Yekem Jina reşik a xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê Morrîson rehmet kir

Yem jina reşik a roman nivîs a xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê Tonî Morrîson di temenê 88 saliyê de rehmet kir.

Nivîskara romanê ya Afro-Amerîka Morrîson roja Duşemê li Navenda Medîcal a Montefîore ya li New Yorkê rehmet kir.

Morrîson li gel roman nivîsê, helbest, muzîkên pêkenîn, bi berhemeke têkildarî Martîn Lûther Kîng û di wêjeya Amerîkayê de nivîskarekî ceribînê ya têkildarî Reşikan jî bû.

Romana yekem a Morrîson li Belovedê êşa jineke ku ji bo keça wê wekî wê nebe kole kuştiye kiriye roman. Ev pirtûka ji bo 60 milyon kesên bûn mexdûrê kolebûnê hatiye kirin, sala 1988’an hêjayî xelata Pûlîtzer hatiye dîtin.

Tonî Marrîson, sala 1993’an bû yekem jina reşik a hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate dîtin, dîsa bûye jina 8’an a hêjayî heman xelatê hatiye dîtin.