Vê carê pîlotên Elmanyayê dest bi grevê dikin

Vê carê pîlotên Elmanyayê dest bi grevê dikin

Li Elmanyayê piştî greva makînîstan a ku du rojan berdewam kir û rêyên hesinî rawestandin, vê carê wê pîlotên Lufthansa roja Duşemê dest bi grevê bikin.

Sendîkaya Pîlotan a Elmanyayê “Cockpit” ragihand ku wê roja Duşemê dest bi grevê bikin. Ev cara heftemîn e ku pîlotên şîrketa Lufthansayê biryara grevê didin.

Tê payin ku ev grev wê ji saet 13.00 heta 23.59 berdewam bike û bandor bike.

Pîlotên şîrketa mezin a gihandinê ya Ewropayê Lufthansa, dixwazin şert û mercên beriya teqawîtbûnê bêne sererastkirin.  Ji ber grevên îsal ên pîlotan, şîrketa Lufthansayê 70 milyon Euro zerar kir.