TUAD’ê ji bo girtiyên nexweş 100 hezar îmze komkirin

TUAD’ê ji bo girtiyên nexweş 100 hezar îmze komkirin

TUAD’ê  ji bo berdana girtiyên nexweş 100 hezar îmze kom kirin. Serokê TUAD'ê Recep Belek diyar kir ku wê îmzeyan radestî Wezareta Edaletê, Serokomartiyê û Serokatiya Meclîsê bikin û pêwîst e bêyî tu hesab û bazaran girtiyên nexweş bên berdan.

Komeleya piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan  re (TUAD), ji bo berdana girtiyên nexweş berî niha bi mehekê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de nêzî 100 hezar îmze kom kir. Îmzeyên hatine komkirin wê radestî Wezareta Edaletê, Serokkomartiyê û Serokatiya Meclîsê re bên kirin. Serokê TUAD'ê Recep Belek diyar kir ku di girtîgehan de 562 girtiyên nexweş hene û ji wan rewşa 162 girtiyan giran e. Belek, her wiha anî ziman ku nêzî 60 girtiyên nexweş jî li ber mirinê ne û haya Serokkomar, Serokwezîr û Wezîrê Edaletê ji vê mijarê heye.

'EM BÊDENG NAMÎNIN'

Belek da xuyakirin ku ew bêdeng namînin û wiha got, "Berî niha bi du mehan ji bo berdana girtiyên nexweş me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. 100 hezar îmzeyên ku me kom kirine em ê di 2'ê Kanûnê de radestî cihên pêwendîdar bikin."