Venezuela û Nîkaragûa amade ne Snowden qebûl bikin
Venezuela û Nîkaragûa amade ne Snowden qebûl bikin
Venezuela û Nîkaragûa amade ne Snowden qebûl bikin
Venezuela û Nîkaragûa dan xuyakirin ku ew amadene mafê penaberiyê bide Edward Snowden ê ku ji aliyê welatên Ewropayê ve hat redkirin.
Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Madûro û hempişeyê wî yê Nîkaragûayî Danîel Ortega dan xuyakirin ku ew amadene mafê penaberiyê bidin şêwirmendê berê yê Ajansa Ewlekariyê ya Emerîkayê Edward Snowden ku, ev 13 roj in li balafirgeha Moskowayê tê rawestîn.
Madûro roja Înê di pîrozbahiyên rizgariya Venezuela de da xuyakirin ku, ji bo ji zexta Împaratoriya herî bi hêz a Cîhanê biparêzin, ew mafê penaberiya însanî didin Snowden ê ciwan.
Serokdewletê Nîkaragûayê Ortega jî got, "Em ji mafê penaberiyê re vekirî û bi hurmet in. Eger şet û merc guncaw bibe, emê bi kêfxweşiyeke mezin Snowden qebûl bikin û li Nîkaragûayê mafê penaberiyê bidin wî. Ortega piştrast kir ku Snowden bi reya Sefaretxaneya Bilind a Nîkaragûya ya li Moskowayê, serî li mafê penaberiyê daye.
Xebatkarê berê yê CIA Edward Snowden, ku ji ber xebat û agahiyên servîsên îstîxbaratê yên Emerîkayê belav kiriye, ji aliyê DYE ve tê lêgerîn û ji destpêka hefteyê ve serlêdana mafê penaberiyê li 21 welatan kir. Fransa, Îtalya, Elmanya, Brezîlya, Norwêc, Hîndîstan, Polonya, Îzlanda, Awûstûrya, Fînlandiya, Holanda û Spanyayê ev serlêdan red kirin. Wîkîleaksê da xuyakirin ku Snowden ji şeş welatên din jî xwestiye mafê penaberiyê bidin wî, lê ji ber gumana Emerîka zextê li van welatan bike, navê wan eşkere ne kir.