BI DÎMEN

Wênesazî rastiya jiyanê derdixe holê

Şîfa Yusif diyar kir ku ew bi rêya çêkirina wêneyan, hestên xwe vedibêje û rastiya civaka xwe nîşan dide.

Di kesayeta hemû mirovan de hunerek heye.  Lewra bi xwesteka dilê mirovan û israra karê ku mirov dike, hêdî hêdî kesayetan dike xwedî berhem û huner.

Em dikarin bibêjin ku mirovahiyê bi rêya wênesaziyê hem jiyana xwe, derdorê xwe û bûyer û çanda xwe daye nasîn û hem jî  hest û ramanên xwe derxistine hole. Li ser vê bingehê, mirovan di roja me ya îroyîn de jî kariye  bi rêya tabloyên xwe hêstên xwe bi civakê re parve bike û peyamên xwe bi vê rêyê bigihînin civakê.  

Yek ji wênesazên jin û ciwan Şîfa Yûsif e ku bi wênesaziyê re hestên xwe vedibêje û ji temenê 11 salî dest bi hunera xwe kiriye û roj bi roj xeyalên xwe vediguherîne berhemekê, ji bo sûdê bigihîne civaka xwe.

DI SALA 2017’AN DE DEST BI WÊNESAZIYÊ KIR

Şîfa Yûsifê cîhana xwe ya hunerê bi firçe û pênûsa xwe afirand û ji me re bi heskirin wiha got: “Min di sala 2017`an de dest bi xêzkirina wêneyan kir. Min hê di temenê xwe yê biçûk de ji wênesazî û rengan pir hez dikir. Di destpêkê de min wêneyên xwe bi pênûsa risas xêz dikir û tenê rûyê mirovan û wêneyên xwezayê xêz dikir. Her wiha bi demê re pêşketinên mezin bi min re çêdibûn. Piştre min di wêneyên xwe de dest bi rengên avî û rengên zeytî kir.”

“XWESTEKA MIN ROJ BI ROJ MEZIN DIBE”

Şîfa Yûsif wiha behsa hezkirina xwe ya ji wênesaziyê re kir û got: “Her ku mirov mezin dibe erkên ser milê wan jî mezin debin. Her wiha her ku ez mezin dibim, hezkirina min a ji wênesaziyê re zêdetir dibe. Ez xwendekara pola 12’emîn im û di heman demê de di demên îstîrahetê de jî ez wêneyan çêdikim. Min beriya niha wêneyên xwe li ser kaxezan çêdikir lê niha ez bi awayekî ji xwe bawer li ser tabloyan çêdikim. Di heman demê de ez tevlî pêşbirkên wênesaziyê jî bûm û wêneyên min di hemû pêşbirkan de serkeftî derdiketin. Niha jî ez amadekariyê ji bo Pêşengeha Jinan dikim ku di destpêka meha Adarê de ye.”  

“DIVÊ MIROV XWE PÊŞ BIXE”

Şîfa Yûsifê wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “Dema ku ez pê hesiyam ez ji vê hunerê hez dikim, dayik û bavê min piştgiriyeke mezin dane min û ev yek ji bo min roj bi roj bû moraleke mezin. Daxwaza min ji hemû ciwanan û bi taybet jî ji jinan re ew e ku hestên xwe û rastiya civaka xwe bi rêya huner û behremendiyên xwe derxînin hole û xwe tim pêşve  bibin.”