BI DÎMEN

Zarokan qursa têkildarî muzîk û zimanê Kurdî qedandin

Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê nêzî 6 mehan qursa bi ziman û muzîka Kurdî dewam kir. 60 zarokên ku di qursê de perwerde dîtin, bi merasîmekê beşdarnameyên xwe wergirtin.

LI AÛRÎCH’Ê QURSA ZIMAN Û MUZÎKA KURDÎ

Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Zelal a Aûrîch ve, nêzî 6 mehan qursa bi ziman û muzîka Kurdî dewam kir. 60 zarok beşdarî qursê bûn. Du qursên ku 24’ê Kanûnê destpê kirin de, 44 kesan perwerdeya bi zimanê Kurdî û 16 kesan jî di warê muzîka Kurdî de perwerde dîtin.

Qursa bi zimanê Kurdî ji aliyê Mamoste Serhed Rewanduzî ve rojên Çarşem û Pêncşemê di navbera saet 16.00 û 18.00’an de dihat dayîn. Qursa bi muzîka Kurdî jî roja Sêşemê di navbera saet 16.00-18.00’an de ji aliyê muzîkvan Lokman Yaman ve dihat dayîn.

Merasîma mezûniyetê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aûrîch a li nêzî Oldenbûrgê, hate lidarxistin. Malbatên zarokên ku beşdarî qursan bûne jî tevlî merasîmê bûn.

Mamoste Serhed Rewanduzî di merasîmê de axivî û diyar kir ku Kurdistaniyên li dîasporayê dijîn, divê teqez xwedî li zimanê xwe derkevin. Serhed Rewanduzî destnîşan kir ku li vir wezîfeya herî mezin dikeve ser milê dayik û bavan û got: “Zimanê me, nasname û siberoja me ye. Divê her kes beşdarî qursên ziman bibin.”

Piştî axaftinê, xwendekaran beşdarnameyên xwe wergirtin. Xwendekarên ku perwerdeya muzîka Kurdî dîtine, di tevahiya qursê de stranên ku fêr bûne bi malbatên xwe re gotin.