Welatên Afrîkayê di rêveberiyê de bi pêş ve diçin
Welatên Afrîkayê di rêveberiyê de bi pêş ve diçin
Welatên Afrîkayê di rêveberiyê de bi pêş ve diçin
Di lêkolîneke ku ji aliyê weqfa aîdî karsazê Îngîlîz Mo Îbrahîm ê ji Sudanê ye hatiye kirin, derket holê ku di polîtîkayên 52 dewletên Afrîkayê de guherîn pêk hatine. Di çarçoveya lêkolînê de der barê polîtîkayên ewlehiya hikûmet û dewleta hiqûqî, mafê mirovan, pêşvebirin û derfetên aborî de not hatin dayîn.
Li gorî lêkolîna Weqfa- Mo-Îbrahîm di nava welatên herî serkeftî yên Afrîkayê de bajarên Giravên Maurîtîus, Kap Verde, Bostwana, Başûrê Afrîkayê û Seyşel di rêzên yekem de cih digirin. Zîmbabwe, Gîne û Perava Fîldîşî rewşa wan a xerab ber bi başbûnê ve diçin. Hat gotin ku li van welatan bidawîbûna şerên navxweyî gelekî bi bandor e.
Di lêkolînê de hat gotin ku Seyşeller û Maurîtîus di aliyê mijara ewlehî û hiqûqa dewletê de xwedî kêmasî ne û hat gotin ku aboriya Bostwana û Kap Verde jî rêveberiya wan a pêşvebirinê xerab e. Li Başûrê Afrîkayê jî ewlehî, dewleta hiqûqî û mafê mirovan xerab e