Xelatên Festîvala Fîlman a Kobanê hatin dayîn

Xelatên ‘Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanê’ ku cara yekem e îsal di asta navneteweyî de tê organîzekirin, hatin dayîn.

Xelatên ‘Festîvala Fîlîman a Navneteweyî ya Kobanê’ ku ji aliyê Komûna Fîlman a Rojava ve tê lidarxistin, hatin dayîn.

Fetîvala Fîlman a di salvegera 58’an a qetlîama Sînemaya Amûdê de hate kirin, nêzî 40o fîlm, kurte fîlm, anîmason, belgefîlm û kurte belgefîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê tevlî bûn.

Festîvala ku 13’ê Mijdarê destpê kir tevahî 7 rojan bi rêzê ve 80 fîlmên ji Kobanê, Amûdê, Qamişlo, Dêrik, Serêkaniyê, Şehba, ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriy, Mexmûr û Şengalê tên nîşandan.

Di festîvalê de ku piranî fîlmên jin û berxwedanê cihê xwe girtin, dîmenên taybet ên ji Efrînê hatin nîşandan.

Festîvala cara yekem di asta navneteweyî de hate kirin, di nava jûrîyan de dernênerên bi navên Katrîn Olafsdottir, Leonardo Heîblûm, Bêrvîvan Xalid, Rachîd Boûksîm, Myleme Saûloy, Javîer Corcûear, dîsa çêker û muzîkjen jî hebûn.

Li Derîyê Sînor ê Sêmalkayê destûr nehate dayîn ku gelek derhêner û endamên jûriyê beşdarî festîvalê bibin.

Di festîvalê de li ser rêya înternetê fîlm ji endamên jûriyan re hate şandin û gelek derhêner û endamên jurî têkildarî festîvalê peyamên bi dîmen û nivîskî şandin.

Festîval hefteyekê domkir û di dawiyê de berhemên ku hêjayî xelatan hatine dîtin wiha ne;

* Kurtefîlmê herî baş ê Kurmancî: Breathîng / Farshîd Ayoûbî Nejad (Îran)

* Kurtefîlmê herî baş ê anîmasyon: A Gong / Zozo Jhen - Tena Galovîc - Marîne Vargûy (Fransa)

* Kurtefîlmê herî baş ê jinê: Asia / Yen-Chen Lîû – Ellîs Ka-yîn Chan (Fas)

* Derhênera jin a herî baş: Agûa Mole / Malîka Zaîrî (Portekîz)

* Belgefîlmê herî baş: Dûr (Dîstant) / Leyla Toprak (Tirkiye)

* Xelata taybet a gel: Bîr / Veysî Altay (Bakırê Kurdistan)

* Belgefîlmê herî baş a metraja dirêj: Bêdengiya kesên din / Almûdena Carracedo - Robert Bahar (Îspanya)

* Xelata taybet a jurî: Komîna Fîlman a Efrînê