Vîrûsa Ebola Amerîka Latîn tirsand

Vîrûsa Ebola Amerîka Latîn tirsand

Vîrûsa Ebola ku li Rojavayê Afrîkayê rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir, welatên cîhanê ditirsîne. Li dû Ewropa û DYA, Amerîka Latîn jî çûn û hatin welatên Rojavayê Afrîkayê, ji hin aliyan ve asteng dike.

Ji ber gumana Ebola, gelek welatan dest bi qedexekirina hatina rêwiyên ji welatên Lîberyayê, Sîerra Leone û Gîneyê kirin. Di nava welatên ku ditirse vîrûs bigihêje xaka wan de Meksîka, Kolombiya, Jamaîka, gelek dewletên biçûk û mezin ên ji giravan, Karîbîk ên Amerîka Latîn hene.

Wezîrê Koçberiyê yê welatê Amerîka Latîn Belîze'yê Godwin Hulse ragihand ku wê vîzeyên ji bo welatiyên her sê welatên Rojavayê Afrîkayê asteng bikin û anî ziman ku wan di heman demê de nehiştine keştiyeke rêwiyan li welatê wan bisekine. Hat ragihandin ku di vê keştiyê de jin û mêrê ji DYA hatibûn û di karantînayê de bûn hebûn, yek ji van jî beriya niha li nexweşekî ji ber ebola jiyana xwe ji dest dabû dinêrî bû. Hat diyarkirin ku Meksîkayê jî destûr nedabû ku ev keştiya rêwiyan li welatê wan bisekine.

Li gorî agahiyan, keştiya mijara gotinê li DYA vegeriyaye û wê îro bigihêje eyalet Teksas a DYA.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji Adarê û vir ve zêdeyî 9 hezar kes bi vîrûsa ebola ketin. Ji van 4 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest dan û tê gotin ku hejmara nexweş û birîndaran dibe ku ji vê hejmarê gelekî zêdetir be.