Yekemîn kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG derket

Yekemîn kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG dest bi weşanê kir.

Kovara dîjîtal a ku bi Kurmancî û Kirmanckî wê weşana xwe bidomîne, ji bo zarokên 7-14 salî ye.

Kovara GOG’ê ya ku bêtir xêzeroman tê de heye, bi Kurmanckî û Kirmanckî wê weşana xwe bidomîne.

Di GOG’ê de Red-Kîd ê ku kovboyekî navdar e, Yakariya çermsor a ku bi heywanan re dikare biaxive, Thorgal ê ku ji bo parastina malbata xwe şer dike û Mîlo heye ya ku di navbera başî û xerabiyê de cîhaneke bi efsûn keşf kiriye.

Di heman demê de Dogan Guzel bi karakterê ‘Qirix’, Ender Ozkahraman bi ‘Çîrokên wê derê,’ Îmam Cîcî jî bi beşa ‘Kî ye ev’ wê di kovarê de cih bigirin. Di GOG’ê de efsaneya Şahmaran jî heye. Evdal Can ev efsane xêz kiriye. Di kovarê de serpêhatiya keçika biçûk Porsor jî heye.

Di kovara 48 rûpelî de çîrokeke hunermendê Îsraîllî Asaf Hanûka jî heye. Di kovarê de wê qala serpêhatî û çîrokên zanyar û hunermendan jî were kirin.

Derhenêrê weşanê yê giştî Îmam Cîcî diyar kir ku ji bo pêşketina zarokên ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin qadeke alternatîf û xweser ava kirine û ji bo nivîskar û xêzkarên Kurd jî ew ê bibin platformeke serbixwe.

Cîcî diyar kir ku kovar wê li ser qada dîjîtal were weşandin û piştre jî ew ê hewl bidin ku li ser kaxiz çap bikin.

Malpera GOG’ê jî ev e: https://www.gog-weneroman.com/