinê dixwazin.

Lê belê em dibînin ku bi êrişa kapîtalîst a bi navê navê vîrûsa koronayê hewl didin ku pêşî li pêşwazîkirin û pîrozkirina 1'ê Gulanê ya bi vî rengî bigirin. Mixabin helwestên paşverû yên ku serî li vê êrişa kapîtalîst diqewîne û dikevin xefika şerê psîkolojîk zêde ne. Çawa ku pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên Hefteya Lehengiyê bi vî rengî hatin astengkirin û kirin jehr bi heman rengî dixwazin pîrozbahiyên 1'ê Gulanê jî asteng bikin. Yanî sîstema modernîteya kapîtalîst a ku li ber hilweşînê ye, bi bahaneya vîrûsa koronayê mirovan dixe malan, li ser vê bingehê hewl dide temenê xwe dirêj bike. Mirovahiya ku bi mirina ji ber vîrûsa koronayê tê tirsandin, li wan tê ferzkirin ku serî li ber sîstema modernîteya kapîtalîst biqewînin. Bi vî rengî hewl didin pasîfîzm û teslîmkariyê bikin.

Wê demê 1'ê Gulana 2020'an wateya xwe ya rastî di vir de dibîne. Yanî lidijî pasîfîzm û teslîmiyeta ku bi gefa vîrûsa koronayê dixwazin belav bikin, bi berxwedanê dikare xwe nîşan bide. Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên îsal bi têkbirina pasîfîzm û teslÎmiyetê wê rastiya têkoşînê derîne. Bi vî rengî dikare xwe bigihîne rastiya meha şehîdan ku ji serî heta dawî meheke şehîdên leheng û berxwedanê ye.

Bêguman gelek rê û rêbazên cuda û dewlemend hene ku bi wan dikare pasîfîzm û teslîmiyet bê têkbirin û berxwedan bê kirin. Pîrozkirina 1'ê Gulanê li gorî wateya wê nayê wê maneyê ku divê teqez bi meş û mîtîngên bi beşdariya bi milyonan kesî be. Yanî şêweyê yekane ne mîtînga Taksîmê ye. Her wiha têkoşîna li dijî kapîtalîzmê nabe ku tenê weke çalakiya çekdarî  bê dîtin. Bêguman çalakiyên bi vê rêbazê jî dibin, li dijî siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst pêwîstî bi çalakiyên bi vê şêweyê jî heye. Lê belê ji vê wêdetir divê mirov karibin çalakiyên dewlemendtir pêk bînin. Bi çalakiyên cûreyên cuda girîng e berxwedana li dijî dîktatoriya paşverû-faşîst bê kirin.

Niha pêwîstî bi têkoşîneke wiha heye û divê berxwedana antîfaşîst bê xurtkirin. Li gel pîrozkirina 1'ê Gulanê girîng e ku di meha Gulanê de bi çalakiyan dilsoziya bi rastiya şehîdan re bê nîşandan. Mînak; yên gerîla divê çalakiya xwe ya çekdarî xurtir bike, yên firsendê bibînin divê meş û mîtîngên girseyî bikin, yên karibin grevê bikin divê dest pê bikin, her wiha li dijî qedexeya derketina derve ya faşîzmê divê karker û kedkar bi rengekî topyekûn bersivê bidin û bi komên biçûk li her deverê dakevin qadan û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Rewş çi dibe bila bibe 1'ê Gulanê divê kes li şûna xwe nesekine, bêdeng nemîne û serê xwe li ber daxwaza 'li malê bimîne' ya faşîzmê netewîne, 1'ê Gulanê li gorî wateya wê bi têkoşîna antîfaşîst û rêbazên cihêreng bê pîrozkirin. Divê ti carî destûr ji teslîmiyeta bi gefa vîrûsa koronayê dixwazin ferz bikin, neyê dayin.

Faşîzma AKP-MHP'ê ku vîrûsa koronayê ji bo xwe weke 'Xêra Xwedê' dibîne, êriş nemaye ku nekiriye Alîgirên xwe yên diz, kujer, tecawizkar hemû berdan, zindan ji bo hêzên demokratÎk veguherand qada komkujiyê. Bi rêya qeyûman hîn bêhtir şaredariyên li Kurdistanê desteser kir, kiryarên xwe yên heqaret û komkujiyan ên li dijî Kurdan gihand asta herî bilind. Faşîzma AKP-MHP ji SÛriyeyê heta Lîbyayê, ji Rojava heta Başûr êrişên xwe yên dagirkeriya leşkerî didomîne. Yanî faşîzm ji bo zext, zilm û terorê nasekine, li mala xwe namîne. Dirûşma 'Tirkiye li malê bimîne' lîstikeke ji bo civakê bixapînin, li malê hepis ibkin û bi vî rengî li ser serwer be. Halbûkî faşîzma AKP-MHP li malê namîne, li şûna xwe namîne. Berevajî, gefa vîrûsa koronayê ji bo xwe dike firsend û êrişên xwe yên faşîst berfirehtir dike.

Wê demê 1'ê Gulana îsal bi qasî xurtkirina piştevanî, têkoşîn û yekîtiya karker û kedkaran, di heman demê de roja têkbirina lîstikên faşîzmê û jiholêrakirina teslîmiyetê ye. Bêguman ên ku bi vî rengî fêhm kiribin rast fêhmkirine, yên ku li ser vê bingehê çalakiyan bikin jî wê li gorî wateya rojane ya 1'ê Gulanê tevgeriya bin. Helwesteke li derveryî vê li ruhê 1'ê Gulanê li dîroka wê nayê. Ev yek wê bê wateya ketina xefika lîstika faşîzmê.

Em ji dil bawer in ku civata karker û kedkaran, hêzên demokratîk û şoreşger wê pêvajoyê şaş fêhm nekin û nekevin xefika faşîzmê. Wê teslîmiyet û bêdengiya bi hinceta vîrûsa koronayê qebûl nekin. 1'ê Gulanê wê li her cihî li gorî wateya xwe bê pîrozkirin, li dijî kapîtalîzm û faşîzmê wê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibin têkoşîna bi bandor a bi milyonan kesî. 1'ê Gulanê wê li her derê ala şoreşê û azadiyê li ba be û dirûşmên sosyalîzmê ku tên wateya azadî û wekheviyê bên qîrîn. Li dijî zindana global a kapîtalîzmê li ser bingeha şoreşa ekolojîk û şoreşa azadiyê ya jinê wê şoreşa demokrasî û azadiyê ya global pêk were. Şoreşa Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiriye li her qadê wê bikeve meriyetê.

Li ser vê bingehê em şehîdên 1'ê Gulanê careke din bi bîr tînin, 1'ê Gulanê li her kesên ku li gorî wateya wê dijîn pîroz dikin. Û dibêjin, hayê berê xwe bidin 1'ê Gulanê, haydê dest bi stranên azadiyê bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA