Zuma: Rewşa tenduristiya Mandela cidî ye

Zuma: Rewşa tenduristiya Mandela cidî ye

Rewşa tenduristiya lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela ê ji ber enfeksiyona pişikê bi mehane li nexweşaneyê tê dermankirin, her çend ber bi başiyê ve çûye jî, tê gotin hînê rewş cidî ye.

Serokdewletê Efrîka Başûr Jacob Zuma îro daxuyaniyek da û diyar kir ku li gel başbûna rewşa tenduristiya lîderê efsanewî Nelson Mandela, rewşa wî hînê cidî ye. Zuma der heqê rewşa tenduristiya Mandela de agahiyên berfireh neda û anî ziman ku ew ji bo başbûna tenduristiya Mandela dûa dikin.

Nelson Mandela ji ber enfeksiyona li pişika xwe, ji 8'ê Tîrmehê û vir ve li nexweşxaneyê tê dermankirin.