Vê hefteyê jî hevdîtina bi Ocalan re hate asteng kirin

Vê hefteyê jî hevdîtina bi Ocalan re hate asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û bi hinceta ku “keştî xirabe ye” dîsan hevdîtin hate asteng kirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk û Mehmet Devran ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn serlêdana parêzaran hate redkirin. Ji parêzeran re hate ragihandin ku, bi hinceta “keştî xirabe ye” hevdîtin pêknayê.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve serlêdanê dikin û hemû serlêdan bi hincetên weke “keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye”, “keştî ji tehmîrê hat lê hinek ewraq kêmin” û yan jî “betlaneya fermî” têne red kirin