Volvo maşîna bê ajoker çêdike!

Volvo maşîna bê ajoker çêdike!

Şîrketa Volvo ya Swêdê li gel hikûmeta welat biryara projeya maşînên bê ajoker girtiye û liser dixebitin. Wê di sala 2017’an de dest bi ceribandina testê ya ajotina 100 maşînan bikin.

 Projeya ku binavê ‘Drive me’ tê binav kirin, meclîsa bajarê Goteborgê jî alîkarî dide. Ji bo danasîna projeyê li bajarê Stockholmê civînek ya çapemeniyê hate lidarxistin. Wezîrê binesazî Catarina Elmsater û rêvebirê giştî yê Volvo yê Hasan Samuelsson bi maşîna bê ajoker tevlî civînê bûn.

 Elmsater dicivînêde liser projeyê zanyarî dan û behsa giringiya projeyê jibo pêşerojê kir û wiha got: “ Di pêngava destpêkê de wê disala 2017’an de de dest bi ceribandina testê ya ajotina 100 maşînan liser cadeyên herî qerebalix yên Goteborgê bikin.”

Her wiha Elmsater diyar kir ku kesên livan maşînan siwar bibin bi rehetî dikarin rojname bixwînin, girêdan bi înternetêre bikin û di maşînêde sms bişînin. Ev maşîn wê bi alîkariya kompîter, kamera , gps û radarên hatine bicîh kirin wê rîska qezayên tirafîkê kêmbikin.

Herwiha rêveberê giştî yê hatûçonê Cleas Tingvall jî da diyar kirin ku, dema maşîn bi rêya kompîteran bê ajotin, wê ji mirovan hîn zêdetir bi agahdartir be û rîskên ku mirov jiyan dike wê ew çênebin.

Rêvebirê giştî yê Volvo Hasan Samuelsson jî da diyarkirin ku armanca wan ya vê projeyê ewe ku, di karanîna maşîna bê ajokerde bibin lîder û di sala 2020’an de kesên marqa Volvo bikartînin rîska qeza û seqetiya wan ji holê rakin.