Zêdeyî 2 mîlyar mirov mexdûrên birçîbûn û xwarina kêm in

Zêdeyî 2 mîlyar mirov mexdûrên birçîbûn û xwarina kêm in

Her çend aboriya cîhanê her sal mezin dibe jî, pirsgirêkên ji ber birçîbûn û xwarina kêm hînê dewam dike. Li gorî lêkolînekê, li ser rûyê erdê zêdeyî du mîlyar mirov bi têr xwedî nabin, zêdeyî 800 mîlyon mirov jî li hemberî birçîbûna kronîk li ber xwe didin.

Lêkolîna bi navê Endeksa Birçîbûnê ya nû ku li ser birçîbûna li ser rûyê erdê hat amadekirin, ji aliyê Welthungerhilfe ya Elman, Concern Worldwide ya li Îrlanda û IFPRI ya navenda wê li Washigtonê ye, hat amadekirin.

Ji bo 'Endeka Birçîbûnê' ya nû, daneyên salên 1990'î û yên aktûel ên welatên cîhanê, hatin nirxandin.

Li gorî lêkolînê li cîhanê 800 mîlyon mirov li dijî birçîbûna kronîk li ber xwe didin, hejmara mirovên baş nikarin xwe xwedî bikin jî 2 mîlyar e. 

Li gel mirinên ji ber xwedîkirina kêm û birçîbûna kronîk, bi deh mîlyonan mirov bi nexweşiyên demdirêjî dikevin.

Li gorî lêkolînê, welatên birçîbûn lê di asta herî xetere de ye Bûrûndî û Erître yên li parzemîna Afrîka ne, li welatên li rojhilat, navîn û başûrê Afrîkayê jî xeteriya birçîbûnê gihaştiye asteke girîng. Di lêkolînê de derket holê ku li welatên Başûrê Asyayê yên weke Hîndîstan û Pakîstanê pirsgirêka birçîbûnê cidî ye û li gel Çîn û Mogolîstanê li welatên Başûrê Amerîka yên weke Kolombiya, Perû, Bolîvya, Paragûay û Ekvatorê, di asteke diyar de pirsgirêka birçîbûnê tê jiyîn.

Di nava welatên ku kêm be jî pirsgirêka birçîbûnê lê tê dîtin de Rûsya, Brezîlya, Arjantîn, Şîlî, Îran, Tirkiye û welatên Bakurê Afrîkayê jî hene.