Yê silav ji zarokên çiyayan re dişand tê bîranîn

Yê silav ji zarokên çiyayan re dişand tê bîranîn

Digot; “Ez muzîsyen im, piştî hinekî ji Deryaya Reş im, lê ji her tiştê zêdetir şoreşger im…” Hunermendê Laz Kazim Koyuncu ku bi navê “Dîna K’akî” dihat naskirin, ev 7 sal in nava me bar kiriye. Dê di 7’emîn salvegera mirina xwe de were bîranîn. Wî silavan ji “zarokên şoreşger ên çiyayan” re dişand û dengek bêhempa yê wî hebû.

Kesên ku muzîka Lazî bihîstibin Dîna Kî’ak nas dikin. Laz yek ji gelên li Tirkiyeyê ye û li herêma Deryaya Reş dijî. Ji ber polîtîkayên asîmlasyona çandî û siyasî ya dewleta Tirk, zimanê wan hatiye ber tunebûnê. Kazim Koyuncu xortek ê vî gelî bû. Di 33 saliya xwe de bi nexweşiya pençeşêrê ket û xatirê xwe ji me xwest. Dê di 7’emîn salvegera xwe dê bê bîranîn.

“Zarokê Deryayê” (deryaya reş- Laz) yê ku her tim silavan ji “Zarokên Çiyayan” (Zarokên Kurdan) re silavan dişand, di 25’ê pûşpera 2005 de jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Kazim Koyuncu û vir ve her sal ji bo bîranîna wî Roja Horon a Cîhanê (horon: yek cûrên govenda Lazan e) tê lidarxistin. Ev proje ji aliyê malpera www.kazimkoyuncu.com ve tê birêvebirin.

JIYANA WÎ YA MÛZÎKÊ

Di sala 1992 de dema 20 salî bû, bi koma muzîkê ya bi navê Grup Dînmeyenê re dest bi xebata mûzîka profesyonel dike. Di sala 1993’ê de di nava koma mûzîka rock ya bi navê Zugaşî Berepe (zarokên deryayê- bi lazî) ava dikin.

Koyuncu bi vê koma rock a bi lazî jiyana xwe ya muzîkê berdewam dike û di sala 1995 de albuma bi nvê Va Mişkunan (Em nizanin), sala 1998 Îgzas (Diçe) derxistin. Piştî ku kom di sala 199 de belav bû, Koyuncu sê ablumên solo amade kir.

JÎNAMEYA WÎ

Kazim Koyuncu di 7’ê mijdara 1971’ê de li gundê Sugoren ê navçeya Hopa ya bajarê Tirkiye Artvînê ji dayîk bûye. Di dema zarokatiya xwe dest bi lêxistina enstrumenên mûzîkê dike. Hostayê wî Yaşar Tûrna yê bi navê Kemeçecî Yaşar dihat nasîn bû. Piştre gîrîngiyek mezin dide ser mûzîkê. Ji ber hin sedema dest ji Fakulteya Zanîstên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê berdide. Di sala 1992 dest bi jiyana muzîka profesyonel dike. Di sala 2004 de bi nexweşiya pençeşêrê dikeve û di 25’ê hezîrana 2005 de jiyana xwe ji dest dide.