Yekitiya Ewropa: Em banga PKK’ê silav dikin

Yekitiya Ewropa: Em banga PKK’ê silav dikin

Nunera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de kir silav kir.

Nunera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton tevî Komîserê Berfirehkirina Yekitiya Ewropayê Stefan Fule daxuyaniyek da û got: “Em banga çekdanînê ya PKK’ê û derketina derveyê sînorên Tirkiyeyê silav dikin. Em vê pêngava di çarçoveya pêvajoya bidawîkirina şer û pevçûnên demdirêj de ên ku bûn sedema mirina gelek mirovan , weke pêngaveke girîng dibînin.”

Her du nunerên payebilind ên YE’yê xwestin ev bang bi pêngavên şên ber bikevin meriyetê û diyar kir ku YE gelek caran ji bo aşitiyê bang li her du aliyan kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin: “YE amade ye ku alîkariyê dibe.”