UNHCR’ê bo penaberên Sûriyeyê bang li welatan kir

UNHCR’ê bo penaberên Sûriyeyê bang li welatan kir

Komîseriya Bilind a Penaberê Netewên Yekbûyî  (UNHCR)  bang li hemû welatan kir ku bila deriyên xwe li penaberên Tirkiyeyê veke û tedbîrên ewlehiya wan bigire.

Berdevkê UNHCR Melîsa Flemîng, diyar kir ku pevçûna li Sûriyê her diçe giran dibe û  diyar ku gelek sîvîl li devreyê sînor di nava lêgerînê de ne.

Berdevkê Bernameya Xurekê ya Cîhanê NY’ê (PAM) Elîsabehs Byrs, diyar kir ku heta dawiya salê hedef dikin ku ji bo 3,6 mîlyon penaberî alîkariyê bikin. Berdevkê UNHCR’ê hejmara ku niha hatiye dayîn piştrast nekir.  Di 7’ê hezîranê de, li Cenevreyê dê bangeke nû bêkirin.

Li gorî daneyên UNHCR’ê li Lubnan, Tirkiye, Urdun û Iraqê ji mîlyon û nîvê zêdetir penaberên Sûriyeyê hene.

Saziya NY’ê diyar kir ku fikarên wan yên ku gelek penaber ji sînoran berbi qadên bi xeter ve dikişînin hene û got di hefteya dawî de tu Sûriyeyiyek nehatiye sînorê Urdunê.  Di rewşa normal de rojê 2 hezar kes dihatin.

Flemîng diyar kir ku ne tenê welatên dora Sûriyeyê divê hemû welat ji penaberên Sûriyeyê re deriyên xwe vebikin.