BI DÎMEN

'Wênekêşî rastiya jiyanê derdixe holê'

Wênekêşan diyar kirin ku bi rêya wêneyan hest, çand û kevneşopiyên civakê nîşan didin.

1`emîn Mihrîcana Wêneyên Fotografîk a Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê 13 mehê bi dawî bû. Bi tevlîbûne 40 wênekêşan 100 wêne bi çîrokên cuda cuda hat pêşkêşkirin û semînerên li ser fotografiyê hatin dayîn.

Kesên pêşdarî pêşengehê bûn xwestin çand û kevneşopiyên çanda xwe nîşan bidin. Her wiha 3 xelatên ku ji bo wêneya herî bedew û çîroka wêneyê ya herî bi wate bi navê Rojnamevan Şehîd Seyîd Evran hatin belavkirin.

Kesên beşdarî Mihrîcanê bûn hestê xwe ji ANF re wiha parve kirin.

Hevserokê Yekîtiya Wênegerên Fotografîk a Sûriyeyê Ehmed Mardenlî wiha axivî: “Di destpêka mihrîcana me de semîner li ser girîngiya wênekêşiyê ji aliyê sînemager û wênekêşên pispor hatin dayîn. Bi beşdariya 40 wênekêşan sed wêne hatin pêşkeşkirin. Her wiha di mîhrîcanê de beşek ji bo kamerayên klasîk a gelekî kevnar û kamerayên heta roja me ya îro hatin veqetandin.” 

WÊNEKÊŞÎ RASTIYA CIVAKÊ DERDIXE HOLÊ 

Ehmed Mardenlî li ser armanca vê mihrîcanê wiha pê de çû: “Rastî me ev mihrîcan bi armanca piştgiriya wênekêşan lidarxist. Hêviya me ew e ku em mihrîcanê xwe li derveyî Sûriyeyê jî lidar bixin ku çanda civaka xwe li her deverê cîhanê belav bikin.” 

HER WÊNEYEK BI ÇÎROKEK CUDA 

Endama Yekîtiya Wênegerên Fotografîk Sûriyeyê Sorgul Şêxo wiha behsa çîrokên wêneyên xwe kir: “Rastî tevlîbûna min ji vê mihrîcanê wek jin pir pêşketî dibînim ez bi sê wêneyan tevlî bûm. Min giranî da li ser mijarên jinê. Ji ber jin xwedî wateyek pir mezin e. Yek ji wan wêneyên ku min kişandin çîrokek pir bi wateya xwe heye li ser jinên ku bê nan mane û tevî hemû zehmetiyan nan li ser destên xwe çêdikin. Wêneya duyemîn jî jinek ku di karê çimento de kar dike ev jî berxwedaniyek pir mezine ku jin di civakê de dimeşîne. Wêneya sêyemîn jî li katgeha Siwêdîkê ya kehrebê yekemîn car jin di karê petrol kîmyayî û hesin de kar dike. Her wiha ne tenê wêneyek û du wêne ne. Bi dehan wêne hatine kişandin û her wêneyek bi çîrokek cuda hatiye xemilandin.”

JIN PÊŞENGA CIVAKÊ YE 

Sorgul Şêxo wiha axaftina xwe dewam kir: “Min girîngî da ser mijarên jinê. Ji ber ku ev şoreş, şoreşa jinê ye û bi ked û berxwedaniya jinê heya roja me ya îro hatiye. Tevlîbûna min ji vê mihrîcanê re ji bo ez rastiya civaka xwe bidim naskirin û ji bo ku her kes nas bike ku jin dikare heya çi astê berxwedan bike. Hemû rojnemavan û ciwan çi wêne be dikare çarenûsekê bide avakirin û rastiya civaka xwe bi şêwazek xweş belav bike.” 

WÊNEKÊŞÎ PÊŞKETINEK PIR MEZINE 

Endamê Yekîtiyên Wênegerên Fotografîk Sûriyeyê Ebbas Ebbas jî li ser wênekêşiyê wiha axivî: “ Yekemîn mihrîcana wênekêşiyê ku li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin ji bo me pêşketinek pir mezin da avakirin. Gelek bêşdarbûn ji derve jî çêbûn. Di hundirê vê mihrîcanê de pêşengeha wêneyan jî hebû û her wêneyek wate û çîrokek mezin li pey xwe da avakirin. Kamerayên herî kevin û heya ku gihiştin kamera herî pêşketî hatin pêşkêşkirin.  Di heman demê de di dawiya mihrîcanê de xelat li sê wênekêşan hatin belav kirin. Armanca me ji vê mihrîcanê piştgiriya hemû wênekêşên Rojavayê Kurdistanê kirin bû.”