Yeşîl: Rasthatin nîne, polîtîkaya dewletê ye

Hunermendê NÇM'ê Talat Yeşîl diyar kir ku destwerdana polîsan a li stranbêjên Kurd ên li kolanan, bûyereke rasthatî nîne; polîtîkaya dewletê ye.

Di 29'ê Çileyê de li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê polîsan dest li stranbêjên li kolanan werdabûn ku bi Kurdî distiran. Bandora vê bûyerê hîn jî dewam dike.

Ji ber nerazîbûna zêde ya li ser medya dîjîtal hate kirin, Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Stenbolê daxuyanî da û îdîa kir ku destwerdan ji ber trafîkê ye.

Hunermendê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Talat Yeşîl li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku astengî berevajî îdîaya emniyetê ne ji ber trafîkê bû, sedem nîşaneya xweranegirtina li Kurdî ye.

'KONSERÊN ME BI HINCETA EWLEKARIYA MILÎ HATIN QEDEXEKIRIN'

Yeşîl ku ji koroya zarokan a NÇM'ê mezin bû, 10 sal in li navenda çandê hem hunermend e hem jî hîndekar e.

Yeşîl anî ziman, ew xwedî tecrûbe ne ku zane destwerdana li hunermendên li kolana Îstîklalê rasthatin nîne û got, "Weke hunermendên NÇM'ê yên ku çand û zimanê Kurdî diparêzin û digihîne nifşan, gelek caran em hatin astengkirin ku nikaribin xwe bigihînin girseyên gel, konserên me bi hincetên kêfî hatin betalkirin."

Yeşîl bi bîr xist ku mînaka dawî ya vê yekê sala 2021'ê di salvegera 30'î ya damezrandina NÇM'ê de rû da û got, "Me plan kir ku li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanciyê konsera 'Sala 30'î' li dar bixin, lê belê Qeymeqamtiya Kadikoyê bi hinceta 'ewlekariya neteweyî' qedexe kir. Halbûkî destûr ji Walîtiya Stenbolê hatibû wergirtin. Me amadekariyên xwe hemû kiribûn, lê belê sibeha ku konser bê lidarxistin em ji qeymeqamtiyê hîn bûn ku hatiye betalkirin. Piştre li Edene, Wan, Mersîn û Îzmîrê heman astengî danîn ber me û konserên me hatin betalkirin. Konserên me, peformansên me yên şexsî bi vî rengî têne astengkirin û hewl didin ku nehêlin em xwe bigihînin girseyên gel."

'KURDÎ DI RAPORÊN MECLÎSÊ DE HÎN JÎ WEKE 'X' DERBAS DIBE'

Yeşîl bal kişand ser asta dîrokî ya qedexe û astengkirina muzîka Kurdî û got, "Eger Kurdî hîn jî di raporên meclîsê de weke zimanê 'X' derbas dibe, bila kes trafîkê weke asteng nîşan nede. Ev yek polîtîkaya dewletê ya 100 salî ye, nîşaneya zîhniyeta tekperest e."

Yeşîl destnîşan kir ku ev rewş ne tenê li hemberî Kurdan, her wiha li hemberî Suryaniyan, Asûriyan û hemû gelên li vê cografyayê derbas dibe û destnîşan kir ku ji ber têkoşîna bi biryar a li dijî asîmîlasyonê ev astengî û qedexe zêdetir bûne.

Yeşîl diyar kir ku astengiya ku li pêşiya Kurdî tê danîn hewldanek ji bo çavtirsandina çand û zimanên din e û got, "Ev rewş nêzîkatiyeke faşîzan e ku xwe li pişt zîhniyeta tekperest vedişêre. Polîtîkayeke ku di dîroka komarê de timî tê meşandin. Astengiya li pêşiya hunermendên li kolanan mînaka şênber a vê yekê ye. Eger qedexe hebe divê ji bo her kesî derbas bibe. Lê belê li heman kolanê bi zimanên cuda muzîk tê kirin, eger di rewşeke wiha de tu rabe tenê yên ku bi Kurdî distirên qedexe bike, ev nayê qebûlkirin."

'KURDÎ DIVÊ BI DESTÛRA BINGEHÎN BÊ EWLEKIRIN'

Yeşîl ragihand ku nerazîbûna tê nîşandan girîng e, lê belê têrê nake û got, "Weke ku di mînaka dawî de hate dîtin, refleksên civakî yên ava bûn, dem bi dem di qedexeyên konseran de jî çêdibin. Em vê yekê weke agirê bi kayê dikeve û zû vedimire dinirxînin. Ji ber ku ev li pêş çavan qewimî, nerazîbûn hate nîşandan, lê belê li piştperdeya vê yekê gelek mirov hene ku tenê ji ber bi Kurdî stran gotine yan jî axivîne hatine lînçkirin yan jî qetilkirin. Lewma em dixwazin ku Kurdî bi destûra bingehîn bê ewlekirin. Heta ku bi destûra bingehîn neyê ewlekirin wê her kes xwe bixe şûna qanûnan û ceza bibire. Ji ber ku zîhniyetê tekperest ji bilî xwe cih nade kesî. Çima? Gelo me ev komar bi hev re ava neikr? Li Şerê Qadê yê Malazgîrtê de em ne bi hev re bûn? Pêşiyên me li Çanakkaleyê bi hev re şehîd nebûn? Ev qedexe ji bo çi ye, ev astengî ji bo çi ye?"

Yeşîl destnîşan kir ku çand gefek nîne, lê belê dewlemendî ye û anî ziman ku divê mirov li her cihî xwedî li çanda xwe derkeve û bi pêş ve bibe.

Yeşîl got, "Cihêrengiya me dewlemendiya me ye" û diyar kir ku wê vê pîvanê heta dawiyê biparêzin, zimanê dayikê bi pêş ve bibin û ji bo vê jî hilberîneke hunerî çêbikin.