YE firotina çekan a ji bo Misrê rawestand

YE firotina çekan a ji bo Misrê rawestand

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropa,  firotina malzemeyên leşkerî û piştgiriya ewlekariyê ya ji bo artêşa Misrê rawestandin.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropa ku bi rojeva Misrê îro bi awayekî awerte li Brukselê civiyan, firotina çekan û piştgiriya ewlekariya ji bo artêşa Misrê rawestandin. 

Wezîrên Karên derve yên YE, biryar dan ku alîkariya ji bo Misrê jî di ber çavan re derbas bikin. Hat ragihandin ku bi taybetî ji ber ku artêşê di hefteya dawî de şîddet zêde kiriye biryareke wiha hatiye dayîn

Di civînê de bi biryareke hevpar hat destnîşan kirin ku  “Şandina malzemeyên destûra wan hatiye dayîn dibe ku veguhere amûreke zexta navxweyî.” 

Her wiha biryar hat girtin ku alîkariyên mijara ewlekariyê jî li ber çavan re bên derbaskirin. Gelek welatên endamên YE, ji ber krîzê dabûn xuyakirin ku firotina çekan rawestandine. Nûnera Bilind a YE Catherine Ashton, got “Me piştevaniya xwe ya bi gelê Misrê aşkera kir. Em tevayî şîddetê mahkûm dikin.”

Ashton, destnîşan kir ku artêş hêzeke bêtewazun bi kar tîne û bang li tevayî aliyan kir da ku dawî li şîddetê bînin.