Xwepêşandêrên Ûkraynayî bi şev li kolanan bûn

Xwepêşandêrên Ûkraynayî bi şev li kolanan bûn

Li Ûkraynayê, li gorî xwepêşandanên bi bûyerên ên dawiya hefteyê bi beşdariya 350 hezar kesî pêk hat, çalakiyên protestoyî yên dijberên hikûmetê duh di atmosfereke aram û aştiyane de pêk hatin.

Xwepêşandêrên xwestin hikûmet îstifa bikin, li pêş avahiyên fermî bend danîn. Hin avahî jî dorpêç kirin.

Bi hezaran xwepêşandêran şeva xwe li Qada Serxwebûnê derbas kirin. Xwepêşandanên li Qada Serxwebûnê ya li Kîevê dewam dikin. Hat argihandin, ji bajarên cuda yên bajêr jî gelek xwepêşandêr ji bo beşdarî çalakiyan bibin ketin ser rêya paytext Kîevê.

Yek ji navê sereke yê mûxalîfan boksorê berê Vîtalî Kilîçkogot, soza têkbirina hikûmetê da û got, "Ez bi tena serê xwe nikarim tiştekî bikim. Dibe ku em sê kes jî têra guhertinê nekin, lê belê li pêşberî bi dehan, bîstan, sihan, sedan û sed hezaran, hikûmet nikare tiştekî bike."

Hat ragihandin, partiyên mûxalefetê dê îro li parlamentê der heqê hikûmeta Serokwezîr Nîkolay Asarov de dengdana baweriyê bikin. Eger herî kêm 226 parlamenter li hemberî hikûmetê dengê xwe bikar bînin, dê hikûmeta Asarov dengdana baweriyê winda bike û têk biçe.

Serokwezîrê Ûkraynayê Azarov xwepêşandan weke 'hewldaneke darbeyê' nirxand. Azarov roja Duşemê ji Sefîrên Bilind ên Rojavayî re axivî û got, "Ji bo darbeyê hemû nîşane hene. Em bi sebirin, lê belê naxwazin ku hevalbendên me bikevin nava gumanan ku me her tişt qebûl kirine."

Asarov bang li Yekitiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ku bi pifikê bi ser egir de neçin. Serokkomarê Ûkraynayê Yanûkovîç jî di daxuyaniya ji bo çapemeniya Ûkraynayê de bang li xwepêşandêran kir, ku çalakiyên xwe di rewşeke aram û aştiyane de pêk bînin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Ermenîstanê xwepêşandan nirxand û got, "Çalakiyên li Kîevê ji derve ve bi berfirehî hatin amadekirin. Çalakî li dijî hilbijartinên Serokkomariyê bûn."

Berdevkê Qesra Spî Jay Carney roja Duşemê daxuyaniyek da û got, "Em xwepêşandanên aştiyane weke hewldaneke darbeyê nabînin."