Xwendekara hat dersînorkirin li Fransayê vedigere
Xwendekara hat dersînorkirin li Fransayê vedigere
Xwendekara hat dersînorkirin li Fransayê vedigere
Xwendekara amadeyî Leonarda Dîbranî ya 15 salî, ku bi sedema penaberên derveyî qanûnae bi malbata xwe re ji Fransayê hat dersînorkirin, dibe ku ji welatê xwe Kosova vegere Fransaye.
Ji bo xwendekara Kosovayî, xwendekarên amadeyî yên Fransî sê rojan li gelemperiya welêt ders protesto kirin û neçûbûn dibistanan.
Serokkomarê Fransayê Fraçoîs Hollande der barê rewşa Dîbranî de duh daxuyaniyek da û diyar kir ku dersînorkirina xwendekar bi temamî di çarçoveya qanûnan de hatiye kirin, bi ti awayî şaşitiyek nîne û got, "Fransa welatê maf û azadiyan e. Leonarda dikare li Fransayê vegere û dest bi dibistanê bike. Ji bo vê yekê, divê Fransa ji Leonarda re malovaniyê bike."
Hat ragihandin ku li malbateke dilxwaz a ji Leonarda Dîbranî re malovaniyê bike tê gerîn û hat ragihandin ku tê payîn piştî betlaneya 15 rojan dê Dîbranî ji nû ve dest bi dibistanê bike.